Duşem, 2 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa tenduristiyê ya Koç krîtîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gulistan Kiliç Koçyîgît: Em bi Şoreşa Rojava re ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji 32 rêxistinên li Efrîkaya Başûr peyama piştgiriya bi Rojava re

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîlozof Lowy: Rojavayî wê berdêla terikandina Rojava bide

    Ji aliyê Stêrk TV

    Prof. Holmes: Aşitiya mayînde bêyî mîsogeriya destûrî nayê pêkanîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Geverê 20 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mexmûrê şehîd Viyan Soran hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Viyan Soran li Binarê Qendîlê hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serdana girseyî ya ji bo taziya şervanê QSD’ê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê encamnameya yekemîn konferansa xwe ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşînek nû dimeye: Dema zêdekirina keziyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kampanya îmzeyan: Mafên Kurdan divê bêne misogerkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fermandara YPJ’ê Viyan Efrîn: Bêyî YPJ’ê HSD nabe, ev têkoşîn xweparastina gel e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Stavropolê piştgiriya ji bo kampanyaya ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star piştî da meşa ‘Jin Rojava Diparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Yelda Ebbasî hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji gelê Katalan ji bo Rojava stran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji hunermendê Elman strana ‘Bijî Rojava’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya Rojava stran û klîba ‘Biparêze’ hat çêkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermenda Kurd Yalda Abbasi Meşhed hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serlêdanên Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê destpê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Droneke bombebarkirî ya çeteyan hate xistin
Çeteyan li Çelebiyê darbeyek mezin xwar
Li bejahiya Kobanê bombardûmana çeteyan û tevgera hewayî ya dewleta Tirk
Êrişên çeteyên HTŞ-DAÎŞ’ê yên li ser gundên Kobanê dewam dikin: Birîndar hene
Çeteyên ku êriş birin ser Kobanê derba giran xwarin: 2 tank hatin îmhakirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nasrullah Kuran: PKK’ê li ser navê sosyalîzmê domdarî afirad
Rojane

Nasrullah Kuran: PKK’ê li ser navê sosyalîzmê domdarî afirad

Nivîskar Nasrullah Kuran diyar kir ku sosyalîzm ew e ku hebûna civakî timî hewl dide bi ruh û zanebûnê xwe rêxistin bike, xwe timî jinûve biafirîne û destnîşan kir ku PKK’ê ev yek bi ser xistiye.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 18. Îlon 2025 Dema xwendinê: 10 dq.
Parvekirin

Girtiyê ji ber doza PKK’ê nivîskar Nasrullah Kuran ku 33 sal in girtî ye û 9 mehên girtîbûna xwe li Îmraliyê bi Rêber Apo re derbas kir, pênaseya “Sosyalîzma Netewa Demokratîk” ku weke danasîna sosyalîzmeke nû li cîhanê bi eleqe tê pêşwazîkirin, ji ANF’ê re nirxand.

Ez dixwazim mijareke ku bi taybetî di dema dawî de tê nîqaşkirin, bipirsim. Bi rastî jî weke derdorekê behs kirî, PKK vegerî sosyalîzmê yan timî sosyalîzm parast?

Ev rewş têkildarî we ye ku hûn çawa sosyalîzma reel fêm dikin û wate lê bar dikin. Eger sosyalîzm zanisteke mirov û civakî be ku her tim mirov û civakê bi bawer, hêvî, moral û rêxistin dike û ti carî bê têkoşîn nahêle, wê demê divê mirov lê binêre ka kî ev yek bi ser xistiye.

Ji civîna ewilî ya li Enqere-Çûbûkê ya kadroyên damezrîner ên bi pêşengiya Rêber Apo heya manîfestoya ewilî, ji dema damezrandina PKK’ê heya roja me ya îro di hemû pêvajoyên derbas bûyî de, PKK’ê xwe weke avabûneke sosyalîst pêk aniye.

Di demeke ku sosyalîzma reel çareser bû; mêtingerî û êrîşkariya kapîtalîst gihişt lûtkeyê, gelek rêxistinan dest ji têkoşînê berda û bi sîstemê re bûn yek, mirovahî bêîdîa, bêhêvî û bêrêxistin hate hiştin de rêxistina ku li ser navê sosyalîzmê axivî û çalakî pêk anî, bi şîara ‘di sosyalîzmê de israr, di mirovbûnê de israr e’ têkoşîna civakî bi rêxistin kir û di vê yekê de domdarî afirand, PKK e. Bi îdeolojiya ku pêş xistî mirov bi zanebûna azadiyê re anî ba hev, bi avakirina polîtîk rêxistina xwe derxist holê û bi çalakiya xwe bawerî û hêviya sosyalîst jinûve şîn kir û zindî hişt.

‘LI CEM ME SOSYALÎZM EW E KU ZANEBÛN Û BAWERIYA AZADIYÊ AVA BIBE’

Başe, ev çawa bi ser xistiye?

