Çarşem, 13 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bolûyê berdana 3 girtiyên ku 32 û 33 sal in girtî ne, hat taloqkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji CHP û DEM Partiyê peyama ‘hilbijartina navberê’ û ‘karê qanûna hevpar’

    Ji aliyê Stêrk TV

    112 xelatgirên Nobelê ji bo Nêrgiz Mihemedî bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Şerê taybet ku ji sal 1937’an û vir ve bê navber dewam dike -VII

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yilmaz: Wezaret xwe nade ber lêkolînkirina kuştinên ‘siyasî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kerkûkê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Êzidiyan hewldana PDK’ê ya ji bo vegerandina rêveberiya berê, şermezar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zexta ‘bidawîkirina çalakiyê’ li rojnamevan Şêrwanî tê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meşa ber bi azadiyê ve: Li Sûrê meşa ber bi bîra kolektîf ve

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    DMME’yê di doza Ayla Akat Ata de Tirkiye mehkûm kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tehranê nahêlin 8 jinên girtî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPJ: Em ê bi hemû hêza xwe li kêleka YPJ’ê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misrê panela li ser ezmûna YPJ’ê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gaziyên jin: Hebûna YPJ’ê garantiya jiyana bi hev re ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin hêz û xweşikbûna jiyanê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Parîsê 5’emîn Festîvala Çanda Kurdî tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Mîhrîcana Fîlman a Rojava ya 6’emîn amadekariyê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Fîlman a Rojava fîlmeke nû: Heval Kekê Min

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Belçîkayê Mala Çandê ya Med hate vekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlan Sipêrtî: Ozan Mizgîn hunera xwe afirand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tîrêj Roj: Hozan Mizgîn bû pêşenga tarzeke ku xîtabî tevahî Kurdistanê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket
Kurdistan

Newroza 2025’an: Gelê Kurd xwedî li banga dîrokî derket

Li bajarên Kurdistanê gel bi şîara ‘Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk’ qad tejî kirin û gotin, ew xwedî li banga dîrokî ya Rêber Apo derdikevin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Adar 2025 Dema xwendinê: 12 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajaran dewam dikin. Di pîrozbahiyên ku bi dirûşmeyên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Civaka Demokratîk” hatin lidarxistin de, ji bo banga Rêber Apo peyama “gavan bavêje” hate dayîn.

AMED/BISMIL

Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Bismilê ya Amedê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” pêk hat. Ji bo pîrozbahiya li kêleka Otogara Bismil, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî dest bi herikîna qadê kir. Li qada Newrozê ku ji 7 heta 70’ê salî her kes lê kom bûn, dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.

Bi sedan kesên ku li qadê kom bûn Newroza xwe bi govendê pîroz kirin.

Komîteya Amadekar derket ser dikê û Newroza gel pîroz kir. Hevseroka DEM Partiyê ya bajêr Gulşen Ozer jî bal kişand ser coşa 8’ê Adarê û pîrozbahiya Newrozê.

Parlamenterê Amedê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Serhat Eren jî Newroza gel pîroz kir û bal kişand ser peyama Rêber Apo û banga xwedî li derketinê kir.

Di pîrozbahiyê de Koma Dilzar û Hunermend Azad Bedran derketin ser dikê. Welatî bi gerandina govendê Newroza 2025’an bi coşek mezin pîroz kirin.  

RIHA/BÊRECÛK

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” şahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê  (DEM Partî) a Rihayê Dîlan Kunt Ayan, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevşaredarên Xelfetiyê Saniye Bayram û Mehmet Karayilan, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya ku li Qada Demokrasiyê hat lidarxistin bûn. Gelek kes serê sibê hatin qada Newrozê û dest bi pîrozbahiyê kirin. Dema ku Li gel jin bi kincên xwe yên neteweyî û rengîn ketin qada Newrozê, girseya ciwanan derket pêş. Zarokên ku bi rengên sor, zer û kesk rûyê xwe boyax kirin beşdarî Newrozê bûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de bê navber dirûşmên “Bijî Serok APO, “Jin jîyan azadî” hatin berzkirin.

Di pîrozbahiya ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, hevserokên navçeyê yên DEM Partiyê, Hevşaredara Bêrecûkê Bêrîvan Îlkaya Manas, Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Sema Aişeoglû û Hevserokê DBP’ê yê Rihayê Mahmut Manas, girse silav kirin û banga piştevaniyê ji bo Rêber Apo li gelê Kurd kirin.  

Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan diyar kir ku gelê Kurd û dostên wan di pêvajoyeke girîng re derbas dibin û got, “Gelê Kurd gelek bedel dan û bû serketî. Gelê Kurd îro bi dostên xwe re dîrokê dinivîsîne. Silav ji kesên ku dîrok nivîsandine re. Niha dema berfirehkirina siyaseta demokratîk e. Eger em îro Newrozê pîroz dikin ev bi saya kesên ku bedena xwe kirin agirê Newrozê ye. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi banga di 27’ê Sibatê de agirê yekem ê Newroza vê salê pêxist.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê bi dirûşma “Bijî Serok Apo di pêşengiya jinan de hat pêxistin û bi stranan pîrozbahî bi dawî bû.

RIHA/SERÊKANIYÊ

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê bi dirûşmeya “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rihayê Ferît Şenyaşar û Elîh Zeynep Oduncu, Hevşaredarên Serêkaniyê Dîlan Ablay Saldanli û Ugur Kahraman, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Rihayê beşdarî pîrozbahiya li Parka Fîdanê ya li navenda navçeya hat lidarxistin bûn.

Derdora park bi alên partiyê yên kesk, sor û zer hatibû xemilandin, jin û ciwanan bi cil û bergên xwe yên neteweyî qad tijî kirin. Bi sedan kes li ber stranên kurdî govend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi silavkirina gel a DBP û DEM Partiyê û Hevserokê Bajêr a DEM Partiyê Bekîr Karakeçîlî dest pê kir.

Pankarta “Tu kulîlka biharê yî” ya li ser wêneyê Kemal Korkut ê li Amedê hat qetilkirin, li ser dikê hatin daliqandin. Meclisa Ciwanên Serêkaniyê ya DEM Partiyê pankartên “Azadiya fizîkî ya Rêbertiyê, azadiya Rojhilata Navîn e”, “Roj ê li Îmraliyê Rojhilata Navîn ronî dike” û “Em ji bo Civaka Demokratîk amade ne, me ciwan dest pê kir, em ê ciwan bi ser kevin” vekirin.

Parlamenter Ferît Şenyaşar, xitabî gel kir û bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Newroza 2025’an dê bibe Newroza Aştî û Civaka Demokratîk.”  

Parlamenter Zeynep Oduncu jî, daxuyand ku Gelê Kurd xwedî li bangewaziya Rêber Apo derket û dê heta pêkanîna aştiyê berxwedana xwe bidomînin, dê aştiyê bînin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin. Piştre jî pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.

MÊRDÎN/DÊRIK

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Newroz bi dirûşmên “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku bi sedan kes lê amade bûn, gelê navçeyê di saetên serê sibê de bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikî qadê. Li qada Newrozê dirûşmên “Bijî Newroz” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Jin û ciwan bi alên zer, sor û kesk ketin qadê û bi coşeke mezin govend gerandin.

Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz ku dest bi axaftinê kir Newroza hemû kesî pîroz kir û got, “Silav li berxwedêrên Dêrikê! Silav li dayikan, ciwanan, jinan! Ger em îro li vê qadê Newrozê pîroz dikin, bi saya vîna we ya berxwedêr e. Ez hezar carî spasiya we hemûyan dikim. Newroz azadî ye, aştî, li çiyayên me , ji gelê me yê demokratîk re azadiyê dixwazim. Dayikên ku têdikoşin. Azadî nêz e.  Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve diçin.”

Çalakî bi stranan hat bi dawî bû.

MIDYAD

Li Mîdyada Mêrdînê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk” û “Ji bo Azadiyê Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Pîrozbahî li qada mîtîngê ya bajêr hate lidarxistin.

Welatiyên ku di ketina qadê de li hev kom bûn, bi defê re demeke dirêj govend gerandin. Gelek kes tevî zarokên xwe bi cil û bergên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn.  

Polîsan kesên ku şalên kesk, sor û zer li xwe kiribûn rawestandin. Piştî nîqaşa Komîteya Amadekar destûr ji şalan re hat dayîn.

Tevî Suryaniyan, ereb, xiristiyan û êzidî jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di Newrozê de stranên kurdî, erebî û suryanî hatin gotin.

Tevlîbûna jin û ciwanan bal kişand. Ji qadê gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin û banga dîrokî ya Rêber Apo hat silavkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, ciwanan dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin.

Parlamenterê Partiya DEM’ê George Aslan bi kurdî dest bi axaftina xwe kir û bi Suryanî berdewam kir. George Aslan bertek nîşanî êrişên li Sûriyeyê yên li dijî elewiyan da. George Aslan, anî ziman ku hemû gelên li Sûriyeyê di bin xeteriyê de ne û modela Rêveberiya Xweser ji bo gelan çareserî ye.

