Şemî, 6 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Acar: Ez şahida tevahiya dîroka têkoşîna siyasî ya Kurd im, dixwazim aştiyê jî bibînim!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 6’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berdana Ahmet Tunelî 32 sal in girtî ye, cara çaremîn hat astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokên DEM Partiyê têkildarî ‘mafê hêviyê’ ji Konseya Ewropayê re name şandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KESK’ê li ber Wezareta Edaletê banga berdana girtiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê ji bo Şêx Mihemed Îshaq Feyaz peyama sersaxiyê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Avesta: Bi taktîkên mijûlkirinê ne pêvajoyê bi pêş ve diçe ne jî pirsgirêka 100 salî çareser dibe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2’yemîn Xelatên Rojnamevaniya Jinan a Gurbetellî Ersoz serlêdan dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîs Jinan a DEM Partiyê li dijî Pakêta Darazê ya 12’emîn banga têkoşînê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya 2 gerîlayên şehîd hatin eşkerekirin

HPG’ê ragihand ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê 2 gerîla şehîd bûne û got, “Hevreyên me bi sekna xwe ya esîl û bi îradeya xwe ya bênavber mîraseke mezin a têkoşînê ji peyrewên xwe re hiştin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 3. Gulan 2024 Dema xwendinê: 14 dq.
Parvekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê 2 gerîlayên şehîd bûne de ev daxuyanî da:

“Hevrêyên me Serxwebûn û Rênas di Çileya 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Serxwebûn û Rênas bûn parêzvanên ruhê fedayî yê Apoyî ku gelek cihên Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker erk girtin. Hevrêyên me Serxwebûn û Rênas ku li dijî konsepta îmhayê ya dijmin li ser Tevgera me û gelê me ferz dike, bêyî dudilî bijîn şer kirin, di şert û mercên herî zehmet de ji bo derbên giran li dijmin bixin di legerîn û hewldanake mezin de bûn. Hevrêyên me ku bi kesayetên xwe yên mînak di milîtaniya Apoyî de astek bi dest xistine û di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgerî de hewl dane bibin xwediyê jiyaneke derwêşî, bûn şervanên heqîqetê. Hevreyên me bi sekna xwe ya esîl û bi îradeya xwe ya bênavber mîraseke mezin a têkoşînê ji peyrewên xwe re hiştin.

Em di serî de sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me Serxwebûn û Rênas û ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û careke din soz didin ku em ê xeta têkoşîna şehîdên xwe esas bigirin û armancên wan bi ser bixin.

Nasnameya hevrêyên me yên şehîd wisa ye:

 Nasnav: Serxwebûn Timoq

  Nav û paşnav: Eyup Alphan

  Cihê jidayikbûnê: Êlih

  Navê dê û bav: Hekime – Medeni

  Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

 Nasnav: Rênas Amed

  Nav û paşnav: Rênas Omer

  Cihê jidayikbûnê: Efrîn

  Navê dê û bav: Zeynep – Ahmet

  Dîrok û cihê şehadetê: Çileya 2024’an/ Herêmên Parastinê yên Medyayê

SERXWEBÛN TIMOQ

 