Helbet, teorî û pratîka sosyalîst li ser esasê îdelojîk bi rastiya civakê re jinûve hate hilberandin û bi bedeneke polîtîk û rêxistinî zindî bû. Li ser vê esasê hewldana avakirina mirov û civakî ya sosyalîsta nû, ji sedî 95’ê têkoşîna wê afirand. Hebûna bi hezaran milîtanên ku di têkoşîna me ya roja îro de sînoran nas nakin, jiyana xwe li ser fedakarî û fedayîtiyê ava kirine û rastiya gelê ku di her şert û mercê de li ber xwe dide, tam îfadeya vê yekê ye. Sosyalîzm ew e ku hebûna civakî timî hewl dide bi ruh û zanebûnê xwe rêxistin bike, xwe timî jinûve biafirîne. Milîtan û rêxistina sosyalîst ji bo vê heye. Wezîfeya wê ew e ku baweriya civakî, hêvî û moralê timî zindî bigire û bi rêxistin bike. Gelo PKK’ê ev yek bi ser xistiye? Erê!

Îdeolojiya azadiyê ya pêş xistî, bi heqîqeta civak û mirovê têkoşer a afirandî re cudahî afirand û ev yek gihandiye asta sosyalîzmeke hevpar a sedsala 21’an. Li cem me sosyalîzm û sosyalîstî ew e ku ev hebûna xweser û demokratîk bi civakê re di şênberiya mirov de zindî bibe. Ew e ku zanebûn û baweriya azadiyê ava bibe.

Di têgihiştina sosyalîzmê ya PKK’ê de timî rexneyek hebû. Ji manîfestoya ewilî heya îro têkoşînek hate meşandin ku sosyalîzm li ser erdnîgariya Kurdistanê were avakirin. PKK’ê çima şûna ku şêwazekê sosyalîzmê ji xwe re bike hedef, tişteke wiha hewl da?

Ji ber ku diyalektîka PKK’ê yanî diyalektîka Rêber Apo, ev yek rast nedît. Helbet ev nayê wê wateyê ku qet bandora sosyalîzma reel li ser nîne. Hûn dizanin, kongreya damezrandinê ya PKK’ê xwe weke çêkereke Marksîst-Lenînîst pênase kir. Lê belê pêkhatineke polîtîk û avakirina teorîk, li ser xeteke ku rêxistinbûneke wiha derbas kirî pêş ket. Di ezmûnên têkoşînên din de jî, mirov dikare rastî vê were. Lê belê di bûyera PKK’ê de Rêber Apo bi tarzekî hîn kûr û esnektir nirxand.

Seferên ji bo Kurdistanê yên beriya avakirina PKK’ê û seredan û hevdîtinên Rêber Apo ya rastî bûn wesîle ku ev rastî zû were fêmkirin. Di rastiyê de biryara birêxistinbûna ji Çepgiriya Tirk jî ne dûrî vê tecrûbeyê ye. Taktîkparêziyeke bêsûd, bi qasî ya orîjînal bandor û encaman dernaxîne holê. Dema ku Rêber Apo pê hesiya ku wê bi encamên hevşib ên beralîbûna hêsaniyeke bi vî rengî yanî wê bi têkçûnê re rû bi rû bimîne, tercîh kir ku girêdayî prensîba sosyalîzmê ya ‘’analîza şênber a şert û mercên şênber’’ bimîne. Karekterê hêmana Kurd û Kurdistanê ya ji zehmetiyan jî zehmettir, bêguman dihat wateya têkoşîneke giran û biêş. Li gel vê yekê, eşkerebû ku têkoşîneke ku zor û zehmetiyên wê hatine ceribandin û xwe li ser vê zemînê daye îspatkirin wê bi hêsanî neyê têkbirin.

Her wiha Rêber Apo ev yek li gel xwe da destpêkirin; bi qasî ku wesfa rêberbûneke dijwar di kesayeta xwe de pêş xist, bi rêya analîzan ew nîşanî kadro/milîtanan da û veguhest nava civakê. Îro tîpolojiya milîtaniya sosyalîst û hebûna civakî ya Kurdistanî ya di rastiya PKK’ê de derketiye holê, weke encameke vê hewlê derketiye holê. Ev jî tê wateya di PKK û xweseriya Kurdistanê de derbaskirina astengiya di sosyalîzm û milîtaniya sosyalîst de, li gel ruh û hişmendiya nû û bi îdîa, hişmendiyeke sosyalîzma gerdûnî ji nû ve bibe hêviya mirovahiyê.

Tevî ew qasî operasyonên herêmî û gerdûnê yên tasfiyekirinê jî mana PKK’ê ya li ser piyan û li hemberî hemû hewlên tasfiyekirinê bersivdayîna wê ya di astên pêngavî de û xwepêşvebirin û mezinbûna wê, dîsa ji ber vê diyalektîka sosyalîst a xweser, ji ber diyalektîka Rêber Apo ye. Sosyalîzma Civaka Demokratîk ya di nava yekbûna paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de, hem weke tevahiya sereke ya vê tecrûbeya xweser û hem jî weke veguhêziyeke gerdûnî ya teknîkî û pratîkî ji mirovahiya îroyîn re hatiye dayîn û rê li ber jinûveronîbûna sosyalîzmê vekiriye.

