În, 11 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Stenbolê şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Welatiyên Amedê: Em xwedî li şehîdên xwe û têkoşîna wan derbikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mersîn, Edene, Riha û Dîlokê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdên Azadiyê yên Kurdistanê li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsa ISIG’ê: Meha Tebaxê herî kêm 226 karkeran jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nebî Yavûz ê 30 sal û 6 mehan girtî ma, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Nebî Yavûz li Nisêbînê hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şirnexê ji bo şehîdan bernameya bîranînê ya 3 rojî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Doza Rojda Yakişikli destpê dike: Gef hate xwarin, nehate parastin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP: Di meha Tebaxê de herî kêm 22 jin hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Werîşe Mûradî sersaxî ji malbatên qurbaniyên Sine re xwest

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR: Nîlûfer nîşaneya berdewamiya tundiya sîstematîk a li dijî jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Mûzîkjen Mehmûd Berazî di Festîvala Fîlman de hat xelatkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelîl Xemgîn: Divê Kurd bibin yek ji damezrînerên esasî yên Sûriyeya nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fûara Pêşengeha a Navneteweyî ya Kurdistanê li Sine destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    34’emîn Mihrîcana Çanda Kurdî dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Festîvala Çanda Kurd li Dortmundê bi coş destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    NCDK-Swêd ji bo Festîvala Çand û Hunerê banga tevlîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Germiyanê mirina bi guman a jinekê
Li Siwêdayê şerekî giran rû dide
Hevdîtina navbera şandeya YPJ’ê û Wezîrê Karên Hundir ê Sûriyeyê destpê kir
Îranê di meha dawî de 60 kes îdam kirin
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya gerîlayê di êrîşa kîmyewî de şehîd bû hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya gerîlayê di êrîşa kîmyewî de şehîd bû hate eşkerekirin

HPG-NRÇ'ê gerîlayê ku li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî de şehîd bû bi hurmet bi bîr anî û got, "Heta ku şehîd bikeve ji berxwedan û sekna xwe ti carî tawîz neda."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 21. Tîrmeh 2025 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Denîz Gezmîş li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê ji êrîşa dijmin a kîmyewî bandor bû, ku lê milîtaniya Apoyî ya fedayî, gerîlatiya serdema nû û taktîkên dewlemend xwe gihandine astên herî bilind û dîrok hatiye nivîsandin. Demekê tedawî dît û têkoşîneke jiyanê ya xurt da meşandin lê belê tevî hemû hewlan jî di 29’ê Adara 2025’an de tevlî karwanê şehîdan bû.

Hevrêyê me Denîz ê ku weke milîtanekî fedaî ê têkoşîna azadiya gelê me tev digeriya, ji bo azadiya gelê me bêyî dudilî li ber xwe da. Di wê baweriyê de bû ku li Kurdistanê azadî wê bes têkoşîneke li ser xeta fedaîbûnê û şerî pêk were û wisa jî tev geriya. Hevrêyê me Denîz milîtanekî fedaî yê Apoyî yê wisa bû ku hemû kêliyên jiyana xwe serkeftinên mezin tije kirin û bi tevlîbûna xwe ya bêhesab bû mînak. Heya kêliya şehadetê jî ji vê berxwedana xwe û sekna xwe bi tu awayî tawîz neda. Bi sekna xwe di jiyanê de û dijwartiya têkoşîna xwe wê tim ji me re pêşengtiyê bike û bîranînên wî wê rêya me ronî bike. Em weke hevrêyên wî ji malbata hevrêyê xwe Denîz Gezmîş û hemû Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin, li ber bîranînên hêja yên hemû şehîdên xwe  careke din bejna xwe bi rêzdarî û minetdarî ditewînin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Denîz Gezmîş bi vî rengî ne:

Nasnav: Denîz Gezmîş
Nav paşnav: Cîhangîr Sultanî
Cihê jidayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Latîfe-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Adara 2025 / Zap

Hevrêyê me Denîz ê ku li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye ku bajarê Xoyê ewladên xwe yên herî hêja dane refên têkoşîna azadiyê û lê hişmendiya welatparêziya kûr gelekî tê jiyîn, li gorî nirxên xwe yên cewherî mezin dibe. Welatparêziya derdora wî û tevlîbûnên ji bo refên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bûn wesîle ku hevrêyê me hê di zarokatiya xwe de partiya me PKK’ê nas bike. Hevrêyê me heya dibistana amadeyî diçe dibistanên rejîmê û di vê serdemê de jî tim li hemberî polîtîkayên pergalê yên tekparêz hesas bû. Zexta li ser zimanê dayikê ku hebûna herî hêja ya gelekî ye, bûn sedem ku li cem hevrêyê me nakokiyên kûr peyda bibin. Li derdora hevrêyê me tim qala qehremaniyên gerîlayan dihat kirin û vê yekê jî eleqeya hevrêyê me ya ji bo Tevgera me zêde kir. Li gel mezinbûnê lêgerînên bersivpeydakirina ji nakokiyan re jî kûrtir bûn. Hevrêyê me yê ku ji Şoreşa Azadiya Rojava û çalakiyên gerîlayan moraleke mezin digire, ji bo rojên tevlîbûna nava refên gerîlayan xwe amade kir. Hevrêyê me yê ku ji têkoşîna bêhempa ya ciwanên Kurd ên birûmet ya di nava refên azadiyê de hêzeke mezin digire, ji bo tevlîbûnê dest bi lêgerînan dike. Hevrêyê me yê ku dixwest tevlî berxwedana destanî ya li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastina Medyayê daye destpêkirin bibe, ji şehadetên ku çêbûn gelek bandor bû. Hevrêyê me yê ku di ferqa berpirsyariyên xwe yên dîrokî de ye, di sala 2021’an de biryara tevlîbûna nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê da.

