Yekşem, 7 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    ROJEVA 7’Ê HEZÎRANA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Melîs Gebeş: Binpêkirin dewam dike, sererastkirin şert e

    Ji aliyê Stêrk TV

    NûJINHA: Em tevî êrîş û gefên li dijî ajansa xwe, fealiyetên xwe dimeşînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Nabe Ocalan di van şertên girtîgehê de pêvajoyê bi rê ve bibe’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê ji bo Bûldan, Yildirim û Karay kom bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Dihokê 2 drone hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê jinek û birayê wê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya Giştî ya KNK’ê didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bayik û Karayilan: Ji bo Kurdan hem xeterî hem jî derfet hene

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    TJA’yê bertek nîşanî Rahmî Koç da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Dersîmê bersiv dan Ensarîoglu: “Ev mikurhatine, divê tavilê sûcdar bêne cezakirin!”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di meha Gulanê de 16 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîst Nadîm Mukarreb: Di salekê de herî kêm 61 jin hatin darvekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji AKD’ê banga ji bo 14’ê Hezîranê: Em tevlî Greva Jinan bibin, li dijî G7 dengê xwe bilind bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mujde Gungor a ku hat qetilkirin li Mûşê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yek ji çandên esîl ên Kurdewarî: Tevn

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-Çand-Ewropayê, Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev Çand-Ewropayê Hozan Zinar bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Roja duyemîn a 5’emîn Festîvala Çanda Kurd a Parîsê bi çalakiyên rengîn berdewam kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şahiya Çand û Hunerê ya Êzidxanê bi coş û girseyî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Kampanyaya na ji darvekirinê re: Gefên Wezareta Îstixbaratê ya Îranê zêde bûn
Durziyên li Girtîgeha Adrayê dest bi greva birçîbûnê kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroz li Sêweregê bi coş hate pîrozkirin
Kurdistan

Newroz li Sêweregê bi coş hate pîrozkirin

Li navçeya Sêwereg a Rihayê Newroz bi beşdariya bi hezaran kesî bi coş hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2025 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Li navçeya Sêwereg a Rihayê bi dirûşmên; “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Newroza Civaka Demokratîk ji bo azadiyê” Newroz hat pîrozkirin.

Pîrozbahiya ku li qada kêleka Bazara Genim a li ser rêya Wêranşarê hate lidarxistin, parlamenterên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Ayten Kordu, Serhat Eren, Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Rihayê, nûnerên rêxistinên civakî, hevşaredarên DEM Partiyî û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Qada ku pîrozbahî lê hat lidarxistin bi alên kesk, sor û zer xemilandin, li ser dikê pankarta bi nivîsa “Newroza civaka demokratîk ji bo azadiyê” hat daliqandin. Welatiyên ku bi cilûbergên xwe yên neteweyî ketin qadê, demeke dirêj govend gerandin. Di nuqteyên lêgerînê de polîsan gotin qedexe ye ku bi pêlavên marka Mekapê bikevin qada Newrozê lê gel astengî nas nekir û bi pêlavên Mekapê ketin qadê.

Di pîrozbahiyê de Komîteya Amadekar a Newrozê, hevserokên bajar û navçeyan ên DEM Partî û DBP’ê gel silav kirin û banga xwedîderketinê li banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên; “Bijî Serok Apo”, “Li çiyayan negerin, Apocî li her derê ne” û “PKK gel e, gel li vir e” hatin berzkirin.

Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Adalet Çay Newroza Rêber Apo pîroz kir û wiha got: “Îro cejna me ye. Em ê bi ser bikevin. Em dayikên aştiyê ne. Em dixwazin ev şer biqede. Divê êdî dayik negirîn. Em ji vir silavan ji Îmralî û Rêber Apo re dişînin.”

Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsîmê Ayten Kordu bi kirmanckî Newroza gel pîroz kir û wiha got: “Em ê Newroza xwe bi zimanê xwe yê dayikê pîroz bikin. Polîtîkaya înkarê ya sed salî hat meşandin. Gelan înkar kirin. Em bi têkoşînê hatine van rojan. Yên ku li dijî înkarê bedena xwe dan ber agir bi 3 darikên kîbrîtê yên li zindanan ev rêya azadiyê ji me re vekirin. Silav li her û her canekî me yê xwe feda kirin re. Newroza her yek û her hevalên me yên li zindanan li ber xwe didin pîroz be.”

Kordu qetilkirina Elewiyan li Sûriyeyê şermezar kir û wiha dewam kir: “Duh li Kobanê malbatek hat qetilkirin. Em komkujiyê şermezar dikin. Mîmarê vê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û pêvajoyek da destpêkirin. Di 27 ‘ê Sibatê de bangek kir. Em ê heta dawiyê vê bangê hembêz bikin. Weke jin em ê banga birêz Ocalan hembêz bikin. Ev yek bangek li her kesên dibêjin ew mirov in e. Avakirina Civakeke Aştî û Demokratîk berpirsyariya me ye. Em ber bi azadiyê ve dimeşin.”

Parlamenterê DEM Partiyê yê Amedê Serhat Eren wiha got: “Silav ji kesên dîroka Newrozê nivîsandine re. Newroz roja wan kesan e ku jiyaneke nû ava dikin. Silav li wan kesan be ku jiyaneke nû ava dikin. Newroz mizgîniya Kawayê Hesinkar e, aştî li wan kesan be ku heta roja me ya îro vê mizgîniyê hildigirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27 ‘ê Sibatê de banga manîfestoyê kir. Di vê manîfestoyê de daxwaza welatekî ku gel dikarin lê azad bijîn, îradeya wan neyê xespkirin û her kes karibe xwe bi awayekî azad îfade bike heye. Em ê vê bangê hembêz bikin. Divê hikûmet bersivê bide vê banga dîrokî û vê firsendê baş bi kar bîne. Divê di zûtirîn demê de şert û mercên jiyana bi hev re ya gelan bên misogerkirin. Ji bo birêz Ocalan rola xwe bilîze divê şert û mercên azad ên xebatê bên guhertin.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê di pêşengtiya Dayikên Aştiyê de hate pêxistin û li gel wê dirûşmeyên; “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ciwanan ser agirê ku demeke dirêj hat pêxistin re baz dan.

Pîrozbahî bi stranên Kurdî ku Koma Perwer û hunermend Bekîr Altay gotin û bi govendan bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN RIHA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê HPG: Li Qendîlê SÎHA’yeke Akinci hate xistin
Nûçeya Pişt re Xelkê herêma Serhedê bi Newrozê xwedî li banga Rêber Apo derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Remziye Alparslan: Biçûkdîtina Kurdî zerareke cidî dide ziman

Endama Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslan têkildarî zextên li ser Kurdî got, "Krîmînalîzekirina Kurdî, biçûkdîtina…

Ji aliyê Stêrk TV

Bîlançoya şerê Xezeyê ya nû: 37 hezar û 266 mirî

Wezareta Tenduristiyê ya hikûmeta Hamasê ya Xezeyê ragihand ku di şerê ku zêdeyî 8 meh…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 18’Ê HEZÎRANA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Dihokê 2 drone hatin xistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Nivîskar û weşangerên Kurd: Eger Kurdî bibe xwedî statu, wê xwendevan jî zêde bibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê bi girseyî hat pêşwazîkirin, serdana gorên dayik û bavê xwe kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê jinek û birayê wê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?