Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 22’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li gelek bajaran Newroza Azadî û Demokrasiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Newroza Kocaeliyê de herî kêm 8 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Amedê bi ‘Govenda Azadiyê’ bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ozgur Ozel: Êdî tekane çare aştî ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Gerîla Newroz bi agir û govendê pêşwazî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Amedê: Em ê tekez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qendîlê pîrozbahiyên Newrozê bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyan Newroza 2026’an!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Peyama Rêber Apo di Newroza li Qendîlê de hat xwendin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Ev Newroz bihara azadiya Rêber Apo ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nesekinî, 58 rojan şer kir: Bahoz Tekman
Rojava

Nesekinî, 58 rojan şer kir: Bahoz Tekman

Sembola berxwedana Efrînê Bahoz Tekman 58 rojan li ber dijmin sekinî û şehîd bû. Bi şehadeta xwe veguherî destana lehengiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 4. Tebax 2024 Dema xwendinê: 8 dq.
Parvekirin

Şerê li Rojavayê Kurdistanê hate kirin ne tenê têkoşîna ewladên herêmê bû; ev şer weke jinûve vejîna dîrokî ya neteweya Kurdan hate nirxandin. Hêzên barbar ên mîna DAÎŞ’ê ne tenê êrişî cografyayekê kirin, van hêzan êriş birin ser nasname, çand û paşeroja gelekî û komkujiyên mezin kirin. Ev rewş bû sedem ku hişmendiya neteweyî ya gelê Kurd jinûve hişyar bibe. Dengê her welatparêzên ku di têkoşîna rizgariyê de dibêjin ‘Ez Kurdistanî me’ li Rojava bilind bû. Rojava nîşaneya herî xurt a berxwedana topyekûn a li dijî çeteyên DAÎŞ’ê û piştevaniya neteweyî bû. Nasnameya Kurd di vê demê de ne tenê aîdiyeteke etnîkî bû, her wiha veguherî semboleke lêgerîna edalet, wekhevî û azadiyê. Yek ji mirovên ku li ber êrişên çeteyên DAÎŞ’ê yên li ser gel rabûn jî şervanê YPG’ê Bahoz Tekman bû.

‘DESTPÊKÊ QAD Û HEVRÊYÊN XWE NAS KIR’

Ji hevrêyên wî yên têkoşînê Rûxweş Efrîn qala têkoşîna Bahoz Tekman kir.

Rûxweş Efrîn anî ziman ku di sala 2016’an de Bahoz Tekman nas kir û got, “Wê demê em di Pêngava Şehbayê de bûn. Hevalê Bahoz jî ji Kantona Cizîrê derbasî Şehbayê bûbû. Weke sabotajvanekî tevlî eniyên herî pêş ên Pêngava Şehbayê bû. Ji ber ku li Şehbayê nû bû destpêkê qad û hevalên xwe nas kir. Me jî destpêkê hevalê Bahoz nas kir. Wê demê şer giran bû. Hema hema hemû heval li eniyê bûn. Hevalê Bahoz tevlî ku qad baş nas nedikir jî li eniya herî pêş bû. Dema ku operasyon li gundekî dihate kirin yek ji wan hevalên destpêkê bû ku xwe pêşniyar dikir. Weke sabotajvanekî bi roleke mezin rabû.”

‘NEXWEST HEVALAN BI TENÊ BIŞÎNE ENIYÊ, LI REFÊN HERÎ PÊŞ BÛ’

Rûxweş Efrîn bal kişand ser taybetmendiyên Bahoz Tekman û got, “Hem gelekî xwîngerm bû hem jî ji ber ku nedixwest hevalên xwe bi tenê bişîne eniyê timî li refên pêş bû. Di bin êrişên giran de, di nava şer de gelek mayin bêbandor kir ku heval karibin xwe bigihînin çeperan. Ji bo bi hevalan re bibe yek hewl dida. Dixwest di demeke kurt de her kesî nas bike.”

PIŞTÎ KU REHET BÛ LI ENIYÊ VEGERIYA

Rûxweş Efrîn diyar kir ku Bahoz Tekman sala 2016’an ji lingê xwe bi giranî birîndar bû û got, “Xwedî kesayetiyeke welê bû ku erk û berpirsyariyên xwe di cih de bi cih dianî, bi hawara hevrêyên xwe ve diçû. Vê yekê têkiliyên me yên hevrêtiyê xurt kir. Bi qasî ku ji bo hevrêyên xwe hesas bû di mijara mayinekê de jî ewqasî bi hesasiyet nêzîk dibû. Ji bo ewlhiya xwe û hevrêyên xwe gelekî hesas tevdigeriya. Êrişên giran ên dijmin hebûn. Em jî gav bi gav bi pêş ve diçûn. Roj nebû ku şer nediqewimî, fîşek li me nedihat barandin. Çeteyan her wiha qad bi temamî bi mayinan dagirtibûn. Di rewşeke bi vî rengî ya giran de Bahoz demeke kurt birîndar bû. Ji lingê xwe birîndar bû.