Hevrêyê me Denîz ê ku perwerdeya xwe ya gerîlatiyê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dît, bi saya taybetmendiya xwe ya bi coş û kelecan di demeke kûrt de hînê jiyana çiyê û gerîlatiyê bû. Bi pirsyarkerî û xwesteka xwe ya hînbûnê re ya di pêvajoya perwerdê de, tevlîbûneke mînak raber kir. Hevrêyê me yê ku bi wergirtina perwerdeya leşkerî û îdeolojîk hewl da felsefeya Rêbertiyê me bêhtir fêm bike, lêhûrbûnên kûr jiyan. Di dersên dîroka PKK’ê û Kurdistanê de agahiyên girîng hînbûn û li ser vê esasê bû xwedî zanabûn. Hevrêyê me yê ku dixwest di demeke kurt de derbasî herêmên pratîk bibe û tiştên hînbûye bi jiyanî bike, bi awayekî serketî perwerdeya xwe bi dawî kir. Hevrêyê me yê ku derbasî qada pratîkê bû, di demeke kûrt de tecrûbeyên têkildarê jiyana gerîlatiyê bi dest xist. Hevrêyê me yê ku li hember heybeta çiyayên Kurdistanê mest bû û xwest di nava şert û mercên herî giran de gerîlatiyê bike, pêşniyar kir ku derbasî herêmên ku şer lê giran e. Ji bo li kêleka hevrêyên xwe yên li dijî operasyonên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin û darbên giran li xeyala dagirkeriyê dixistin cih bigire, berê xwe da herêma Şehîd Delîl a Rojava Zapê. Hevrêyê me bi saya tevlîbûna xwe ya bi moral û jêhatîbûna xwe ya di taktîkên demê de, di demeke kûrt de hûrmeta hemû hevrêyên xwe bi dest xist. Hevrêyê me yê li herêmeke ku tevî şert û mercên kêm jî milîtanên fedaî yên Apoyî çalakiyên serketî pêk anîn û derbên mezin li dagirkeran hate xistin de cih girt, ji bo ku di her xebatê de cih bigire bi israr bû. Hevrêyê me Denîz ê ku her wezîfeya xwe bi biryardarî bi cih anî û ji bo bîranîna hevrêyên me yên şehîd zindî bihêle her kêliya xwe bi serketinên mezin dagirtiye, bû yek ji milîtanên fedaî ên Partiya me.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê ku herî dawiyê li wir bû, bi hesasiyeta xwe ya ji bo xebatên xwe derket pêş. Hewla di kesayetiya xwe de afirandina terz û tempoya Rêbertî bi israr domand. Bi sekna xwe ya di jiyanê de û bi serweriya xwe ya di terzê şerê gerîlayan ê serdeme nû de erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih anîn. Hevrêyê me Denîz, bi îdîa û biryardariyeke mezin li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ku lê şerekî dijwar tê meşandin, bi îradeya Apoyî ya tu caran têk naçe li ber xwe da û mîrateya têkoşînê ya tu caran nayê jibîrkirin, hişt.

Hevrêyê me Denîz ji xazên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker bandor bû û di 29’ê Adara 2025’an de tevlî karwanê şehîdan bû. Em soz didin ku e mê bîranînên pîroz ên hevrêyê xwe Denîz tim zindî bigirin û armancên wî pêk bînin.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Berdana girtiyê 30 salan careke din hate taloqkirin
Nûçeya Pişt re TAJÊ name ji 19 welat û saziyan re şand: Qirkirinê nas bikin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin

Li Kampa Holê jinek û 2 zarokên Êzidî hatin rizgarkirin ku di sala 2014'an de…

Ji aliyê Stêrk TV

Hiqûqnas: Ozoral: Divê ‘mafê hêviyê’ bi cih bê anîn

Hiqûqnas Mûstafa Ozoral anî ziman ku divê tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û…

Ji aliyê Stêrk TV

YSK’ê encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kir

Serokê YSK’ê Ahmet Yener, encamên teqez ên hilbijartinên 31’ê Adarê eşkere kirin.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li navçeyên Amedê bîranînên girseyî: Şehîd namirin!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Têkoşîn Amed li ser gora xwe hat bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ji bo 24 şehîdan li Mexmûrê konê sersaxiyê hate vedan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li bajarên Serhedê şehîd têne bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?