Neteweyên Yekbûyî (NY) , sûcên şerî yên wek çalakiyên pîvanên hiqûqa navnetewî binpê dikin pênase dike. Li gorî vê di Statuya Romayê ya Dadgeha Cezayê yê Navnetewî de êrîşên li hemberî sîvîlan, êşkenceya li girtiyan, hedefgirtina hawirdorê, dibistan, nexweşxane, îbadetxane, qadên enerjî û avê, koçberkirina sîvîlan, îhmalkirina bîrîndar û nexweşan, bikaranîna çekên kîmyewî wek sûcên şer tên pênasekirin. NY’yê ji bo darizandina sûcên şer gelek mekanîzma ava kirine. Ev mekanîzma eiha ne: Dadgeha Cezayê Navnatewî ya 1998’an bi Statuya Romayê re hatiyê avakirin, Dadgehên Demkî, mînak; Dadgeha Cezayê Navnetewî ya Ruandayê (ICTR), Dadgeha Cezayê Nanetewî ya Yugoslavyaya Kevin (ICTY) û dadgehên ku hiqûqa netewî û navnetewî dikin yek; bo nimûne Dadgeha Taybet a li Sierra Leonê ji wan peymanên nevnetewî ne ku ji bo pêşîlêgirtina sûcên şer û hesabpirsîna ji berpirsên wan hatine danîn. Ji bo mekanîzmayên kontrolê jî Peymana Cenevreyê, Statuya Romayê, Konseya Ewlekariya NY hatine diyarkirin. Lê belê sûcên şer ên ji aliyê NY’yê ve hatine pênasekirin, dadgehên hatine avakirin û mekanîzmayên kontrolê li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê bêdengiya xwe diparêzin. Li gorî pênaseya sûcên şer ên NY’yê êrîşên dewleta Tirk ên ku ji 1’ê Çileyê heta 25’ê Çileyê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê pêk anîne dikevin çarçoveya sûcên şer.
Ji 8’ê Kanûna 2024’an vir ve êrîşên li ser Bendava Tişrînê û ji 8’ê Çilêyê vir ve jî bi balafirên şer, SIHA û çekên giran li dijî sîvîlên ku li bendavê nobetê digirin êrîş didomin.
Roj bi roj êrîşên ku hatine kirin:
1 Çile 2025
Li bajorokê Til Hafîrê yê girêdayî Tebqayê karxanayê şekir hate hedefgirtin. Di encama êrîşê de zirara madî çêbû.
Li rojavayê Girê Spî, li gundê Gopirlik û li başûrê Kobanê jî gundê Bîr Hiso û Pira Qereqozaxê bi çekên giran hatin hedefgirtin.
2 Çile 2025
Gundê Mişêrfê yê girêdayî Zirganê û başûrê Kobanê û Pira Qereqozaxê bi çekên giran hatin hedefgirtin.
3 Çile 2025
Gundê Hurriyê yê bakur û rojhilatê Tebqayê bi belafirên keşfê hate hedefgirtin.
4 Çile 2025
Bi çekên giran li gundên El-Ebd El-Cumaa û El Fetsa yên girêdayî Eyn Îsa hat hedefgirtin.
6 Çile 2025
Gundê Cad ê girêdayî Sirînê bi çekên giran hate hedefgirtin. Heman rojê di encama êrîşa ku li gundê Cideydê yê bakurê Eyn Îsayê de welatiyê bi navê Emmar Hemed Elî El-Hisên (45) birîndar bû.
8 Çile 2025
Li gundê Girikê yê başûrê Kobanê welatiyek hate hedefgirtin.
9 Çile 2025
Gundê Segiro yê rojhilatê Eyn Îsayê û gundên Kobanê yên Xerab Eto, Şêxler, Êlecax bi çekên giran hatin hedefgirtin.
Gundê Îbrahîm Kurdo yê rojavayê Girê Spî bi çekên giran hat hedefgirtin. Li Kobanê mala sîvîlekî hate hedefgirtin.
