Yekşem, 28 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Abdullah Zeydan: Demokrasiya xwecihî hîmê esasî yê pêvajoya aştiyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 28’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çetîn Arkaş: Divê Rêber Apo demildest azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrsînê bi hezaran kes li mitîngê li hev civiya: Mîmarê aştiyê li Îmraliyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gelê Çûkûrovayê ji bo ‘Mitînga Azadiyê’ ber bi Mersînê ve bi rê ketin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    ‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konfernsa Zimanê Kurdî de daxwaza hevpar: Divê Kurdî bi destûra bingehîn were mîsogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana serxiya Behiye Sevîm û Suleyman Bakir hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin ji bo Festîvala Sakîne Cansiz amade ne: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA wê atolye û meşa şevê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê jinan çalakî lidar xist

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Edaletê ya TJA’yê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêxistinên mafên mirovan ji bo Nana Xanim Babazade banga parastina neteweyî kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Stûna jiyan û têkoşînê: Dilovan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    MED-RA Dersim di Festîvala Muzîkê ya Cenevreyê de derket ser dikê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya YPJ’ê pêşangeheke fermî hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    FilmAmed destpê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka nû ya Zekî Bayhan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Bermal Çem strana ‘Evîna Ararat’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji nivîskar Ehmedê Sedef pirtûka ‘Mem – Alan Kurdî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Di bin siya şer de Îran û Rojhilatê Kurdistanê-III
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin
Kurdistan

Nasnameya gerîlayê şehîd hate eşkerekirin

HPG’ê nasnameya gerîlayê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bû eşkere kir û got: “Hevrêyê me Dijwar bi îdeolojiya xwe, hevrêtiya xurt, baweriya xwe ya ji serketinê re û tecrubeya xwe ya di hunera şerê gerîla de, bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Hevrêyê me Dijwar Elbak dema 26’ê Kanûna 2023’yan li herêma Kotolê di nava tevgerê de bû, ket kemîna hêzên Îranê û şehîd bû.

 

Ji fermandarên me yên hêja Mahir, Serbest, Botan, Nûda û Celal ku li Elbakê mezin bûn, tevlî nava refên gerîla bûn û her yek ji wan bûn efsaneyek. Ev fermandarên me yên hêja bûn sembola pêşengiyê ya gelê me. Rêya azadiyê ya ku ji aliyê fermandarên me yên egîd ve hatiye vekirin, veguherî kevneşopiyeke navdar. Hevrêyê me Dijwar Elbak vê kevneşopiya navdar mînak girt û ji herêma Elbakê tevlî nava refên gerîla bû; bi jiyan, sekin û şerê xwe bû mîlîtanekî Apoyî. Hevrêyê me Dijwar siyaseta qirkirin û qetlîamê ya ku dijmin li hemberî gelê me rewa dibîne, kir sedemê têkoşînê û her kêliya xwe bi mezinkirina têkoşînê derbas kir. Di vî warî de bû xwediyê jiyan û têkoşîneke bi berhem. Hevrêyê me Dijwar li gelek herêmên welatê me Kurdistanê têkoşîn meşand û di her xebata ku têde cih girtî bû neferekî xeta berxwedanê ya Apoyî. Ji xeynî tecrubeya xwe ya bîrdozî bi hevrêtî, baweriya xwe ya kûr û pisporiya xwe ya di hunera şerê gerîla de bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

 

Di serî de malbata wî ya hêja ku mîlîtanekî hêja yê Apoyî yê mîna Dijwar Elbak mezin kir û diyarî têkoşîna azadiyê ya gelê me kir, em ji hemû gelê Elbak ê welatparêz û gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Dijwar Elbak bi vî rengî ye:

