Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyahû roja Yekşemê daxuyaniyek da û bang li Sekreterê Giştî yê NY’ê Antonio Guterres kir ku leşkerên Hêza Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) a li Lubnanê ‘tavilê vekişîne cihekî ewle’.
Netanyahû got, “Birêz Sekreterê Giştî hêzên UNIFIL’ê vekişînin cihekî ewle. Divê tavilê vê bike.”
rojên dawî li başûrê Lubnanê di şerê navbera hêzên Îsraîlê û tevgera Hîzbûllahê de herî kêm 5 endamên hêza aştiyê birîndar bûn.
UNIFIL’ê ragihand ku artêşa Îsraîlê ‘bi zanebûn’ gule berdan çeperên wan. 40 welatên ku tevkariyê li hêzê dikin, roja Şemiyê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin, “Ev hewldan divê tavilê bê rawestandin û bi rengekî guncaw lêpirsîn bê destpêkirin.”
Hêza UNIFIL’ê ku ji 9.500 leşkeran pêk tê, weke tampyon li başûrê Lubnanê hatiye bicihkirin. Yekîneyên xwe yên herî zêde ji Endonezya, Hindistan, Gana, Îtalya û Nepalê pêk tê. Malezya, Spanya, Îrlanda û Fransa jî tevkariyê li yekîneyan dikin.