‘DEMA BINGEH ŞAŞ BE HILWEŞÎNA DEWAMA WÊ BIVÊNEVÊ YE’

Rexneyên PKK’ê yên têkildarî sosyalîzma reel çi ne?

Em rexneya xwe ya sereke ya têkildarî sosyalîzma reel, beriya her tiştî ji ‘Manîfestoya Komunîst’ ku weke çavkaniya sereke ye, ji zanista civakî ya ji sê palpiştên wê yên sereke îdeolojiya Elman, polîtîka aboriya Îngilîz û sosyalîzma utopîk a Fransî pêşengtiya wê dikin, didin destpêkirin. Çimkî ev sê palpişt, ji hemû tecrûbeyên sosyalîzma reel re bûne bingeh. Dema ku bingeh şaş be hilweşîna dewama wê binênevê ye.

Carê, îdeolojiya Elman îdeolojiyeke Hegelyan e. Ji ber wê yekê jî tişta ku Marks û Engels kiriye, weke îdeolojîk, Hegelparêziya çepgir e. Hegel, dewlet bi taybetî jî netewe dewlet pîroz dîtiye û şer weke amûra sereke ya bihêzbûna mutleq qebûl kiriye. Li gorî Hegel dewletbûyîn, tê wateya şerê mayînde yê li hundir û derve. Eşkere ye ku îdeolojiyeke ku şer û dewletê ev qasî mutleq dibîne, nikare demokrasî û sosyalîzmê biafirîne.

Jixwe dîroka ku bi tecrûbeyên dewlet û netewe dewletê hatiye afirandin, li gel hilweşandina hebûna civakî û welatîbûnê koletiya modern e. Li gel îdeolojiya dewlet û desthilatdariyê ya sosyalîzma reel di vê xalê de qebûlkirina wê ya li şûna ku biçe muhasebeyekê, rê li ber wê yekê vekiriye ku şoreş û têkoşînên rizgarbûna neteweyî di demeke kurt de bişibin dijberên xwe. Di vê mijarê de Çîn û Vîetnam, weke mînakên rojane derdikevin pêş.

Li gorî Marks-Engels, kapîtalîzm û qoxana endustriyel weke qonaxeke mecbûrî ku divê were jiyîn hatine nirxandin û hilberîna komunal û jiyan jî di bin navê ‘’terzê hilberîna Asyayê’’ de weke paşverûtî û paşdemayînê hatine dîtîn. Lê belê polîtîka aboriyê ya Îngilîz ya girêdayî teoriyên aboriyê yên A. Smith û Ricardo hatiye pratîkkirin, xwe spartiye xespa zêde ya yekdestên sermaye û desthilatdariyê, koma bêkaran û mecbûriya eşkere-nepenî û amûra netewe dewletê û hebûna xwe pêk aniye. Nêzîkatiyên sînorteng ên weke kardêr-karker, qezenc-destmiz, nirx û nirxê zêde, ne dîtina nakokiya sereke ya pirsgirêkê û eşkerekirina wê ye, bûye sedem ku zêdetir xwe veşêre û hema bibêje qet neyê dîtin.

Însan, weke hûneke dîrokî û civakî weke hev gerdûnî ye. Şîroveyên pozîtîvîst ên bi vî rengî yên zanist, felsefe û îdeolojiyê, bûye berpirsiyarê jirêderkatinên di têkiliya xweza û civakê de.

Ez dibêjim ku rexneyên me yên têkildarî sosyalîzma reel, ên girêdayî van sê çavkaniyên sereke, wê têkildarî mantiqa me ya rexnekirinê daneyeke berbiçav pêşkêş bike. Kesên ku dixwazin fêrî hûrgiliyan bibin, dikarin li ‘Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk’ a Rêber Apo binêrin û bixwînin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Bayhan: Mecbûrî ye ku komîsyon hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re bike
Nûçeya Pişt re Fermandarê ku kûrahiya jiyanê û hêza şer gihand hev: Mordem Çewlîk
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Qadirî: Têkoşîna jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê, destanek e

Seroka Hikûmeta Belûcistanê ya li sirgûnê Na’île Qadirî diyar kir ku gelê Belûcî jî mîna…

Ji aliyê Stêrk TV

Mizgîn Argiş: Girtî vê çalakiyê ji bo heqîqetê dimeşînin

Parêzer Necla Mizgîn Argiş got, "Girtiyên siyasî ev çalakî ne weke helwesteke nerazîbûnê dan destpêkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Desthilatdariya Tirk li dijî hebûna Kurdan e

Nivîskarê lêkolîner ê ji Başûrê Kurdistanê Ferset Doskî got, desthilatdariya Tirk ne tenê dijminê partî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Koordînasyona Jinan a Kobanê daxwaza rakirina dorpêçkirinê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Sûdanî ji bo bi partiyên siyasî re hevdîtinan bike hat Silêmaniyê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Şehîd Viyan Soran li ser gora xwe hat bibîranîn 

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

2 kes bi êşkenceyê hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?