În, 11 Tirmeh 2025
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Têketin
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Akay: Karê sereke yê sosyalîstan pêkanîna avakirina civaka demokratîk e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyên ji doza PKK’ê: Roj ji Kurdistanê jinûve hilat

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 11’Ê TÎRMEHA 2025’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şandeya derbasî Başûr bû: Em ê şahidiya kêliyek dîrokî bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    150 kes li ser rêya Silêmaniyê ne: Em ê êdî ne darbestê, lê aştiyê hilbigirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hamza Yunaçti piştî 30 salan hate berdan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Heyeta DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kurdistanê bala her kesî li ser merasîma gerîla ye…

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cîhan Celo: Pêvajoya aştiyê û azadiya Rêber Apo bi hev ve girêdayî ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta ku wê merasîmê bişopîne ber bi Silêmaniyeyê ve bi rê ket

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jin: Ji bo avakirina zemîna hiqûqî ya aştiyê divê meclîs bi lez erka xwe bi cih bîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin ji bo ‘Meşa Aştiyê’ li Enqereyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê di mehekê de 10 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDP’ê: Di nava 6 mehên pêşîn de 136 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TAJÊ: Qirkirina jinên Êzidî dewam dike, em ê têkoşînê derbasî qonaxeke nû bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji EŞÎK’ê hişyariya li ser ‘mîrateyê’: Em ê dest ji mafê xwe bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Swîsre ji festîvala zarokan re amade ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê wê li ser rêça Anter û Dînk bên ba hev: ‘Du Deng, Yek Bîranîn’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi wêneyên xwe êş, berxwedan û hêviya gelê xwe vedibêje

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Krasnodarê civînek li ser çand û folklora Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konserên ‘Ji Ocalan re azadî’ li Îtalyayê di sala 2’yan de didomin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin aştiyê nîqaş dikin: Em rêxistinbûnê xurt dikin!

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • QAMIŞLO
  • ENQERE
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • HESEKÊ
  • RIHA
  • COLEMÊRG
  • ÊLIH
  • ŞEHBA
Nûçeyên Lezgîn
Şewatên li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê dewam dikin
Li Şarbajêr droneyek ket
Li Marmarîsê erd hejiya: 1 mirî, 69 birîndar
Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê re hevdîtin kirin
Li Buyukçekmeceyê erdheja bi 3.8 pileyî
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > ‘Nîşanî her kesî da ku bersiveke çawa divê ji dijmin re bê dayin’
Kurdistan

‘Nîşanî her kesî da ku bersiveke çawa divê ji dijmin re bê dayin’

Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Tebax 2024 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Gelê Kurd xwedî hişekî xurt ê dîrokî ye, lê mixabin ev bîr û hiş bi bûyerên trajîk û êşê dagirtî ye. Lewma ev hiş bandoreke mezin li têgihiştina gelê Kurd dike, rê û rêbazên jiyanê diyar dike.

Benda Amed (Semra Ayverdî) yek ji wan mirovan bû ku şahidî ji van bûyerên trajîk re kir. Hemra hîn 5-6 salî bû ji aliyê leşkerên Tirk ve bi zorê ji mala xwe hate derxistin û mala wan hate şewitandin. Malbata wê ji ber ku ranehişt çeka dijmin û li dijî gelê xwe bi kar neanî, ji ber ku cerdevanî nekir zilmeke bi vî rengî dît. Ji ber vê yekê jî neçar man ji gund bêne derxistin û li navçeya Bismil a Amedê bi cih bûn. Semra jî li Bismilê li nava malbateke welatparêz mezin bû. Semra ku diçû zanîngehê, ji bo sîstem bandorê li kesayetiya wê neke û nekeve binê xizmeta sîstemê gelekî bi baldarî tevdigeriya. Ji ber vê jî di dema xwendina zanîngehê de beşdarî nava kar û çalakiyên ciwanan bû. Semra Ayverdî ku jiyana PKK’ê nêzî xwe dît, daxwaza wê ya ji bo hînbûna fikrên Rêber Apo hîn zêdetir bû.

Ji ber vê yekê di sala 2013’an de bi biryardariyeke mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bû yek ji şervanên azadiyê yên welatê xwe. Navê Benda Amed li xwe kir. Benda Amed di hevpeyvîneke xwe de li ser jiyana li çiyê û gerîla gotibû, “Jiyana gerîla dîrok e. Di nava vê jiyanê de zor û zehmetiyên ku em dikişînin wateyeke xwe heye. Em hebûn û têkoşîna xwe bi çiyê, bi hevrêyên xwe re pênase dikin. Jiyana gerîla coş e, exlaq e, hezkirin e. Afirînerê vê jiyana bedew û bi wate Rêber Apo û şehîdên şoreşê ne.”

