Çarşem, 10 Berfanbar 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Veysî Aktaş: Kî xwe birêxistin bike ew ê bi ser bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî, CHP û EMEP’ê raporên xwe yên ‘çareseriyê’ radest kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wan û Agiriyê şehîd hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademîsyenên Misrî: Projeya neteweya demokratîk a Abdullah Ocalan gerdûnî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêkolîna SAMER’ê: Piraniya hilbijêrên DEM Partiyê piştgiriyê didin hevdîtinan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Polîsan avêtin ser Buroya Hiqûqê ya Gel: Parêzer Naîm Emînoglû hate binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    HPG’ê 5 gerîlayên sala 2019’an şehîd bûne, bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Ûrmiyeyê 2 kolber ji ber berfê asê man

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Di Hefteya Mafên Mirovan de ji bo azadiya Rêber Apo û aştiyê bang hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclîsên Jinan ên NRW YJK-E’yê li Kolnê perwerde da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Helebceyê jinan li dijî tundiyê çalakî lidar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    JINNEWS: Di meha Mijdarê de herî kêm 23 jin û 3 zarok hatine qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Konferansa Meclîsa Îştar: Civaka demokratîk wê bi pêşengiya jina azad bê avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    14’emîn Konferana Meclîsa Îştar bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Klîba Şehîd Dilşêrîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kopenhagê konserek hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serpîl Aslan li Frankfurtê bi xwendevanan re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Emanetgirê antîka yê Hesekê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kovara Komunar 20 sal li pey xwe hişt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • HESEKÊ
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
  • REQA
Nûçeyên Lezgîn
DAÎŞ’ê li Dêrazorê êriş bir ser benda QSD’ê
Li Efrînê ciwanek ji aliyê çeteyan ve hate kuştin
Jineke din li Silêmaniyeyê bi gumanbarî jiyana xwe ji dest da
Li Meksîkayê şewat: 23 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li dijî ofîsa parlamenter êrîşa çekdarî: Kesekî jiyana xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Newroza Wanê: Peyama Rêberê Gelê Kurd hate xwendin
Kurdistan

Newroza Wanê: Peyama Rêberê Gelê Kurd hate xwendin

Di Newroza Wanê de ku bi sed hezaran kes tevlî bûne, nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî Newrozê, hatin xwendin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 17. Adar 2024 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Newroza Wanê bi coşa sed hezaran kesan didome. Girseyê heta demekî dirêj li ber stranên hunermend Faraz Sine govend gerand. Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di pîrozbahiyê de nirxandina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di demên berê de ji bo Newrozê kiribû xwend.

Peyama Ocalan a têkildarî Newrozê wiha ye: “Newroz azadî ye, ev rêyeke azadiyê ye.

Silav ji kesên rêya mezin a azadî û wekhevî ji xwe re kirine rêber,

Silav ji gelê kurd re ku ji gelên herî qedîm ên vê xakê ye, Newroz watedar kiriye û ji quntarê çiyayên Zagros û Torosan heta newalên çemên Dîcle û Firatê; ji xakên Mezopotamya û Anatoliyayê yên pîroz heta şaristaniyên çandinî, gund û bajaran re DAYIK’tî kiriye…

Gelê kurd û civakên din ên xwişk-bira ku bi hezaran salan ev şaristaniya mezin bi nîjad, ol û mezhebên cuda re jiyaye. Hewldan hatiye dayîn ku bi zextên siyasî, mudaxileyên derve û li ser esasê berjewendiyên komî berê wan bidin hev û pergalên heq, hiqûq, wekhevî û azadiyê esas nagirin di nav wan de bên avakirin.

Bi şerên fethê yên di du sedsalên dawî ve, bi mudaxileyên hêzên emperyalîst ên rojavayî ve hewldan hatiye dayîn ku ferasetên zextker û înkarger bên avakirin, civakên erebî, tirkî, farisî û kurdî weke netewe dewletên biçûk dabeş bikin û di nava sînorên xeyalî û pirsgirêkên sunî de bifetisîne.

Polîtîkayên zext, tunekirin û pişaftinê yên ku bingeha xwe ji modernîteya kapîtalîst a sedsala dawî digirin; hewldanên komeke elît a îktîdarê ya bijarte ku tevahiya dîrok û hiqûqa xwişk-biratiyê înkar dike îfade dike. Avakirina erdnîgariyên etnîk û yekneteweyî, berhemeke ji hedefên modernîteya kapîtalîst a dermirovî ye ku esl û cewhera me înkar dike.

Gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn êdî şiyar dibin. Li xwe û eslê xwe vedigerin. Ji bo avakirina pergaleke modernîteya alternatîf û demokratîk bingeha xwe ji cewhera dîroka rasteqîn digire di nava lêgerînê de ye. Êdî dixwaze li ser koka xwe dîsa zindî bibe, mil bide milê hev û raber ser pêyan.

Êdî dema têkçûna rejîmên mêtingeriyê, ferasetên zextker û yekperest hatiye.  

Têgeha ‘EM’ di herka dîrokê ya van xakan de xwedî wateyeke girîng û berfireh e. Lê îktîdarên bijarte ev têgeh teng kirine û daxistine ‘YEK’ê. Êdî dema wê hatiye ku em ruh û pratîka berê dîsa bidin têgeha ‘EM’ê.

Me, bi dehan salên xwe tenê ji bo îspatkirina hebûna gelê kurd bi navê yekperestiyê tune dihat hesibandin feda kir, me bedelên mezin dan. Tu fedekarî û têkoşîna ji bo vê hatiye dayîn vala neçûn. Gelê kurd careke din xwebûna xwe ya cewherî û nasnameya xwe bi dest xist. Paradîgmaya modernîst a ku tune dihesibîne, înkar dike û cihêkariyê dike serûbin bû.  

Ji bo ku em bi hev re ji vê dorpêça zilmê derkevin ku di roja me de baş hatiye fêmkirin ku li dijî hiqûqa xwişk-biratiyê û dîrokê ye, ez bang dikim ku Rojhilata Navîn li gorî cewher û şaristaniya xwe, modernîteya me ya demokratîk ava bike.

Şerê me tu caran li dijî nîjadekê, olekê, mezhebekê yan jî komekê nebûye û nabe jî. Şerê me li dijî perçiqandinê, nezaniyê, neheqiyê, paşverûtiyê, her cureyên zext û mêtingeriyê ye. Tevî hemû xeletî, kêmanî û xeletiyên sedsala dawîn jî, me hemû gel, çîn û çandên rastî karesatên mezin hatine, yên hatine mexdûrkirin girtin gel xwe û em hewl didin pergala modernîteya demokratîk ava bikin. Banga me ji bo nûnerên hemû gelên bindest, çîn û çanda ye; banga me ji bo jinan ku çîna bindest û mêtingeh a herî kevin e, ji bo mezhebên bindest û hemû hebûnên çandî, ji bo nûnerên karkeran û hemû kesên rastî cihêkariya pergalê hatine ew e ku li dora Pergala Modernîteya Demokratîk bicivin û zîhniyet û forma nû qezenc bikin.

Avakirina pergala modernîteya demokratîk a alternatîf a li cihî, herêmî û kûrewî, ne tenê ji bo gelê kurd, dê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê azadiyê bi xwe re bîne. Li ser vî esasî ez Cejna Newrozê li hemû kesî, li hemû gelan pîroz dikim.

Dem, dema azadiyê ye.

Silav ji kesên hêz didin vê pêvajoyê re,

Bijî Newroz!”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN WAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Leyla Guven bang kir: Ji bo azadiyê dengê xwe bilind bikin
Nûçeya Pişt re Newroza Şirnexê: Divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Ji bo ku hun şirove bikin divê hun têkevin pergalê.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Franco Danîelî: Divê hemû kes ji bo azadiya Abdullah Ocalan seferber bibin

Parêzer Franco Danîelî diyar kir ku helwesta Ewropayê ya li hemberî tecrîda li ser Abdullah…

Ji aliyê Stêrk TV

Gelê Cizîrê li dijî hewldana desteserkirinê meşiyan

Gelê Cizîrê li dijî hewldana desteserkirina Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê meşeke girseyî pêk anî û…

Ji aliyê Stêrk TV

Fadil Şenyaşar ji girtîgehê derket

Fadil Şenyaşar ê ku 3 roj piştî komkujiya ku bavê wî û 2 kekên wî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Başûrê Kurdistanê barîna zêde bandorê li jiyanê dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Amedê meş: Aştî bi mafên mirovan dibe

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamosteyên pispor ji kar hatin derxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Tundiya li nava civakê li derveyî exlaqê ye, divê tedbîr bêne wergirtin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?