Nasnav: Dijwar Elbak

Nav û Paşnav: Ergîn Demîr

Cihê Jidayikbûnê: Wan

Navê Dayik – Bav: Şefîka – Enwer

Cih û Dîroka Şehadetê: 26’ê Kanûna 2023’yan

Hevrêyê me Dijwar li navçeya Elbak a Wanê di nava malbateke welatparêz û ji eşîra Xanoyî de hate dinê. Hevrêyê me ji temenê biçûkahiyê û vir ve ji malbata xwe fêrî exlaq û çanda Kurdî bû. Di jiyana xwe hemûyê de vê çand û exlaqê ku ji malbata xwe wergirtî, ji xwe re kir rehber. Lewma hîna di temenekî zû de ji aliyê malbat û derdora xwe ve hate hezkirin. Hevrêyê me li dibistanên dewleta Tirk zêde nexwend û ji temenê zarokatiyê û vir ve ji bo tevlêkariyê li debara malbata xwe bike, dest bi xebatê kir. Lewma hîna di temenê zarokatiyê de rastiya jiyanê nas kir. Hevrêyê me Dijwar her bûyera ku bûyî şahid û jiyan kirî ji xwe re kir tecrube û di temenekî ciwan de berpirsyariyên mezin girtin ser xwe. Hevrêyê me bi taybetî di karekî mîna qeçaxçitiyê ya bi xeter de bû pispor û di demekî nêz de bi taybetmendiyên ku ji vî karî wergirtî ew ê weke gerîlayekî pispor têbikoşe. Ji ber ku derdora ku lê dijî cihekî ku gerîla lê bi bandor bû, hevrêyê me derfet dît ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nas bike. Ji şêwazê jiyana gerîla û têkoşîna ku ji bo gelê me dimeşîne, bandor bû. Hevrêyê me Dijwar ji destpêka demê ciwantiyê ve şahidî ji esareta Rêbertiya me re kir û bi taybetî ji vê yekê pir bi bandor bû ku gelê me li her çar aliyên Kurdistanê û cîhanê bi fedayiyane xwedî li Rêbertiya me derdikeve. Lewma hîna di wan rojan de bû dilsozê Rêbertî. Hevrêyê me Dijwar piştî vê pêvajoyê û şûnde rastiya dijmin hîn baştir fêm kir û li hemberî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin hîn bi hestiyartir bû. Hevrêyê me Dijwar neçar ma ku leşkertiya dewleta Tirk bike, di pêvajoya li leşkeriyê de bû şahidê jiyana ku dijmin ji gelê Kurd re rewa dibîne. Hevrêyê me li vir bû şahidê hewldana dewleta Tirk a ji bo gelê Kurd di statuya koletiyê de bihêle. Bi vî rengî nakokiyên wî zêde bûn û li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Piştî leşkeriyê hevrêyê me Dijwar li hemberî jiyana heyî ya di nava sîstemê de ket nava nakokiyan. Hevrêyê me fikirî ku jiyana bê jiyîn divê bi rûmet be û fêm dike ku ev yek jî encex li welatekî azad pêkan e. Hevrêyê me Dijwar di vî warî de dest bi lêgerînan kir û bi taybetî di sala 2008’an de li hemberî êrîşa dijmin a li Wanê ya li ser dayikên Kurd, hêrsa xwe hîn zêdetir kir. Hevrêyê me Dijwar soz da ku wê teqez hesabê zilma dijmin a li hemberî jinên Kurd, bê pirsîn. Dizanî ku ev yek jî bi tevlîbûna nava refên gerîla pêkan e. Dema ku piştre li cihekî nêzî gundê lê dijî, 6 gerîlayên azadiyê di encama komployekî de şehîd dibin û di sala 2011’an de dema li Botanê komeke hevrêyên me di êrîşên bi çekên kîmyewî de şehîd dibin, ev yek ji bo hevrêyê me Dijwar bû hinceta tolhildan û tevlîbûna nava refên gerîla. Li ser vî bingehî di sala 2011’an de hevrêyê me Dijwar berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me ji herêma Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû û perwerdeya xwe ya destpêkê jî li vir dît. Hevrêyê me Dijwar bi perwerdeyên ku dîtî weke destpêk fêrî jiyana çiya û gerîla bû. Xwe perwerdekirin ji xwe re kir hêmanek û timî di nava pêşketinekê de bû. Hevrêyê me hingî ku xwe pêş xist, dilsoziya xwe ya li hemberî Rêbertî û Tevgera me jî hîn bêhtir pêş xist. Xwe di warê leşkerî de jî pêş xist û bû gerîlayekî azadiyê yê pispor. Hevrêyê me Dijwar bi perwerdeyên wergirtî ket ferqa polîtîkayên dijmin ên li hemberî gelê me û her kêliya xwe bi xwe perwerdekirinê derbas kir. Hevrêyê me di ferqê de bû ku encex bi vî rengî dikare bersiva herî bi wate bide dijmin, perwerdeyên ku wergirtî bi rengekî serketî ragihand jiyanê û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Ji demê tevlî nava refên gerîla bûyî heta sala 2015’an, hevrêyê me Dijwar li herêma Qendîlê xebat meşand. Bi cidiyetek mezin nêzî her xebatê bû û serketina teqez kir hedef. Hevrêyê me bêyî bêje biçûk, mezin nêzî her xebatê dibû û bi taybetmendiyên xwe yên kedkar û fedekar rêzdariya hemû hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Dijwar di xebatên ku têde cih girtî de xwediyê wê derfetê bû ku hîn zêdetir gelê me bibîne. Bi saya terbiyeya ku ji malbata xwe wergirtî û exlaqê xwe yê Apoyî, ji aliyê gelê me ve jî hate hezkirin û rêz jê re hate nîşandan.

