Yekşem, 22 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Stenbolê: Cihê Rêbertî nava gel e, ne girtîgeh e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza Cizîrê: Ev qad qada referandûmê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tetwanê Newroz: Ji bo jiyana nû em li her qadê amade ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li serê çiyayê Zagrosan coşa Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Ev Newroz Newroza avabûnê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dîlokê bi hezaran Newroz pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Platforma Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd ji bo Newrozê peyam da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji YPJ’ê peyama ji bo Cejna Remezanê û Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji PAJK’ê peyama Newrozê: Berê xwe bidin qadên azadiyê!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê di peyama Newrozê de ji bo avakirina paşerojê bang kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em vê Newrozê bikin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E: Werin em di Newrozê de li dora heman agirî bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Pêşbirka Helbestan a Arjen Arî li benda serlêdanan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnivîska Gûrbetellî Ersoz bi Elmanî hate wergerandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Wê 300 girtiyên ji Rojava werin berdan
Silêmanî û Koye bi mûşek û dronan hat hedefgirtin
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze
Rojane

Newroza Enqere: Aştî gavên beramber dixwaze

Li Enqereyê Newroz bi tevlîbûna bi hezaran kesan hate pîrozkirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Adar 2026 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Pîrozbahiya Newroza Enqerê li Anitparkê pêk hat. Bi hezaran kes ji serê sibê ve ber bi qadê ve çûn. Tevî baranê jî, welatiyên ji 7 saliyan heta 70 saliyan, bi cilên gelêrî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Qad bi alayên kesk û sor û zer hat xemilandin û jin bi cilên xwe yên gelêrî qadê rengîntir kirin.

Kesên ku hatin qadê, li ber stranan govend gerandin û dirûşmeyên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Yan mirin yan serok” berz kirin. Di pîrozbahiyê de endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim hat bîranîn. Pîrozbahiyê ku bi rêzgirtinê dest pê kir, li ser navê Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Enqerê daxuyaniyek hevbeş hat xwendin. Nebun Nebahat Çalpan metna Kurdî û Pinar Guzel jî metna Tirkî xwend.

Di daxuyaniyê de îşaret bi şerê ku li Rojhilata Navînê li dijî gelan hat kirin û li dijî faşîzmê li ser têkoşîna hevpar û hevgirtina şoreşgerî hat sekinandin.  

Her wiha di daxuyaniyê de rêgeza “mafê hêviyê” ya Rêber Apo hat destnîşankirin û hat gotin ku divê “mafê hêviyê” ji bo hemû girtiyên siyasî bê naskirin. Her wiha hat destnîşankirin ku divê dawî li tecrîdê, binçavkirin û girtinên kêfî, pêkanînên qeyûman, îşkence û binpêkirinên mafan bên. Hat gotin ku ew ê li her derî agirê azadî û demokrasiyê gur bikin û bi hev re jiyaneke hevbeş ava bikin.

Paşê Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torûn Onerenê axivî. Elîf Torûn Onerenê bilêv kir ku ev qad bi hêsanî nehatine bidestxistin û got: “Ev qad, bi saya kesên ku li Zindanên Amedê agir berdan bedena xwe hatin bidestxistin. Silav ji hevrêyên me re.”

Elîf Torûn Onerenê destnîşan kir ku heya zextên li ser zimanê gelê kurd, azadiya wî  û nasnameya wî neyên rakirin aştî ne pêkan e û got: “Meseleya aştiyê meseleyeke dîrokî ye.”

Herî dawî Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk axivî. Ozturk anî ziman ku daxwazên gelen Kurdistan û Tirkiyeyê gihandine her derî û got: “Birêz Ocalan, peyama Newrozê şand. Li Rojhilata Navînê şerên emperyalîsît tên kirin. Lê tekane rizgarî civakeke wekhev, azad û demokratîk e. Birêz Ocalan, di peyama xwe de çareseriyê pêşkêşî me dike. Em dixwazin azad bibin, em jiyaneke birûmet dixwazin. Rêya ku birêz Ocalan pêşkş kiriye, ji bo Tirkiyeyê firsendeke mezin e.”

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin.

Pîrozbahî bi stranên Diljen Ronî û Ozgur Tûgçe Agê û govendgerandinê bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ENQERE

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin
Nûçeya Pişt re Newroza Rihayê: ‘Pêvajo nikare tehemûla derengmayînê bike’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Navê hevrêyê xwe yê şehîd li xwe kir û têkoşîna wî didomîne

Bijî Stêrk Amed ku piştî şehadeta gerîlayê HPG’ê Bijî Amed a di 14’ê Nîsana 2020’an…

Ji aliyê Stêrk TV

Rûken Bagok: Me hebûna xwe di nava PKK’ê de dît

Rûken Bagok destnîşan kir ku PKK'ê bi taybetî îradeyeke mezin da jin û ciwanan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Suleyman Cîhan ê bi êşkenceyê hatî qetilkirin, hatin ba hev

Dayikên Şemiyê vê hefteyê ji bo Suleyman Cîhan ê sala 1981’an bi êşkenceyê hate qetilkirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Li Eskîşehîrê Newroz hat pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Midyadê bi hezaran kes tevî baran û taloqkirinê Newrozê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Newroza Îzmîrê: Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, azadiya gelê Kurd e

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Edeneyê li gel baranê jî bi hezaran kesî govenda Newrozê gerandin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?