Hevrêyê me Serxwebûn li Êlihê di nava malbateke welatparêz û dilsoze exlaqê Kurd de ji dayîk bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe û welatparêziya gundê Timoqî ku lê dijiiya, di temenekî biçûk de tevgera me nas kir. Hevrêyê me Serxwebûn zarokê hêja yê gund û eşîra Timoqî ku gelek zarokên xwe dane Têkoşîna Azadiya Kurdistanê, ji temenekî biçûk ve xeyala gerîlatiyê kir. Her çiqas ji bo vê hewl dabe jî, ji ber temenê wî biçûk bû ev daxwaza vê nehat qebûlkirin. Ji ber malbata hevrêyê me welatparêz bû û ji derdora wî gelek kes tevlî bibû, ev bû sedem ku lêgerînên xwe her bidomîne û tu car dest ji vê armanca xwe berneda. Rastiya dijmin di temenekî biçûk de bi taybet di salên lîseyê de baştir fêm kir û xwest lêgerînên xwe veguherîne têkoşînê. Sala 2024’an di pêvajoya berxwedana destanî ya Kobanê de xwe di aliyê wijdanî de lêpirsîn kir û gihişt biryara têkoşîna çalak. Hevrêyê me ku xwest tevlî berxwedana Kobanê bibe, lê nekarî vê daxwazê xwe pêkbîne, lêgerînên xwe yên têkoşînê zêdetir kir. Tevlî merasîmên cenazeyên şehîdan bû û sondên tolhildanê da. Bi zanebûna ku bi temamî qutbûna ji pergalê û têkbirina dewleta Tirk bi şerê zanebûna azadiyê pêkan dibe, biryara tevlîbûna nava refên gerîla da. Hevrêyê me Serxwebûn di ferqê de bû ku gerîla ji bo gelê Kurd ê welatparêz tê çi wateyê, diyar kir ku li dijî sûcê qirkirinê ya li dijî gelê me têkoşîna herî bi bandor li refên gerîla pêkan dibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me ku gihişt çiya û gerîla ku bi salan xeyal dikir, di sala 2014’an de li qada Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

 

Hevrêyê me Serxwebûn ê li herêma Avaşînê perwerdeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê dît, di demek kin de fêrî jiyana gerîla bû. Ji sekna bi îrade ya gerîla, jiyana dilnizm û israra wan a afirandina jiyana alternatîf, bandor bû. Hem di perwerdeyên îdeolojîk û hem jî perwerdeyên leşkerî de zû pêş ket û xwe ji bo hemû erkan amade kir. Ji ber lêhûrbûn û performansa xwe ya serketî ya di perwerdeyê de tevlî xebatên herêma Avaşînê bû ku bi pratîka xwe ya zehmet tê zanîn. Li Avaşînê ku yekem cihê wî yê pratîkê bû, tecrubeyên ewil ên jiyana gerîla qezenç kir. Hevrêyê me Serxwebûn tevî şert û mercên zehmet ên Zagrosan, bi îradeya xwe ya xurt zehmetiyan ji holê rakir. Bi fedakarî, sekna xwe ya israr a ji bo serketinê û kedkariya xwe di demekî kin de hezkirina hemû hevrêyên xwe qezenç kir. Hevrêyê me Serxwebûn ê di sala 2015’an de di Dibîstana Operasyonê ya Şehîd Mehmet Goyî perwerde dît, bi zanebûn û tecrûbeyên xwe yên li vir bi dest xist, li Avaşînê tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin bû. Hevrêyê me diyar kir ku divê perwerdeya îdeolojîk û jiyan hevdu temam bikin, bi xwendina parêzname û dahûrandinên kesayetî yên Rêbertiya me ket lêgerînê ku xwe zêdetir pêş bixe. Hevrêyê me Serxwebûn ku li herêma Avaşînê 2 sal û nîv pratîkeke serkeftî pêk anî, piştre derbasî herêma Zapê bû. Li gel ku nû çûbû herêma Zapê jî, bi kesayeta xwe ya ji dil hemû hevrêyên xwe bandor kir û di demeke kin de tevlî xebatan bû. Hevrêyê me Serxwebûn ku li herêma Zapê tevlî gelek çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker bû, bi tevlîbûna xwe ya serkeftî ji bo hemû hevrêyên xwe bû milîtanekî mînak. Hevrêyê me ku di sala 2019’an de di êrîşa dijmin de birîndar bû, tu car vê ji bo tevlîbûna xebatên şoreşgerî nekir asteng û tevî her tiştî xwe ji bo xebatên herî zehmet pêşniyar kir. Hevrêyê me ku tu car xwe ji erkên Partiyê neda alî û li ser armancê xwe rawestiya, bi sekn û tevlîbûna xwe ya moral bû milîtanekî mînak.

