MSD’ê derbarê êrîşa li ser rêya Şamê – Siwêdayê ya li dijî otobusekê ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrîş wek “sûcekî hovane û hewldanek ji bo têkbirina aramî û yekitiya welêt” bi nav kir.
MSD’ê sersaxî û dilsoziya xwe ji malbatên qurbaniyan re pêşkêş kir. Her wiha bang li “hikumeta veguhêz kir ku tavilê lêpirsîneke zelal ji bo naskirina sûcdaran û darizandina wan, destpê bike û sivîlan li hemû deveran bêyî cudahî biparêze.”
MSD’ê banga xwe ya ji bo diyalogeke neteweyî ya berfireh ku hemû hêzên siyasî û civakî tê de beşdar bibin, dubare kir.
Di dawiya daxuyaniyê de MSD’ê banga rawestandina gotara nefretê ya li ser medyayê kir û diyar kir ku divê medya bibe pirek ji bo hişyariyê. Her wiha da zanîn ku ew ê têkoşîna ji bo parastina sivîlan û xurtkirina nirxên aştî, cihêrengî û edaletê li Sûriyeyê dewam bike.
 
					 
							
 
			 
                                 
                             

 
		 
		 
		