Duşem, 15 Hezîran 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Şirnexê êşkenceya lêgerîna tazî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Salvegera 111’an a Seyfo: DEM Partiyê banga edalet û hevrûbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Bismilê tundiya polîsan hat kişandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dîlek Oz a ku piştî 32 salan hat berdan li Amedê hat pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Koye qezaya trafîkê: Herî kêm 3 kes jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê jina 77 salî hat qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Leşkerên Tirk nahêlin welatiyên Başûrê Kurdistanê vegerin gundên xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo azadiya Rêber Apo wê li Amedê mîtîng bê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Karwana Dayikan gihîşt Bremenê: Bi Jin Jiyan Azadî re banga aştiyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Konferansa Xebatên Jinan a Cîhanê de xebatên Jineolojiyê hêjayî xelatê hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan li Wanê li dijî tundî û qetilkirina jinan meşiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Munîbe Koç li Enqereyê hat veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Brezîlyayê Kongreya Jinan: Jin rêxistin û hevgirtina navneteweyî xurt dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê mirina bi guman a jinekî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    TevÇand Ewropayê têkildarî provokasyonên li dijî hunermend Diyar hişyarî da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ‘Festîvala Hurmetê’ performansa govendê ya zarokên Kurd

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Elewiyan a Brîtanyayê banga ji bo civaka demokratîk û aştiya bi rûmet

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Lorientê zarokan temaşeyî ‘Şînok’ a bi zimanê Kurdî kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê bi hezaran kes di şeva piştevaniya Rojava de li hev civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka Rêber Apo bi Farsî hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Kendava Hurmuzê dronên Îranê hatin xistin
Hewldana provokasyonê ya li gundê Aşmê yê Kobanê hate astengkirin
Li Dihokê 2 drone hatin xistin
Li Qadirkerem êrîşa çekdarî
Li Hewlêrê leşkerekî Îngilîz û yek jî DYE’yî mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Êrîşa li dijî gora Serhat ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, hat protestokirin
Rojane

Êrîşa li dijî gora Serhat ê ji aliyê JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, hat protestokirin

Êrîşa li dijî gora parêzer Medet Serhat ê ku ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin hate protestokirin. 

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Nîsan 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Stenbolê û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Kesên Xizmên Xwe Windakirin re ya Anatoliyayê (ANYAKAY DER) êrîşa li dijî gora parêzer Medet Serhat ku di 2’yê mijdara 1994’an de ji hêla JÎTEM’ê ve hatibû qetilkirin, bi daxuyaniyekê protesto kirin. Daxuyanî li ser gora Serhat ê li Goristana Zîncîrlîkuyuyê hate dayîn û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî tev li bûn. Hevserokê ANYAKAY DER’ê Ayhan Yildiz daxuyanî xwend û rûxandina gora Serhat weke “hovîtî” pênase kir. 
 
Yildiz ev tişt anî ziman: “Em ne biyaniyên bûyerên wiha ne. Ev ne cara ewil e gor tên texrîbkirin. Li Kurdistanê gelek goristanên me hatin rûxandin. Kê ev hovîtî kiribe, bi zanebûn kiriye. Em bi tu awayî vê qebûl nakin û dê hînî vê rewşê jî nebin. Divê kesên ev hovîtî kirin tavilê bên dîtin û darizandin.” 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî got ku di demekî ku hebûna Kurdan dihat înkarkirin de Medet Serhat li dijî polîtîkayên qirêjî yên “cînayetên kiryarnediyar” û şewitandina gundan derketibû û li dijî wê têdikoşiya. Otlu axaftina xwe wiha domand: “Dema em li çîroka wî dinêrin, dibînin bê ka nirxekî çiqas giranbiha ye. Vê rejîmê hewl da têkoşîna edaletê qeti bike. Lê em ê xwedî li nirxên xwe derkevin û têkoşîna xwe bidomînin. Ev rejîm me înkar dike, cenazeyên me di bin payarêyan de vedişêre û di qoliyan de ji malbatên me re dişîne. Dê têkoşîna me ya li dijî rejîmê bidome.” 
 
Otlu diyar kir ku di heman rojê de li dijî gorên li Lice ya Amedê jî êrîş hatiye kirin û wiha pê de çû: “Divê rejîma AKP’ê bibîne ku gelê Kurd û çîna karkeran heye. Ev 40 sal in em li ser vê xakê li ber xwe didin û ne girtinan ne jî cînayetên kiryarnediyar nekarîn meşa me asteng bikin. Şehîd û girtiyên me nirxên me ne.” 
 
Kurê Medet Serhat, Rahmet Serhat jî êrîşa li dijî gorê weke “zîhniyeta DAIŞ’ê” pênase kir û wiha axivî: “Kêla gora bavê min rûxandine. Lê tenê dikarin vê bikin. Ev zîhniyet zîhniyeta DAIŞ’ê ye. Lê xelk di roja cejnê de hate vê derê û me ev dît; we nekarî zirarê bidin Medet Serhat û tevgera kurd. Çi Kurd çi Tirk hemû kesên xwedî wijdan xwedî lê derketin. Tenê tişta hûn dikin êrişên ser kêlên goran e. Ji bilî vê hûn dê nekarin tiştekî bikin.” 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN STENBOL

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê 30 sal in di girtîgehê de ye, 2 caran berdana wî bi keyfî tê astengkirin
Nûçeya Pişt re Nobeta Edaletê ya li Mêrdînê di roja 96’an de berdewam dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

NY’î bang li Iraqê kir: Divê kujerên Yenar Mihemed bên darizandin

Neteweyên Yekbûyî (NY), qetilkirina çalakvana mafên jinan a Iraqê Yenar Mihemed bi tundî şermezar kir…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser alîkariya mirovî ya lezgîn dişîne Suwêdayê

Desteya Kedkar û Karên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku alîkariya mirovî ji…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê qirkirina siyasî: Hejmara binçavkiriyan zêde bû

Li Stenbolê di operasyonên qirkirina siyasî de yên bi hinceta berxwedana 1'ê Gulanê hate kirin,…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Koma Çep a Yekgirtî ya Ewropayê hevdîtinên li Enqereyê qedand

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi Koma Çep a Ewropayê ya Yekbûyî re hevdîtin kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Çepgirên Yekbûyî yên Ewropayê li gel DEM Partiyê hevdîtinek kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta MPKE li Enqereyê ye: Mafê Hêviyê mecbûriyeteke hiqûqî ye

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?