Hevrêyê me Serxwebûn ku ji bo xwe di aliyê îdeolojîk de kûrtir bike, di sala 2020’an de li Akademiya Hakî Karer beşdarî xebatên perwerdehiyê bû, bi tevlîbûn û lêhûrbûnên xwe yên di vê pêvajoyê de felsefeya Apoyî zêdetir fêm kir û hewl da kêmasî û nebesiyên xwe yên pratîkê sererast bike. Tarz û taktîkên gerîlatiya serdema nû bi tecrûbeyên xwe yên şer re kir yek û di wateya leşkerî de pêşketinekî girîng nîşan da. Hevrêyê me ku perwerdeya xwe bi serkeftî temam kir, dîsa israr kir ku derbasî herêmên şer lê dijwar e, bibe. Hevrêyê me ku ji ber pêwîstiyan li herêmên cuda yên têkoşînê beşdarî xebatan bû, hem bi encama tecrubeyên xwe yên Zagrosan û hem jî bi encama perwerdeya îdeolojîk hemû erkên xwe bi layiqî bi cîh anî. Bû mînaka herî şenber ku milîtanekî Apoyî çawa dikare guherîn û pêşketînê nîşan bide. Hevrêyê me Serxwebûn ku bi israra xwe ya di lêdana dijmin de û bi pratîka xwe ji hemû hevrêyên me re bû mînak, di Çileya 2024’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em hevrêyên wî careke din dubare dikin ku em ê bibin şopdarê xeyalê “Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad” a hevrêyê xwe Serxwebûn ku bi fedakarî, kedkarî û kesayetiya xwe ya dilnzim milîtanekî Apoyî yê mînak e û armancên wan bi ser bixin.

RÊNAS AMED

 

Hevrêyê me Rênas li Efrînê li nava malbateke welatparêz de ji dayîk bû. Hevrêyê me Rênas ji ber di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû û paradîgmaya Rêber Apo a demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li Rojava jiyanî bû, di temenekî biçûk de Tevgerê me nas kir. Hevrêyê me ku bû şahidê berxwedana dîrokî ya tevgera me ya ji bo parastina gelê me yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê, tevlîbûna li têkoşîna azadiyê kir hedefa xwe ya yekem. Bi taybet ji kesayeta milîtanên Apoyî yên li Rojava bandor bû û xwest Rêber Apo û partiya me zêdetir nas bike. Armanc kir ku tevlî Şoreşa Azadiyê ya Rojava bibe. Hevrêyê me Rênas ku firsend dît gelek milîtanên Apoyî yên pir hêja nas bike, piştî şehadeta hevrêyê me Çekdar Efrîn têkoşîna xwe mezin kir û ji bo bibe layiqî bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd, biryara tevlîbûnê da.

Hevrêyê me ku li ser vê bingehê li qada Efrînê tevlî refên hêzên berxwedanê bû, firsend dît ku xwe di aliyê leşkerî û îdeolojîk de pêş bixe. Hevrêyê me ku bi alîkariya hevrêyên xwe tecrubeyekî girîng a leşkerî bi dest xist, di şerê li dijî çeteyan de roleke girîng lîst. Di heman demê de di sala 2018’an de li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di eniyên pêş de cih girt û di mezinkirina berxwedanê de ked da. Hevrêyê me Rênas ku bû şahidê lehengiyên di hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk de, bi zanebûna ku piştî şerê Efrînê berpirsiyariyên dîrokî zêde bûne, ket lêgerîna mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me ku di gelek pêngavên li qada Rojava pêş ket de kedê wî heye, li gorî ruhê demê tevger kir û biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bidomîne.