Tevî ku birîna wî gelekî giran bû di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û careke din li eniyê vegeriya. Zanîbû ku pêngav çiqasî giran e û divê zû rehet bibe. Nedixwest hevrêyên xwe bi tenê bihêle. Ji ber vê jî birîna xwe zû pêçand, hevrêyekî bi îrade û xurt bû. Ji cihê ma dewam kir. Birîn li pêşiya xwe nekir asteng. Coş û moralê wî mîna roja destpêkê bû.

SABOTAJVANÊN NÛ PERWERDE KIR

Ji bo gihandina sabotajvanên nû agahiyên xwe, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Rê û rêbaza têkbirina taktîk û teknîka dijmin dîtibû, di vê çarçoveyê de tecrûbeyên xwe bi xurtî parve dikir. Di nava şerê giran de agahiyên xwe nû dikir. Hewl dida huner û sabotajvaniya xwe bi pêş bixîne. Dema ku hevalê Bahoz li eniyekê bû, hevrêyên wî dilrehet bûn. Zanîbûn ku wê li mayinekê neqelibin.”

TEVLÎ BERXWEDANA 58 ROJAN A EFRÎNÊ BÛ

Rûxweş Efrîn anî ziman ku Bahoz Tekman piştî Pêngava Şehbayê di dema êrişa dewleta Tirk a li ser Efrînê de weke sabotajvanekî li refên herî pêş tevlî şer bû û got, “Xwe ji şer negirt. Li refên pêş sabotajvan bû. Ji bo artêşa Tirk a dagirker bi gaveke bi tenê jî navêje Efrînê bi dil û can şer kir, ked da û pêvajoyeke zehmet derbas kir. Li Bilbilê li ber xwe dida. Her ku êriş berfireh dibûn, wezîfe û berpirsyariyên wî jî zêde bûn. Gelek mayinên dijmin bêbandor kir. Gelek çalakiyên sabotajê pêk anî ku derbên giran li dijmin xist. Ji bo dijmin gaveke bi tenê jî bi pêş ve neçe, xwe kir çeper. Di roja destpêkê ya şer de li hemberî teknîka dewleta Tirk a ku bi 72 balafiran êriş kir, bi derfetên kêm şer kir. 58 rojan li her kêliya berxwedanê bû.

LI ŞEHBAYÊ LI SER KAR BÛ

Piştî 58 rojan bi gel û hevrêyên xwe re derbasî Şehbayê bû. Li wir jî nesekinî. Timî di nava liv û tevgerê de bû. Bi yekîneya sabotajê re eleqedar bû, di heman demê de li pey taktîkên nû amadekarî ji çalakiyê re dikir. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir jî dawî li çalakiyên xwe neanî. Bi rêxistinî, plankirî û pêşdîtî di amadekariyên çalakiyan de pêşengî ji her çalakiyeke sabotajê re kir.

‘AMADE BÛ KU CANÊ XWE JI BO GELÊ XWE BIDE’

Ji bo gelê Efrînê careke din li xaka xwe vegere amade bû ku canê xwe bide. Ji ber ku gelekî bi xelkê Efrînê re dilsoz bû. Bi kûrahî jê hez dikir û dilsoz bû. Digot, sal derbas bibin jî em ê Efrînê jinûve bi dest bixin. Derfetên çalakiya sabotajê nebûya jî bi baskê êrişê re tevdigeriya. Lewma dilsozê welat, xak û gelê xwe bû. Piştî berxwedana 58 rojan bêrawestan bi ser dijmin ve meşiya. Her timî amadekarî ji çalakiyê re dikir. Bi moral û coş bi ser dijmin ve dimeşiya.”

* Bahoz Tekman (Alî Saît Cîhanoglû) li gundê Kefer Mizê yê navçeya Şera ya Efrînê di 19’ê Hezîrana 2018’an de di çalakiya li dijî leşker û çeteyên Tirk de şehîd bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HESEKÊ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê li Rizgariyê 30 şitil hatin çandin
Nûçeya Pişt re ROJEVA 4’Ê TEBAXA 2024’AN
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Konyayê bi pileya 5.2’yê erdhejek çêbû

AFAD’ê ragihand ku li navçeya Kulu ya Konyayê saet derdora 15.46'an bi pileya 5.2’yê erdhej…

Ji aliyê Stêrk TV

Ozel li Wanê ye: Pirsgirêka Kurd heye, divê li meclîsê gav bên avêtin

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel li Wanê axivî û got, “Pirsgirêka Kurd heye.” Ozel,…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şirnexê şewat

Li Şirnexê agir bi qadeke berfireh a daristanî ket.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Sîpan Hemo: Neyên lîstikan!

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Asayîşê li dijî provokasyonan daxuyanî da

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Qamişloyê li dijî êrîşên li Efrîn û Helebê xwepêşandan hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Efrîn û Helebê êrîşa li dijî Kurdan û sembolan wan

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?