Fermandar Benda hîn di roja destpêkê de bi hezkirineke mezin jiyana gerîla pejirand. Piştî perwerdeya xwe ya bingehîn li Herêmên Parastinê yên Medyayê pratîk kir û di demeke kurt de li nava refên têkoşînê wezîfeyên girîng hilda ser milê xwe. Piştî ku tevlî perwerdeya îdeolojîk bû hewl da bibe şopdarê rasteqîn ê xeta Bêrîtan û Zîlan ku şervanên pêşeng ên PKK’ê bûn. Lewma li dibinstanên îdeolojîk hewl da di çarçoveya Paradîgmaya Demokratîk de xwe bi pêş ve bibe. Weke milîtaneke Rêber Apo li hemberî tecrîda li Îmraliyê xwe berpirsyar dît û li pêşberî keda Rêbertî xwe deyndar dît.

DIXWEST BIBE PARÇEYEK JI WÊ PÎROZIYÊ

Li ku derê wezîfeyeke giran a li dijî êriş û polîtîkayên dewletê hebûya Benda Amed diçû wê derê, ji hevrêyên xwe re dibû hêza manewî û hêvî. Girîngiya meşandina têkoşînê ya li Bakur û daxwaza çûyîna wê herêmê bi vî rengî nirxandibû: “Rêber Apo li Bakur dest bi têkoşîna xwe kir û bi vî rengî gelê Kurd yekemcar li Bakur ji xewa mirinê hişyar bû. Li wê xakê kongreya destpêkê ya partiya me hate kirin, fîşeka destpêkê ya şerê me hate teqandin, gavên destpêkê yên şoreşa me hatin avêtin, ya herî gigrîng jî şehîdê destpêkê yê têkoşîna me hate dayin. Di nava dewletê ku Kurdistan kirine çar parçe herî zêde li wê derê êriş li me tê kirin, herî zêde dewleta Tirk êriş dike. Ji ber vê yekê jî meşandina têkoşîneke serketî li Bakur ji bo me nebe nabe. Xaka Bakur ji bo me pîroz e û ez dixwazim bibim parçeyek ji wê pîroziyê.”

HEZKIRINA JIN A KURD A JI WELATÊ XWE NÎŞAN DA

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker hewl dida gel û destketiyên Kurdan tine bike, biryar da ku biçe qada herî giran a têkoşînê û berê xwe da Botanê. Ji bo stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî bixe meriyetê wezîfeya fermandariya herêmê da ser milê xwe û li Botanê têkoşîneke berfireh meşand. Benda mîsyon û rola xwe ya dîrokî danî pêşiya her tiştî û hewl da hêjayî Rêber Apo û hevrêyên xwe yên şehîd be. Ji ber vê yekê li hemberî her cûre êrişên dagirkeriyê ji bo parastina xwe û qada xwe li ber xwe da.

Fermandar Benda tola zilma ku dijmin hîn di zarokatiyê de li wan kir, hilanî. Li gelek herêmên Botanê şer kir, mohra xwe li têkoşînê da û weke fermandareke jin a YJA Starê bi rê û rêbaza xwe ya şer û jiyanê bû fermandareke mînak ji hevrêyên xwe re. Fermandar Benda Amed li navçeya Berwarî ya Sêrtê li herêma Herekolê 25’ê Tîrmeha 2024’an di şer û bombardûmanê de li gel hevrêyên xwe Bişeng Dûrmûş (Destîna Botan) û Seyîthan Sencer (Baran Hemlîn) şehîd bû.

Benda Amed weke hevrêyeke rasteqîn û şevaneke Apoyî hezkirina ji welatê xwe nîşanî her kesî da. Bi jiyan, berxwedan û durustiya xwe nîşan da ku divê şervan bersiveke çawa bidin dijmin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Nîşaneya berxwedanê: Dayika Zerge
Nûçeya Pişt re Kamala Harris namzetiya serokatiyê bi rengekî fermî qebûl kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Bersivê betalke

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.

Ji kerema xwe astek jilbijêre

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Festîvala Fîlman a Dusseldorfê bi panela Rewşa Êzidiyan dest pê kir

Yekemîn Festîvala Fîlman a Dusseldorfê bi panela bi navê “Rewşa Êzidiyan” dest pê kir. Moderatoriya…

Ji aliyê Stêrk TV

Ji bo Firat Epozdemîr 15 sal cezayê hepsê tê xwestin

Derheqê Endamê Desteya Rêveberiya Baroya Stenbolê Firat Epozdemir de îdîanameyeke ku daxwaza 15 sal ceayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Berdana girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz bi awayekî keyfî tê astengkirin

Li girtîgehên Tirkiyeyê li hember girtiyên siyasî nêzikatiyên cûdakar berdevam dikin. Girtiyê nexweş Abdullah Yilmaz…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Heyeta DBP, HDK û DEM Partiyê gihîşt qada merasîmê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Koma Silêmaniyeyê gihîşt qadê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kurdistanê bala her kesî li ser merasîma gerîla ye…

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Delegasyona Navneteweyî ber bi qada merasîmê ve bi rê ket

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

Bibe abone!

Em ê te ji nûçe, gotar, bername û hemû bûyerên giring agahdar bikin!

Tu kengî bixwazin dikarin betal bikî.
adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?