Girtiya nexweş Mûhlîse Karagüzel ku piştî 6 salan hate berdan got, “Girtîgeh nexweşan zêde dike. Cihê mirovên nexweş ne girtîgeh e.”
Hevseroka berê ya Mûşê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) girtiya nexweş Mûhlîsê Karaguzel (64) hate berdan. Mûhlîse Karaguzel ku ji ber nexweşiyên kronîk gelek caran li girtîgehê ji ser hişê xwe çû û emeliyat bû, qala binpêkirina mafên mirovan û rewşa girtiyên nexweş a li girtîgehan kir.
Mûhlîse Karaguzel dema ku Hevseroka Mûşê ya HDP’ê bû di 9’ê Tebaxa 2019’an de hate binçavkirin û bi îdîaya “endametiya rêxistinê” destpêkê 8 sal û mehek ceza lê hate birîn. Piştre cezayê girtîgehê ji aliyê dadgehê ve hate xerakirin. Mûhlîse Karaguzel ku jinûve hate darizandin bi heman îdîayê 7 sal û 6 meh ceza lê hate birîn. Di nava vê demê de Mûhlîse Karaguzel dîlgirtî ma û li gel tmenê xwe yê dirêj li hemberî gelek nexweşiyên kronîk li ber xwe da. Destpêkê li Mûşê, piştre jî li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê hate ragirtin, 5caran anjiyo bû, sê caran krîza dil derbas kir. Saziya Tipa Edlî ya Kayseriyê têkildarî Mûhlîse Karaguzel rapora “nabe li girtîgehê bimîne” da, lê belê Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê raporeke berevajî amade kir û got, “dikare li girtîgehê bimîne.”
Mûhlîse Karaguzel ku pirsgirgêkên tenduristiyê lê giran bû, piştî krîza dil di 4’ê Nîsana 2023’an de ji bo dermankirinê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Menemen a Îzmîrê hate kirin. Li vê derê înfaza wê hate taloqkirin û Sibata 2024’an hate berdan. Mûhlîse Karaguzel ku nexweşa dil, diyabet, hîpertansiyon, astim, pişt û stu ye, piştî ku 2 caran înfaza wê hate taloqkirin, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mûşê ve careke din bi biryara girtinê di Cotmeha 2024’an de hate girtin. Mûhlîse Karaguzel di nava vê demê de li Girtîgeha Tîpa D a Amedê hate ragirtin û par hate berdan.
‘GIRTÎGEH NE CIHÊ MIROVÊN NEXWEŞ E’
Mûhlîse Karaguzel işaret bi pirsgirêkên tenduristiyê û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan kir û anî ziman ku bi taybetî mirovên nexweş ji gelek mafan bêpar têne hiştin. Mûhlîse Karaguzel got, “Li girtîgehan gelek zehmetî hene, lê belê zehmetiya herî mezin derengxistina birina nexweşxaneyê ye. Carna rewşeke lezgîn dibe lê belê heta ku dibe nexweşxaneyê rojek derbas dibe. Hevalên me carna ji me hêviyê dibirin, lê belê dîsa jî em nedibirin nexweşxaneyê. Mirovên nexweş gelekî bi derengî dibirin nexweşxaneyê. Li Kayseriyê gelek zehmetî hebû lê belê zehmetiya herî mezin min li Îzmîrê dît. Ji bo mirovên nexweş şert û mercên girtîgehê gelekî zehmet in. Hem xwarin, hem tedawî, hem jiyan, hem jî vîtamîn bi têrkerî bi destê wan nakeve. Mirovekî nexweş nikare bi têrkerî li girtîgehê tedawî bibe û baş bibe. Mirovên nexweş li wê derê hîn bêhtir nexweş dikevin. Ji xwarinê heta bi qadên civakî gelek zehmetî û binpêkirin hene. Ev yek jî bi rêk û pêk bûye. Li her girtîgehê ev pirsgirêk hene.”
‘DIVÊ EM XWEDÎ LI AŞTIYÊ DERKEVIN’
Mûhlîse Karaguzel destnîşan kir ku hêviya aştiyê ya girtiyan zêde ye, lewma divê heta dawiyê xwedî li vê pêvajoyê derkevin û got, “Îro li ser aştiyê tê axaftin, li girtîgehan divê ve pirsgirêk bêne çareserkirin. Em weke dayikên ku aştiyê dixwazin ji vê pêvajoyê bi hêvî ne, lê di heman demê de bi fikar in. Em bi salan e ji bo aştiyê têdikoşin. Weke dayikên aştiyê ji bo kes negirî bi salan li girtîgehê mam. Hevalên girtî jî dixwazin ev pêvajo bi rengekî erênî bi dawî bibe. Ev pêvajo divê bi tirs neyê meşandin, ya girîng avêtina gavên şênber e. Bila ne dayikên gerîla ne jî yên leşkeran bigirîn, bila kes neêşe. Divê dayik hemû dest bidin hev û vê aştiyê mezin bike. Ez bi salan li girtîgehê mam, li gel tiştên bi serê min de hat yekane daxwaza min ‘aştî’ ye. Pêvajoya aştiyê ji pêvajoya şer girantir e, lê belê divê em xwedî li vê pêvajoyê derkevin.”