Derdora Eyn Îsayê û gundê El Mişêrfa bi çekên giran hate hedefgirtin.
Gundê Cirneyê yê girêdayî Tebqayê bi balafirên keşfê du caran hate hedefgirtin. Di van êrîşan de li qadên genimî û îstasyona kehrebê hatin hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de îstasyona kehrebê ji xizmetê ket.
10 Çile 2025
Derdora Sirînê û qada genimî ya Sirînê bi balafirên şer hatin hedefgirtin. Li bakurê Zirganê jî gundê Xedrawî û tangên avê bi çekên giran hatin hedefgirtin. Di encama êrîşê de tangên avê ji xizmetê ketin.
Li bakurê Til Temîrê, gundê Miseltayê bi çekên giran hate hedefgirtin.
11 Çile 2025
Di êrîşên li dijî Sirîn û Qereqozaxê de mala Elî Hesnawî xera bû. Di encama êrîşê de zarokên Elî Hesnawî Casim Elî Şewaz (12) û Hanî Elî Şewax (16) birîndar bûn.
Di êrîşa gundê Mesrebê de 3 welatî hatin qetilkirin û 5 welatî jî birîndar bûn.
Navê welatiyên ku hatin qetilkirin:
Îsmaîl Hisên Mistefa (37), Fatma Îsmaîl Mistefa (12), Ayşe Îsmaîl Mistefa (13)
Navê welatiyên ku birîndar bûne:
Hisên Îsmail Mistefa (10), Xilud Îsmaîl Mistefa (8), Îman Îsmaîl Mistefa (5), Elî Îsmaîl Mistefa (2), Behriye Îsmaîl Mistefa (1).
12 Çile 2025
Îstasyona benzîn û gazê ya nêzîkî Zirganê bi çekên giran hate hedefgirtin. Di encamê de îstasyon ji xizmetê ket.
Derdora Sirînê û li başûrê Kobanê gundên Sepet, Sêvê û girê Berkel bi çekên giran hatin hedefgirtin.
13 Çile 2025
Li nêzî bendava Tişrînê ambûlansa Heyva Sor a Kurd bi belafirên keşfê hate hedefgirtin.
14 Çile 2025
Girê Berkel ê girêdayî Kobanê bi belafirên şer û çekên giran 2 caran hate hedefgirtin.
Gundê Esediyê yê bakurê Zirganê bi çekên giran hate hedefgirtin. Gundê Dîkan ê girêdayî Sirînê jî hate bombekirin. Her wiha derdora Sirînê 8 caran bi balafirên şer hate bombekirin.
15 Çile 2025
Li bendava Tişrînê ambûlansa Heyva Sor a Kurd hate bombekirin.
17’ê Çile 2025
Li başûrê Kobanê gundê Bîr Hiso bi çekên giran hate hedefgirtin. Girên Loktê û Goltep ên ku li gundê Çelebiyê ne jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
Gundên Sirînê bi belafirên şer hatin hedefgirtin. Li rojhilatê Eyn Îsayê jî bîra ava ku diçû gundên El Fatsa û Mişêrfê bi çekên giran hatin hedefgirtin.
18 Çile 2025
Gundên Eyn Îsayê û gundên Zenoba, Nahît, Sebaa Cefer yên rojavayê Girê Spî hatin hedefgirtin. Her wiha kampa Eyn Îsayê jî hate hedefgirtin.
Di encama hedefgirtina Eyn Îsayê û derdora wê de, ji heman malbatê zarokên bi navê Mehmûd El-Cassem El Ebid (3), Buşra Al Jassim El Ebid (16) û Îsamîl El-Cassim El Ebid (14) birîndar bûn.
Gundê Dîkanê yê girêdayî Sirînê bi balafiran, bîra avê ya nêzî gundê El Hîşa ya rojhilatê Eyn Îsayê jî bi çekên giran hatin hedefgirtin.
