Sêşem, 28 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyê xweş Çelîk ê ku xwînrijiya mêjiyê wî birin girtîgeha tîpa R

    Ji aliyê Stêrk TV

    Yenî Partî rêveberiya koma meclisê diyar kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Divê her kes karibe biçe Îmraliyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serokwezîrê Iraqê li Enqereyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sezer Çakmak: Em weke amûreke siyasî hatin bikaranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev qanûn wê pirsgirêkan hemûyan çareser neke, lê belê wê bibe gaveke dîrokî’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Fermandarê Iraqî: PKK’ê, xelkê Êzidî û hemû saziyên me ji bo yekbûna Iraqê şer kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Sûka serî bû remza têkoşîn û berxwedanê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên rejîma Îranê li Sine ji heman malbatê 3 kes qetil kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî êrişa Îranê agir bi çiyayê Heybet Sultan ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê hate vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Hewlêrê droneyên Îranê hatin xistin
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Nîşaneya berxwedanê: Dayika Zerge
Rojava

Nîşaneya berxwedanê: Dayika Zerge

Dayika Zerge (Zerge Cinêd) ku êşa zarokên xwe yên şehîd veguherand berxwedanê, bû semboleke azadiyê.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Êrişa çeteyên DAÎŞ’ê ya 15’ê Îlonan 2014’an a li ser Kobanê ji bo tecrûbekirina hêza berxwedanê ya bajêr kêliyeke krîtîk bû.

Lê belê têkçûna mezin a DAÎŞ’ê ya 26’ê Çileya 2015’an, hêviya vê hêza tarî li bin erdê xist. Dewleta Tirk û çeteyên DAÎŞ’ê ku nekarîn têkçûnê qebûl bikin, 25’ê Hezîrana 2015’an careke din ketin nava liv û tevgerê û êrişî Kobanê kirin. Di vê êrişê de bi sedan mirovên bê guneh hatin kuştin ku piraniya wan jin, zarok û extiyar bûn.

Gundê Berxbotan ê Kobanê yek ji deverên her trajîk bû ku komkujî lê hate kirin. 28 sivîl hatin kuştin. Dayika Zerge ya ji gundê Berxbotanê yek ji şahidên wan rojên giran bû.

ŞAHIDÎ JI HOVÎTIYA KOMKUJIYA LI BERXBOTANÊ RE KIR

Di 25’ê Hezîrana 2015’an de gava ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê êrişî gundê Berxbotanê kir, hovîtiya êrişkaran ji nêz ve dît. Di nava bombardûman û fîşekan de dayikek hebû ku hêmanê esasî yê civakê bû. Zarokên wê Mistefa, Helîme û Kîfah Bahaddîn û neviyên wê Jiyan Bahaddîn û Aras Cinêd di nava refên têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan. Sê ewlad û du neviyên xwe di komkujiya li gundê Berxbotanê de ji dest da. Mîna çemekî têkoşînê bi berxwedanê xurt bû.

JIYANEK LI NAVENDA TÊKOŞÎNA AZADIYÊ YA KURD

Zerge Cinêd têkoşereke 75 salî bû ku çîrokeke bi êş di dilê wê de bû. Gundê Berxbotan ê li başûrê Kobanê cihekî ji êşên giran bû. Dayika Zerge li vî gundî bi bîranînên dîrokî mezin bû, beşeke mezin a jiyana xwe li vê derê derbas kir. Şopên kûr ên li ser rûyê wê weke nîşaneyeke êşa dîtî û şerê hebûnê, kûrahiya di çavê wê de jî ji ber barê giran ê rabirdûyê bû.

Dayika Zerge semboleke cewherî bû ku li xaka gundê Berxbotanê şîn bû. Dema ku hevserê wê Elî Bahaddîn di sala 1986’an de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kir, ev yek ji bo wan ne tenê guherînek bû, di heman demê de destpêkirina rûpeleke nû ya jiyana wan bû. Mala Dayika Zerge bû yek ji navendên vê têkoşînê. Piştî ku kurê wê Osman Bahaddîn (Ferhat) tevlî nava refên PKK’ê bû, gundê Berxbotanê ji tiştekî nû re şahidî kir.

