Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy li ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qanûna çarçoveyê ya bê derxistin û nêzîkatiya hikumetê ya li pêvajoyê ji ANF’ê re axivî.
Oya Ersoy diyar kir ku otorîterbûyîna ku salên dawî li Tirkiyeyê mezin bûye yek ji astengiyên herî mezin ên li pêşiya aştî û demokrasiyê ye û anî ziman ku bicihneanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nîşaneya dûrketina ji pîvana dewleta hiqûqê ye.
Oya Ersoy ragihand ku piştî pêvajoya çareseriyê ya sala 2015’an bi dawî bû li Tirkiyeyê qada demokratîk bi rengekî cidî teng bû û got, “Ji biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heta bi biryarên dadgeriya dewleta Komara Tirkiyeyê hem li qada siyasî hem jî li qada demokratîk a civakî tengaviyekê rû da. Em di pêvajoyeke bi vî rengî ya teng de derbas dibin. Li tevahiya cîhanê krîzeke giran a mafên mirovan heye. Rejîma ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn ava bû hilweşiya. Hemû ewle êdî li gorî peyman û mewzûatên mafên mirovan tevnagerin.”
‘DESTHILATDARÎ PÊVAJOYÊ DI NAVA SÎNORÊN XWE DE DIMEŞÎNE’
Hevseroka ÎHD’ê anî ziman ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo da destpêkirin ji demên derbasbûyî cudatir e û diyar kir ku desthilatdarî ji çareseriya pirsgirêka Kurd wêdetir ji ber neçariyên bûyerên herêmî pêvajoyê dimeşîne. Oya Ersoy got, “Motîvasyona desthilatdariyê çareseriya meseleya Kurd nîne ku zêdeyî 100 sal in li erdnîgariya me dewam dike. Desthilatdarî ji ber hevsengiyên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên DYE û Îsraîlê weke neçariyekê vê dike. Di vir de hewl dide li gorî xwe pêvajoyê bimeşîne.
Belê, pêvajoyek heye. Lê belê desthilatdarî vê pêvajoyê ji ber mecbûriyetekê dike û hewl dide li gorî xwe bimeşîne. Lewma li pêşberî me dewleteke otorîter heye. Bi temamî ji dewleta hiqûqê dûr ketiye, bi mejiyê ‘min kir, bû’ tevdigere û li gorî pêwîstiya mayina li desthilatdariyê dadgeriyê weke amûrekê bi kar tîne.”
‘DESTHILATDARÎ JI BO PÊVAJOYÊ SIST BIKE GAVÊ NEAVÊJE’
Oya Ersoy diyar kir ku divê pêvajo civakî bibe, hemû derdorên alîgirê demokrasî, aştî û mafên mirovan tevlî pêvajoyê bibin û işaret bi hewldanên desthilatdariyê kir ku pêvajoyê sist dike. Oya Ersoy got, “Ji bo ev pêvajo têk neçe yan jî bi lez bimeşe, tevnagere. Berevajî ji bo sistkirinê, her wiha bi feraseta ku gavan di nava înîsiyatîfa xwe de biavêje, desthilatdarî pêvajoyê dimeşîne. Heta ku mecbûr nemîne gavan neavêje. Ji Cotmeha 2024’an û vir ve gavek neavêtiye. Bêguman ev yek li nava civakê û gelên me dibe sedema bêbaweriyeke mein.”
‘BERIYA KU MECLÎS BÊ GIRTIN DIVÊ QANÛNA ÇARÇOVEYÊ BÊ DERXISTIN’
Hevseroka ÎHD’ê destnîşan kir ku ji bo rêveçûna pêvajoyê beriya girtina meclîsê divê hin sererastkirinên bingehîn bêne kirin û got, beriya her tiştî divê qanûna dema derbasbûnê bê derxistin.
