Hilbijartina 18 namzetên Serokomariya Iraqê piştî nîvro destpê kir. Ji 329 parlamenteran 252 parlamenter li parlamentoyê amade bûn û dengê xwe bi kar anîn.
Di tura yekemîn de namzetê YNK’ê Nizar Amêdî 208, namzetê PDK’ê Fûad Husên 17 û namzetê Yekîtiya Îslamî Musena Emîn jî 17 deng wergirtin.
Namzetê YNK’ê Nizar Amêdî di tura duyemîn de piraniya dengan wergirt û bû Serokomarê Iraqê yê nû.
NIZAR AMÊDÎ KÎ YE?
Li Duhokê ji dayik bûye, li Zanîngeha Mûsilê endezyarî xwendiye û li Silêmaniyê û Bexdayê jiyaye û xebitiye.
Amedî li Iraqê berê di gelek peywiran de cih girtiye. Ji 2022 heta 2024’an di Wezîreta Jîngehê de xebitî. Her wiha şêwirmendiya Serokomar Mam Celal Talabanî, Dr. Fûad Masûm û Dr. Berhem Salih kiriye.
Endamê Mekteba Siyasî ya YNK’ê Nizar Amûdî di karên hikûmet û qada siyasî de 30 salan xebitiye.