Dayika Zerge di vê demê de hem serbilind bû hem jî xemgîn bû. Ev kêlî ne tenê destpêkirina rêwîtiyeke nû ya ewladê wî bû, di heman demê de ji bo çarenûsa gund jî kêliyeke diyarker bû. Yê ku di sala 1992’an de li Rûbarokê şehîd bû ne tenê ewladek bû; ew sembolek bû, sembola berxwedan û hêviyê bû. Windahiya giran a kurê xwe di dilê xwe de bi cih kir. Bi saya kurê wê armanca azadiyê û têkoşînê reh berda nava gundê Berxbotanê.

BERXWEDANA LI DIJÎ REJÎMÊ

Li ser xaka Sûriyeyê mîna çiyayekî sekinî. Ji zextên rejîmê bêzar nebû, rehê xwe berda nava kûrahiyê û li ber rejîmê rabû. Li hemberî êrişên bi rêk û pêk ên rejîmê mîna çemekî bi coş têkoşiya. Ji têkoşîna wê wêdetir bû dengê gelê Kurd, bû nîşaneya bêdawî ya hêvî û berxwedanê. Bû bîrdariyek rabûna li ber neheqiyê û şerê ji bo çand û ziman.

ŞOREŞA ROJAVA Û DAYIKA ZERGE

Weke yek ji sembolên şoreşa Rojava dayika Zerge ya bi ruhê berxwedanê biryardariyeke xurt nîşan da. Sala 2012’an dema ku êriş li ser Kobanê hate kirin, xwe da pêşiya jin û ciwanan. Çîroka wê di nava têkoşîna azadiyê de kir ku bibe nîşaneyek. Bi sekna xwe du taybetmendî temsîl dikir: Têkoşîna xweparastin û azadiyê. Kleşa di destê wê de ne çekek bû; dengê êş û hêviyê bû. Bêtirs biryardariya xwe nîşan da û li ber dijmin rabû. Di heman demê de ji bo civakek di bin zexta dewletê de bû, bû ronahiya hêviyê.

Berxwedana Kobanê dihat wateya parastina nasname, çand û hêviyê. Ji ber vê yekê jî Dayika Zerge cewhera serhildanê ye, îradeya afirandina cîhaneke ji berxwedanê ye. Ji bo ciwanan bû çavkaniya sûdwergirtinê. Dengê wê ku digot ‘Ez li vir im, şer dikim’ li her goşeyekê deng veda, bû nîşaneya piştevanî, baweriyê. Li kolanên aştiyê yên Kobanê navê wê hate bîranîn; weke şopa dîrokî ya azadî û berxwedanê kete hişê mirovan.

DI TEVAHIYA JIYANA XWE DE LI SER ŞOPA ŞEHÎDAN MEŞIYA

Di tevahiya jiyana xwe de li ser şopa şehîdan meşiya, xwedî li bîranîna wan derket. Bi xwedîderketina li armanca azadiyê ya neviyên xwe di bin sîwana Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de li dijî dijmin şer kir. Dayika Zerge dilsoza xaka xwe û Têkoşîna Azadiyê ya Kurd bû. Dayika Zerge bû ronahiya rêya azadiyê.

Dayika Zerge ku çar ewladên xwe tevlî karwanê şehîdan kir, herî dawî 19’ê Tebaxê piştî wefata kurê wê Ebdulqadir Bahaddîn di 21’ê Tebaxê de krîza dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da. Dayika Zerge bû nîşaneya berxwedan û hêviyê.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN QAMIŞLO

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê ROJEVA 23’Ê TEBAXA 2024’AN
Nûçeya Pişt re Ferzkirina zimanê Tirkî dibe sedem ku Kurd ji xizmeta tenduristiyê bêpar bimînin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Şedadê 3 çete hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bajarokê Şedadê yê girêdayî Hesekê 3 endamên şaneyên veşartî girtin.

Ji aliyê Stêrk TV

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hêzên Asayişê ewlekariyê dewr girtin

Piştî vekişandina hêzên leşkerî ji taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, hêzên Asayîşê ji bo…

Ji aliyê Stêrk TV

KNK: Divê gelê Kurd û dostên wê li dijî tecrîdê hîn bêhtir têbikoşin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya navneteweyî şermezar kir û bang li her…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojava

Hozan Comerd serdana gaziyan kir

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

18 saziyên jinan têkildarî mafp jinan û statuya Kurdan bi Guterres re civiyan

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li gundewarê Humsê bombeyek teqiya: 3 zarok birîndar bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li bejahiya Efrînê sivîlek li benda kontrolê hate kuştin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?