Gundê Cadêyê girêdayî Sirînê bi balafirên şer hate hedefgirtin û li gund dibistan hate bombekirin. Di heman rojê de tamîrxaneya seyareyan jî bi balafirên şer hate hedefgirtin. Ambulansa Heyva Sor a Kurd ya ku ji Bendava Tişrînê birîndaran dibirin Tebqayê bi balafirên keşfê hate hedefgirtin. Di heman rojê de gundên başûrê Kobanê jî bi çekên giran hatin hedefgirtin.
19 Çile 2025
Gundê Til El Werdê yê girêdayî Zirganê bi çekên giran hate bombekirin.
20 Çile 2025
Gundê Himarayê yê li rojhilatê Tirbêspiyê bi belafirên şer hate hedefgirtin. Di encama êrîşê de depoya avê ji xizmetê derket.
Çarxelaya Sirînê, embara genimî û karxaneya hesin bi balafirên şer hate hedefgirtin. Li navçeyê karxaneya dohnî jî bi çekên giran hate hedefgirtin.
Gundê Qertalê yê rojavayê Girê Spî bi çekên giran, li Kobanê jî Girê Berkelê hatin hedefgirtin.
21 Çile 2025
Bajarê Zirganê bi çekên giran hate hedefgirtin. Gundê Sepetê û derdora Kobanê bi balafirên şer hate bombekirin.
22 Çile 2025
Gundê Bîr Hiso yê başûrê Kobanê bi balafirên şer hate hedefgirtin. Embara genimî ya Sirînê jî bi balafirên şer hate bombekirin.
23 Çile 2025
Navenda Sirînê û gundên Bîr Rem û Qure yên girêdayî Kobanê bi çekên giran, gundê Bîr Hiso jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
24 Çile 2025
Gundên Um Hermala (4 car), Rebîat û Xirbet El-Şeîr ên girêdayî Zirganê bi çekên giran hatin bombekirin.
Li başûrê Silûkê El Tirwaziyê û li rojhilatê Eyn Îsayê jî gundên El-Ebd El-Cumaa û Um El-Saharîc bi çekên giran hatin hedefgirtin.
25 Çile 2025
Gundê Dîkanê yê girêdayî Sirînê û gundê Bîr Hiso yê girêdayî Kobanê bi balafirên şer hatim hedefgirtin. Li başûrê Sirînê jî gundê El Tirwaziyê bi çekên giran hate bombekirin.
26 Çile 2025
Bajarokê Sirînê û navenda Eyn Îsayê bi balafirên şer hate bombekirin. Li Tişrînê jî gelê ku nobet digirt bi SIHA’yan hate bombekirin. Derengê şevê Pira Qereqozaxê hate bombekirin. Li rojhilatê Eyn Îsayê gundê El-Cemas bi çekên giran hate bombekirin. Di encama bombebaranê de zarokê 6 mehî Ebdurehman Îsmaîl El Hisên, xwîşka wî ya 12 salî Asya Hemed El Hisên şehîd bûn. Birayê wan ê 20 salî Erîc Xalid El Hisên jî birîndar bû.
27 Çile 2025
Dewleta Tirk di tevahiya rojê de 15 gund, 2 bajar û li bendava Tişrînê 20 cih bi balafirên şer, çekên giran û SIHA’yan bombe kir.
Navendên ku hatin bombekirin wiha ne: Bendava Tişrînê û derdora wê, navenda bajarê Zirganê û gundê Xedrawî, li gundê Reibate îstasyonên benzîn û gazê, gundên Silukê yên bi nave El Gazlî, El Hewîcê û El Heco, navenda bajêr ê Eyn Îsayê, rêya M4 û gundên Um Seharic, Saramide, Siwêdiyê, Mişêrfê, Hec Hesen û Taîsê, li Kobanê jî gundên Tîna, Bîr Hiso, Xesiq û Sepet, li Sirînê jî depoya genim.