Hevseroka Parêzgeha DEM’ê Nîlûfer Elîk Yilmaz diyar kir ku ji salên 1990’î û vir ve berdêlên mezin ji bo Newrozê tê dayîn û got, “Em ê têkoşîna xwe bidomînin û bîranînên wê biparêzin.”

Endamê PM’ê yê DEM Partiyê Yuksel Mutlu jî diyar kir, “Birêz Ocalan gavek avêt. Niha jî dor e ku gavên qanûnî bavêje.”

Pîrozbahî bi derketina hunermendan li ser dikê bi dawî bû.

ŞIRNEX/QILEBAN

Li Qilebana Şirnexê bi dirûşma “Rêbertiya Azad Civaka Demokratîk/ Ji bo Azadiyê  Newroza Civaka Demokratîk” Newroz hat pîrozkirin. Siyasetmedar, parlamenter û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Jin bi cilên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn û dirûşma “Bijî serok Apo” û “Newroz Pîroz be” berz kirin. Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê destpê kir.  

Heserokê DEM Partiyê ya Qilebanê Abdullah Gun axivî û bangewaziya Rêber Apo silav kir û banga xwedî li derketinê kir.

Parlamenter Ayşegul Dogan jî bal kişand ser berxwedana bi salan a Gelê Kurd û got: “Divê em tifaqa xwe ava bikin, bibin yek û jiyana ku em dixwazin ava bikin ji her kesî re vebêjin. Ev hevdîtin û serdana şanda Îmraliyê bo Îmraliyê pêwîst in û pêwîste em hemû piştevaniya wan bikin. Ger em qels bin, bi hestyarî nêz bibin û hembêz nekin, em ê vê firsendê ji dest bidin û careke din ev derfet neyê. Qonaxa ku em gihiştine qonaxa aştî, serkeftin û serketinê ye. Ev qonaxeke ku her kes di nava civakeke demokratîk de bijî ye. Divê her kes berpirsyariya xwe bigire ser milê xwe. Li vir em careke din peyama xwe nû dikin, em ê vî barî bi hev re hilgirin ser milên xwe, em dizanin ku aştî ne hêsan e, lê em dizanin ku tu hêz ji hêza gel mezintir nîne.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê di bin dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêxistin.

Newroza 2025’an li Qilebanê bi gerandina govendê qediya.

ELKÊ

Li Elkê li Qada Aştî û Demokrasiyê pîrozbahî hat lidarxistin. Parlamenter, siyasetmedar û bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî bi cilên xwe yên kurdewarî beşdar bûn.  

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez, di axaftina xwe de bal kişand ser taybetmediya Newrozê û got: “Ew ê her tim agirê Newrozê geş bihêle da ku aştî li Kurdistan û Rojhilata Navîn bi ser bikeve. Ji ber ku wateya agirê Newrozê bihar e, destpêkek nû ye. Em bi banga Aştî û Civaka Demokratîk a Birêz Abdullah Ocalan Newroza 2025’an pîroz dikin. Em banga bi hezaran caran silav dikin. Banga ku hatiye kirin dîrokî ye, guncav sedsalê ye û banga azadiya Kurdan e.”

Piştî axaftinan dayik agirê Newrozê pêxistin. Welatî li ber stranên Koma Zagros govend gerand û newroza xwe pîroz kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Serhedê coşa Newrozê
Nûçeya Pişt re Ji bo sersaxiya Sakîne Arat seredaneke girseyî hate kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

HPG-NRÇ şehîdên Zapê bi bîr anî

HPG-NRÇ'ê şehîdên Zapê bi hurmet û minet bi bîr anî û got, "Hevrêyên me tevlîbûna…

Ji aliyê Stêrk TV

Hejmara nû ya rojnameya Serxwebûnê hate weşandin

Rojnameya Serxwebûnê hejmara xwe ya nû bi manşeta 'Xeta serketinê: 14'ê Tîrmehê' weşand.

Ji aliyê Stêrk TV

NY a ku tecrîda Îmraliyê anî rojeva xwe, ji Tirkiyeyê parastin xwest

Raportorê Taybet Maeda Naoko di rûniştinên Komîteya Li Dijî Êşkenceyê ya NY’ê de mafê axaftinê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Encamnameya Komxebata Zimanê Kurdî ya Botanê hat ragihandin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Panela ‘Aştiyê’: Tirkiyeya nû wê bêyî Kurdan nebe

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Hîkmet Akbaş ê piştî 31 salan hate berdan: Rêber Apo û girtiyên nexweş hîna li hundir in

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Nivîsên Mezopotamyayê hatin deşîfrekirin: Rîtuelên efsûnî, fîşên bîrayê, Gilgamêş…
Bi hezaran tablet

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?