Nikaraguayê di rûniştinê doza li dijî Elmanyayê de îdîa kir ku Berlinê ji ber alîkariya bi Îsraîlê re Peymana Qirkirinê ya Neteweyên Yekbûyî ya sala 1948’an û hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpê kiriye.
Nûnerê Nikaraguayê ya li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD) Carlos José Argüello Gómez îdîa kir ku piştgiriya Elmanyayê ya bi rêya bazirganiya çekan a ji bo Îsraîlê, di çarçoveya “qirkirin”a li Xezeyê de binpêkirineke cidî ya hiqûqa navneteweyî ye. Argüello Gómez her wiha îdîa kir ku haya hikumeta Elman ji kiryarên Îsraîlê hebû.
Doz di sala 2024’an de hatibû vekirin. UAD’ê daxwaza tedbîra lezgîn a Nikaraguayê red kiribû ku ji bo rawestandina alîkariya leşkerî ya ji bo Îsraîlê ev daxwaz kiribû, lê belê pêvajoya têkildarî esasê dozê dewam kiribû. Elmanya jî dixwaze doz bi temamî bê betalkirin.
ELMANYA SÛCDARIYAN RED DIKE
Nûnera Elmanyayê ya li UAD’ê Julia Monar îdîa kir ku erka dadgehê nîne ku dozê bi rê ve bibe û ji bo sûcdariyên Nikaraguayê îdîa kir ku “Dîmenekî şaş û berevajîkirina rastiyê ye.”
Monar ragihand ku firotina ekîpman û teknolojiya leşkerî ji bo Îsraîlê li gorî prosedurên destûrê yên hişk û pîvanên navneteweyî pêk hatiye.
Tê payin ku herdu alî rojên Çarşem û Pêncşemê careke din nêrînên xwe pêşkêşî dadgehê bikin. UAD der barê dozên bi vî rengî de heta bi 6 mehan biryarê dide. Dadgeh dikare îtiraza Elmanyayê qebûl bike û dozê bi temamî betal bike, lê di heman demê de dikare li dijî Berlinê jî biryarê bide û pêvajoyê dewam bike.

