Pîrozbahiya Newrozê li qada Bazara Genim a Sêweregê hate lidarxistin û li gel baranê jî ji 7 heta 70 salî gelek kes bi kincên xwe yên neteweyî tevlî bûn.
Çalakiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir bi dirûşmên “Şehîd namirin”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Serok Apo” dewam kir. Li qada pîrozbahiyê wêneyên Rêber Apo hatin hildan û bi pankartan işaret bi yekîtiya demokratîk hate kirin.
Piştî ku endamên komîteya amadekar a Newrozê û Hevserokên Rihayê yên DEM Partiyê Ayşe Surucu û Nîhat Demîrbîleklî û Hevserokê Bajêr ê DBP’ê Mahmût Manas silav da girseyê, pîrozbahiyê destpê kir.
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Sera Bûcak jî li pîrozbahiyê axivî, bal kişand ser pêvajoya aştiyê û anî ziman ku gelê Kurd li Rojhilata Navîn ji bo aştiyeke mayinde hewl dide. Sera Bûcak ji bo pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir.
Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî xwest, Newroz bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û got, “Divê mercên kar û azadiyê ji bo wî bêne afirandin.”
Li dû axaftinan agirê Newrozê hate dan. Pîrozbahî bi stranên hunermend Hozan Serwan û hunermendên xwecihî bi dawî bû.

