Duşem, 16 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Salih Muslim li Torontoyê hate bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E: Em ê komkujiyan ji bîr nekin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li navçeyên Stenbolê pîrozbahiyên Newrozê: Em ê paradîgmaya Rêber Apo bidin jiyîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê pîrozbahiya Newrozê

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê têkildarî Komkujiya Helebceyê daxuyanî da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ranyayê ji bo Salih Muslim konê sersaxiyê hat danîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Dihê jinan agirê Newrozê pêxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Mûşê: Rabin ser piyan, roj roja gelê Kurd e
Kurdistan

Newroza Mûşê: Rabin ser piyan, roj roja gelê Kurd e

Hevserokê Giştî ya DBP'ê Keskîn Bayindir di şahiya Newrozê ya li Mûşê de axivî û got: ‘’Rabin ser piyan, roj roja gelê Kurd e. Em ê Mûş û navçeyên wê bi mohra DEM'ê bixemilînin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Adar 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mûşê li pêşiya buroya hilbijartinê ya li Taxa Yeşîlyurt a Mûşê pîrozbahiya Newrozê li dar xist. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê yên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez, Parlamenterên DEM Partiyê yên Mûşê Sumeyye Boz û Sezaî Temellî, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek kes tevlî bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên DEM Partiyê hatibû xemilandin û gelek welatî bi cil û bergên kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Tevî barana zêde jî qad hatibû tijekirin û welatiyan demekî dirêj govend gerandin. 
Aktîvîsta TJA’yê Gulistan Atasoy di pîrozbahiyê de axaftinek kir û got: “Ronahî, berxwedan û mizgîniya Newrozê tu caran li ser me kêm nebe. Me jî bi salan Newroz bi serkeftineke mezin veguhest qadan û dê veguhêzin.” Namzetên Mûşê Tuba Sayilgan û Sirri Soylemez jî girîngiya Newrozê vegotin û Newroz li her kesî pîroz kirin. 

Piştî axaftina namzetan, Parlamentera DEM Partiyê Sumeyye Boz nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê xwend. 

‘ROJ ROJA GELÊ KURD E’

Herî dawî jî Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî. Bayindir, ewil Newroza gelê Kurd pîroz kir û piştre bertek nîşanî astengkirina Walîtiya Mûşê ya Newrozê da. Bayindir, wiha got: “Em ê rê nedin kesên dixwazin pêşiya me asteng bikin. Dê gelê me teslîmî inyetên xerab û hesabên xelet nebe. Gelê kurd ji bo azadiya xwe, bi îradeya xwe qadên Newrozê tije dike. Li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd qad tije kir.” 

Bayindir, bi domdarî got ku muxatabê sereke yê pirsgirêkên li Tirkiye û Kurdistanê Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Em çareseriyê dixwazin. Muxatabê me yê esasî Ocalan e. Em ê pêşî li vî şerî bigirin.” Bayindir, bal kişand ser şerê taybet ê dewlet bi sala ye li dijî gelê kurd dimeşîne û wiha got: “Ev bi sedan sala ye hûn heman tiştan dikin. Lê we nekarî serî bi gelê kurd bidin tewandin. Her ku gelê kurd aştî parast, hûn jî bûn alîgirên şer. Lewma roj roja çareseriyê ye. Roj roja rabûna ser pêyan a gelê kurd e. Roj roja Mûşê ye. Dixwazin bi bêexlaqiyê pêşiya me bigirin lê dê nekarin bi ser kevin.” 
‘HEWCE YE EM HER SAET, HER ROJ BIXEBITIN’
Bayindir ji bo hilbijartinên 31’ê Adarê jî wiha got: “Divê em lez bidin xebatên xwe. Gelo hûn amade ne ku em bersivê bidin wan? Divê em her roj, her saet, her saniyeyê li dijî van bêexlaqiyan bixebitin. Mesele ne şaredarî ye. Mesele pirsgirêka kurd e, mesele neheqî ye, bêexlaqî ye, bêhiqûqtî ye. Ji vê saetê û şûnde yên li gel vê zilmê cih digirin, şirîkên van komkujiyan e. Ez bang li kesên heta niha nehatine gel me dikim; ji vê saetê û şûnde destê xwe bidin aştî û xwişk û biratiyê. Banga min ji bo her kesî ye. Em ê li gel we Mûşê û navçeyên wê bi mohra DEM Partiyê bixemilînin. Ev kelecan û coşa we dê bi Mûşê bide qezenckirin.” 

Piştî axaftinan jî hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) Nûray Balik û Arhat derketin ser dikê. Welatiyan li ber stranan tililî avêtin, govend gerandin û gelek caran dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN MÛŞ

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ‘Li girtîgehan polîtîkaya kuştina bi demê re tê meşandin’
Nûçeya Pişt re Di Newroza Şemzînanê de banga xwedîderketina li sindoqan hat kirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şengalê komxebata ‘Dewlet, desthilatdarî û demokrasî’

Li Şengalê di çarçoveya banga Rêber Apo de komxebatek bi navê 'Dewlet, desthilatdarî û demokrasî'…

Ji aliyê Stêrk TV

Çalakiya ji bo Rêber Apo li Strasbourgê di roja duyemîn de berdewam kir

Çalakiya ku li Place Kléberê dewam dike, balê dikişîne ser tecrîda li Îmraliyê û tê…

Ji aliyê Stêrk TV

Cenazeyê Reîsî hate dîtin

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di encama ketina helîkopterê de jiyana xwe ji dest da. Hate…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

KCK’ê qurbaniyên Komkujiya Helebceyê bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Gotina dawî ya zarokên ENFAL’ê: Dayê bêhna sêvê tê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Yekîtî dikare gel li dijî şer biparêze’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

KNK di 38’emîn salvegera komkujiya Helebçeyê de li dijî rejîmên komkujer banga yekîtiyê kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?