 

Hevrêyê me Rênas ê ku bi lêhûrbûnên xwe rastiya şehîdan di nava PKK’ê de derxistiye zanabûnê, dilsoziya bi şehîdan re kiriye xeta jiyanê. Bi girêdana xwe ya kûr û tevlîbûna xwe ya sade nirxdana hevrêyên xwe bi dest xist. Tevî ku li çiyayên Kurdistanê nû bû jî, di her karî de însiyatîf girt û wezîfeyên xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Hevrêyê me Rênas ê ku bi kesayetiya xwe ya rêxistinkirî û bi dîsîplîn derket pêş, bi saya van taybetmendiyan di her xebatê de serketin bi dest xistiye. Hevrêyê me yê ku şêwaza fedaiyane û bêtirs esas girt, di demeke kurt de bi pêş ket û gihîşt wê astê ku bi berpirsyariyên girîng rabe.

Hevrêyê me yê ku di sibata 2021’an de bû şahidê Serketina Garê û Destana Siyanê ku bi pêşengiya hevrêyê me şehîd Şoreş Beytûşşebap pêş ket, hevrêyên li vir artêşa Tirk têk birin ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me di sala 2021’an de li Akademiya Şehîd Mahîr perwerdeya pisporiya leşkerî dît û di gerîlatiya serdema nû de pispor bû. Hevrêyê me Rênas ê ku bi lêhûrbûna xwe ya li akademiyê, bi hewldanên xwe yên partîbûyînê û bi tevlîbûna xwe ya çalak a li jiyanê rê nîşanî hevrêyên xwe da, ji bo bersivê bide êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, di sala 2021’an de pêşniyar kir ku derbasî qadên şer bibe. Hevrêyê me yê ku bi sekna xwe ya milîtanî ya di jiyanê de û israra xwe ya di şer de bawerî da hevrêyên xwe, piştî pêşniyara wî hat qebûlkirin, berê xwe da herêmên ku berxwedan lê xurt bû. Hevrêyê me ku derfet dît tevlî gelek çalakiyên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin bibe, ev derfet baş bi kar anî û ji bo wezîfeyên xwe bê kêmasî bi cih bîne ket nava hewldanan. Hevrêyê me ku şert û mercên zehmet li pêşiya xwe weke astengî nedît, bi vê seknê re ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Rênas ê ku li her qada lê bû bi sekna xwe ya bi israr a ji bo serketinê û kesayetiya xwe ya bi dîsîplîn û xwezayî di nava jiyanê de bû milîtanek bi mînak, di êrîşa dijmin de ya Çileya 2024’an a li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de gihîşt şehadetê. Hevrêyê me Rênas ê ku weke lêgervanê heqîqetê xeyalên hevrêyên me yên şehîd şopand, fedekariya wî û baweriya bi serketinê wê rê nîşanî me hemûyan bide. Weke hevrêyên wan em soz didin ku di şexsê Şehîd Rênas de em ê bibin pêşengê têkoşîna hemû şehîdên me yên qehreman.”

         

        

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Dema binçavkirinê ya rojnamevanan dîsa hate dirêjkirin
Nûçeya Pişt re HRE’yê bersiv da: 10 dagirkerên dewleta Tirk hatin kuştin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Di Newroza li Şengalê de gerîla hatin silav kirin: Em ê dagirkeriyê têk bibin

Di pîrozbahiya Newrozê ya li Geliyê Kersê ya Şengalê de peyama "Ruhê Newrozê û felsefeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir

Hewldana 78’an serdana Emîne Şenyaşar kir ku di roja 89’an de li ber Wezareta Edaletê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ensar El Sunê êrîşa li Humsê girt ser xwe

Koma bi navê Ensar El Sune teqîna ku îro li mizgefteke Elewiyan li bajarê Humsê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Bedewî û jiyana Gundê Rizgê yê Binarê Qendîlê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di salvegera 11’emîn a Komkujiya 5’ê Hezîranê de daxwaza eşkerekirina kujeran hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Binarê Qendîlê Parka Şehîd Solîn hate vekirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê piştgirî da banga ‘yekîtiyê’ ya Talabanî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?