Hevrêyê me Dijwar ji bo ku li dijî êrîşên dijmin ên ku di sala 2015’an de dijwar bû têkoşîneke hê aktîftir bimeşîne, xwest di aliyê îdeolojîk de xwe pêş bixe û li ser vî esasî tevlî perwerdehiya Dibistana Navendî ya Partiyê ya Mazlûm Dogan bû. Hevrêyê me li vir derfet dît ku li ser kêmasî û nebesiyên di pratîkê de rû dane lêhûrbe û ji bo tevlîbûnek aktiftir lêhûrbûnên kûr jiya. Hevrêyê me Dijwar ê ku lêhûrbûneke xurt jiya, bi îdîa û biryardariyek mezin derbasî herêma Metînayê bû, li dijî êrîşên dijmin ên li vir bi pêş ketin di gelek çalakiyan de cih girt û erkên xwe yên serdemê bi layîqî pêk anî. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de gelek pirsgirêkên tenduristiyê yên cuda jiya jî, tawîz ji têkoşîna xwe neda û bi îradeya xwe ya bi hêz bû yek ji mînakên herî baş ên mîlîtaniya Apoyî. Hevrêyê me Dijwar ê ku dixwest di taktîk û şêwaza gerîlatiyê ya serdema nû de pispor bibe û li dijî êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me şer bike û azadiya gelê me misoger bike, bi vê armancê beşdarî perwerdehiya li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz bû. Di pêvajoya perwerdehiyê de ji bo ku taktîka gerîla ya serdema nû û gerîlatiya Modernîteya Demokratîk bi hemû pîvanên wê baştir fêm bike, kedek mezin da. Hevrêyê me Dijwar ê ku bi nîqaşên xwe hevrêyên xwe jî pêş xist, di her kêliya jiyanê de her tim di pozîsyoneke pêşeng de bû. Di heman demê de bi hevrêtiya xwe ya xurt, paqijî û bi tevlîbûna xwe ya dirust bû mîlîtanekî Apoyî ku hemû hevrêyên wî, ew mînak bigirin. Hevrêyê me yê ku xwedî qabiliyetek hunerê bû, ji ber vê taybetmendiyê jî li hemû hawira ku lê ma ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moralê. Hevrêyê me Dijwar bû yek ji mînaka mîlîtaniya bêhesab û bêteredût tevlîbûnê.

Hevrêyê me yê ku di pêvajoya perwerdehiyê de, bi asta lêhûrbûna ku bi dest xistiye xwe ji erkên herî dijwar re amade kiriye, bi beşdarbûna di nava gelek xebatên girîng de erk û berpirsyariyên serdema dîrokî ya ku em tê re derbas dibin bi cih anî. Hevrêyê me Dijwar ê ku di her qadê û xebatê de serkeftinê esas digire; bi tempoya xwe ya bilind, tevlîbûna xwe ya bi coş û kesayetiya xwe ya kedkar, karî erkên herî zehmet jî bi serkeftî pêk bîne. Ji ber vê taybetmendiyê jî hevrêyê me Dijwar hurmeta her hevrêyekî ku pê re jiya û xebat meşand bi dest xist û her tim bûye mîlîtanekî Apoyî yê lê tê gerîn. Hevrêyê me Dijwar ê ku di 26’ê Kanûna 2023’yan de dema li herêma Kotolê di tevgerê de bû ket kemîneke hêzên Îranê û li vir gihişte şehadetê. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê têkoşîna azadiyê ya gelê xwe ku hevrêyê me Dijwar dewrî me kir, bi hişmendiya ku di şexsê wî de layiqî hemû şehîdên xwe bin, em ê bigihînin serkeftinê.”

         

        

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiyê ku berdana wî 6 mehan hatî taloqkirin, hate berdan
Nûçeya Pişt re DEM Partiyê namzetên xwe yên ji bo hevşaredariya Cîhanbeyliyê da nasandin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Wê şandeyek ji çar kesan pêk tê biçe Îmraliyê

Piştî ku Komîsyonê Meclisê biryara hevdîtina bi Rêber Apo re da, hate destnîşankirin ku şandeya…

Ji aliyê Stêrk TV

Tundiya polîsan vê carê li Mêrsînê rûda

Dîmenê ku polîsên Tirk li navçeya Yenişehir a Mersînê êşkence bi kesê bi navê A.Y.…

Ji aliyê Stêrk TV

YRK’ê nasnameya gerîlayê şehîd eşkere kir

Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya şervanê xwe yê ji Başûrê Kurdistanê eşkere kir.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

‘Şehîd Zîlan hêza jinê ya azad nîşanî tevahiya cîhanê da’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Di mitînga Wanê de sînevîzyona axaftinên Rêber Apo hatin pêşandan

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cenazeyê Şehîd Zozan hate veşartin, Diyar Xerîb hate bibîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Mitînga Wanê: Wê deriyên Îmraliyê gel veke, ne dewlet’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?