Bi xatirxwestina payîzê re pel dibin çilo û li ber bê dikevin, diweşin. Di nava vê rewşê de em berê xwe didin Girê Sîser ê li qada Garê. Xemla ku li pala Girê Sîserê me pêşwazî dike, bedewiyeke welê ye ku gotin têra vegotina wê nake.
Sîser di her demsalê de rûyekî xwe yê cuda nîşan dide; dîtina vê bedewiyê hesteke gelekî cuda ye. Di nava daristana zerbûyî de em ber bi serê çiyê ve dimeşin. Ba çilo diweşîne, çilo jî rengê xwe dide xakê, dixemilîne. Lewma pirsa “Gelo qadeke bihuştî ya ji vê bedewtir heye?” dikeve hişê mirovan.
Gerîlayek bi me re ye: Milîtan Qoser. Ev meşa me ku bi rêberiya wî dewam dike, zehmet e lê efsûnî ye. Ji bo hilkişîna çar saetan em neçar man ku deh carna bêhnê vedin; lê belê hevalê Milîtan ji ber ku di nava pratîkê de ye qet nabetile. Dema em hewl didin xwe bigihînin wî bêhn li me diçike, lingên me ditevizin, rîtma dilê me di çermê me de xwe nîşan dide.
Hevalê Milîtan di her sed metrî de dibêje “40 deqe man” û bi vî rengî hêviyê dide me. Ya rast, henekeke gerîla dike. Di nava germa tavê û kelecana xwegihandina Sîserê de ber çavên me reş dibe. Ji bo mirov çend tiştên xweş bibîne divê hinekî bitehibe. Ji xwe eşq ev bi xwe ye.
Di her gavê de em hinekî din nêzî Sîserê dibin. Ji xwe re dibêjim, gelo çend gerîla di vê rêyê de derbas bûn. Pirsa “Gelo li van çiyayan ji bo parastina welatê me û hebûna me çiqas berdêl hate dayin?” dikeve hişê min. Kelecana min zêde dibe.
Sîser weke navê xwe, aliyê bakur di bin siyê de ye, aliyê başûr jî bi tavê ronî dibe. Gava em digihêjin ser Sîserê, dîmenê bêhempa yê Herêmên Parastinê yên Medyayê xwe li ber çavên me radixe: Li Bakur Zagros, Zap, Cîlo, Metîna, li başûr Girê Xêrê û Deşta Mûsilê.
Aliyê bakur ê Girê Sîserê zinar e, aliyê başûr jî bi kevirên ji lavê xemilî ye. Xwegihandina serê vî girî weke ku ne mumkun xuya dike; lê belê gerîla her tim rêyekê dibîne. Li binarên wê şikeft hene ku beriya bi hezaran salan mirov lê man. Li vê qadê xezal, sihorî, kivroşk, wehş, gur, hirç û gelek cûreyên çivîkan hene. Dema di nava darên berû, gwîz û gelek cûreyên daran de dimeşin bêhna giha û nebatên şîfa tê mirovan.
Rêwîtiya me ya deh rojan a li Girê Sîserê hem zehmet bû hem jî bi kelecanî derbas bû. Birin û anîna erzaqan bi hêstiran, peydakirina dilopek avê li ser gir, komkirina êzingan, çêkirina tunelên şer… Ev zor û zehmetî ew tişt in ku gerîla dike gerîla. Her gerîlayek şoreşgerî û welaptarêziyê, dilsozî û îradeyê di nava vê têkoşînê de hîn dibe. Barê şoreşê yê li ser milê gerîlayên ciwan ji bo me dibe çavkaniya jiyanê, dibe ronahiya hêviyê.
Di vir de du têgeh derdikevin pêş: Çiya û Gerîla. Ne gerîla bêyî çiya bi wate ye, ne jî çiya bê gerîla. Ev têkiliya dualî serpêkhateiyeke hezkirinê ya bêberdêl e. Ev yekbûna ku di dîrokê de bi stran, destan û pirtûkan nemir bûye, mîrateya welatparêzî û mirovahiyê ye. Apoyî… Xwediyên mekap a zer… Heval… Çiyayên bihuştî yên welatê me…

