Meclîsa Encûmena Kerkûkê li otela Reşîd a Bexdayê bi beşdariya 9 endamên encûmenê civîna xwe lidar xist. Di civînê de Rêbwar Taha yê YNK’yî ji 3 endamên Ereb, endamekî Xiristiyan û 5 endamên YNK’yî yên encûmenê deng wergirt û bû waliyê nû yê Kerkûkê yê Kurd.
Ji encûmena bajêr 2 endamên PDK’yî, 2 endamên ji Eniya Tirkmen û endamên din ên Ereb tevlî civînê nebûn.
Aliyên ku tevlî civînê nebûn li pey wê yekê bûn ku di çarçoveya plana dewleta Tirk de nehêlin Kurdek bibe Waliyê Kerkûkê û meqamê walîtiyê bidin Eniya Tirkmen.
PDK û endamên Eniya Tirkmen û Ereb ên tevlî civînê nebûn, plan dikirin ku wezîfeya Walîtiya Tirkmen 2 salan carekê di navbera van alahiyan de parve bikin. Eniya Tirkmen bi rengekî fermî ragihandibû ku li ser vê bingehê bi PDK’ê re tifaq çêkiriye.