Oya Ersoy diyar kir ku piştî biryara terikandina çekan, mecbûrî ye ku şêweyê rêveçûna pêvajoyê bi rengekî qanûnî bê ewlekirin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir:
“Ji bo pêvajo bimeşe hin gavên lezgîn hene ku divê bêne avêtin. Beriya her tiştî divê qanûneke dema derbasbûnî beriya girtina Meclîsê bi lez bê derxistin. Di nava du rojên dawî de nîqaş têne kirin ku pêşnûmeya vê qanûnê wê bê pêşkêşkirin lê belê pêvajoya derxistina qanûnê wê ji payîzê re bê hiştin. Ev pêvajo vê yekê ranake; ewqasî demdirêj nabe. Divê gavên gelekî lezgîn bêne avêtin.
Divê ev qanûn bê derxistin û ev qanûn jî qanûneke welê be ku di asta efûyeke giştî de be ku her kesî di nava xwe de vehewîne. Wê rewşa yên çek danîne çi be? Wê çawa bên erdnîgariya me, bên vê derê? Wê çawa beşdarî nava jiyana civakî, bi taybetî jî pêvajoya siyasî bibin? Ev yek divê bi rengekî bê diyarkirin.”
‘JI BO HER KESÊN DI NAVA PÊVAJOYÊ DE YE PÊWÎSTÎ BI GARANTIYA HIQÛQÎ HEYE’
Oya Ersoy bi bîr xist ku di pêvajoyên beriya niha de her kesên muxalîf ên tevlî pêvajoyê bûn hatin darizandin, lewma divê garantiya hiqûqî hebe û got, “Di vê pêvajoyê de niha her kes diaxive. Di pêvajoya 2025’an de me gelekî baş tecrûbe kir. Heman piştî ku hate gotin pêvajo qediya ye, operasyonan destpê kirin. Daxuyaniyên li ser pêvajoyê, axaftinên di nava pêvajoyê de hemû bûn mijara darizandinê.
Di serî de HDP, hevalên wê demê têkoşiyan, parêzvanên mafên mirovan ên me bi hev re têkoşîn meşandin ya hatin girtin, yan jî rastî zexta dadgeriyê hatin, yan jî neçar man ku derkevin derveyî welat, sirgûn bibin. Gelo wê rewşa van hemûyan çi be?
Dibêjin ‘Em kevana terorê digirin’. Tişta ku jê re girtina kevana terorê tê gotin, rakirina qanûna têkoşîna li dijî terorê ye.”
‘DIVÊ STATUYA HIQÛQÎ YA BIRÊZ OCALAN BÊ PÊNASEKIRIN’
Oya Ersoy diyar kir ku ji bo dewamiya pêvajoyê divê statuya hiqûqî ya Rêber Apo zelal bibe û got, “Bi lez divê statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan bê pênasekirin. Bahçelî radibe tiştekî dibêje, çavkaniyên AKP’yî tiştekî din dibêjin. Lê belê dawiya dawî pêvajoyek heye ku hêzên dewletê yekser bi Ocalan re hevdîtinê dikin. Ji bo zelaliya vê yekê divê dedrfeteke welê bê afirandin ku karibe bi her kesî re hevdîtinê bike, nêrînên xwe parve bike.
Yanî dewlet ku muxatabê vê pêvajoyê ye, Ocalan weke muxatab dibîne. Ji yên berê cudatir ev pêvajo yekser ji aliyê aktorê wê ve, ji aliyê Ocalan ve tê meşandin. Ji bo ev pêvajo têk neçe, divê di vê mijarê de gav bê avêtin. Divê ev statu bê pênasekirin û çarçoveyeke giştî bê diyarkirin.”
‘DIVÊ QEYÛM BÊNE VEKIŞANDIN, GIRTÎ BÊNE BERDAN’
Oya Ersoy ragihand ku divê kiryarên qeyûm bi dawî bibin, wezîfeya rêveberên şaredariyan ên hilbijartî radestî wan bê kirin, ev yek wê ji bo demokratîkbûnê bibe gaveke girîng û got, “Ji bo vê pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî nîne. Bi biryarnameyekê qeyûm hatin tayînkirin, bi biryarnameyekê divê bê vekişandin. Ji bo vê gelo li benda çi ne?
Ji bilî vê yekê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye. Ji bo bicihanîna van biryaran gelo li benda çi ne? Ji bo vê pêwîstî bi sererastkirineke qanûnî nîne. Di serî de Serlahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag gelek mirov girtî ne, bi rengekî bê hiqûqî têne ragirtin, divê bêne berdan. Ev mirov divê karibin tevlî pêvajoyê bibin. Eger tevlî pêvajoyê bibin, gelo wê pêvajo hîn bi lez nemeşe? Baş e ji bo vê çima gav nayê avêtin?”
‘MAFÊ HÊVIYÊ DIVÊ JI BO HER KESÎ DERBAS BIBE’
Oya Ersoy destnîşan kir ku mafê hêviyê di serî de ji bo Rêber Apo divê ji bo hemû girtiyan derbas bibe û got, “Bi biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê bi sedan girtî hene ku bi neheqî li girtîgehan têne ragirtin. Gavên di vê der barê de divê tavilê bêne avêtin. Ji bo vê jî pêwîstî bi qanûneke taybet nîne.
Piştî ku ev gav hatin avêtin, hingî ji bo çareseriya meseleya Kurd ku weke meseleya esasî ya vê pêvajoyê tê pênasekirin, qonaxeke cuda ya têkoşînê wê destpê bike. Di mijara pêşvebirina vê têkoşînê de bêguman daxwazên me hene. Zêdeyî çil sal in weke Komeleya Mafên Mirovan em hem hişê vê pêvajoyê ne hem jî aliyê wê ne.” Parêzvana mafên mirovan Oya Ersoy anî ziman ku ji ber vî şerê şil salî travmayên civakî û şexsî rû dan û destnîşan kir ku divê pêvajoyeke welê bê afirandin ku careke din bûyerên qewimîn neqewime.
‘VEGER Û GARANTIYA HIQÛQÎ’
Oya Ersoy ragihand ku piştî pêvajoya çekdanînê veger û entegrasyona civakî divê bibe sererastkirinên sereke û got, “Yên ku dest ji çekan berdan wê rewşa wan çi be? Di vê der barê de divê sererastkirinekke bêyî cihêkariyê hebe. Divê veger pêk were, girtî bêne berdan û yên li sirgûnê vegerin. Ji bo van jî divê garantiyeke hiqûqî hebe.”
‘SÎSTEMA CERDEVANIYÊ DIVÊ JI HEV BÊ XISTIN’
Oya Ersoy diyar kir ku piştî biryara fesixkirinê û terikandina çekan a Tevgera Azadiyê ya Kurd weke gava destpêkê ya pêvajoyê divê cerdevan jî çekê dînin û got, “Tiştekî bi navê sîstema cerdevaniyê heye. Di rapora meclîsê de qala piştrastkirina terikandina çekan tê kirin. Baş e wê rewşa cerdevanan çi be? Yanî bendewariya me ew e ku sîstema cerdevaniyê ji hev bê xistin, cerdevan bêne bêçekkirin. Ji bo pêvajo têk neçe û bi pêş ve biçe, gavên destpêkê yên pêwîst e bêne avêtin ev in.”
‘MAFÊ JIYANA BI ZIMANÊ DAYIKÊ DIVÊ BÊ GARANTÎKIRIN’
Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy anî ziman ku sererastkirinên hiqûqî û ewlekariyê wê têra mayindebûna pêvajoyê nekin û destnîşan kir ku divê mafê jiyanê yê bi zimanê dayikê bê garantîkirin.
Oya Ersoya axaftina xwe bi vî rengî bi dawî kir: “Ji bo em karibin bibêjin, ‘divê careke din rû nede’, pêwîste sîstemek bê avakirin ku mafên mirovan, edalet, azadî û wekheviyê ji xwe re dike bingeh. Di serî de mafê jiyana bi zimanê dayikê, divê sererastkirin werin kirin ku mafên demokratîk garantî bike.”

