Li bajarên Kurdistanê nivîsên hişyariyê yên “Pêşî Peya” û “Hêdî” yên li ser rêyên peya, di hedefê de ne.
Li Wanê zarokekî 16 salî bi piştevaniya parêzer û polîsan nivîsên Kurdî texrîb kir û şûna wê “Tirkiye Tirk e, wê Tirk bimîne” nivîsand. Li ser vê yekê walî ketin nav liv û tevgerê. Piştî Amed, Mêrdîn/Kerboran û Êlihê li Wanê jî nivîsên hişyariyê yên bi Kurdî hatin jêbirin.
Derket holê ku ev nivîsên hişyariyê bi fermana Wezareta Karên Hundir tên jêbirin. Walîtiya Wanê di nivîsa ku ji Şaredariya Bajarê Mezin şandî de, bal kişand ser nivîsên ku Wezareta Karên Hundir 26’ê Tîrmehê ji walîtiyan re nivîsandî. Wezaretê di nivîsa xwe de qanûnên Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejahî bi bîr xist û hat xwestin ku nivîs bên jêbirin.
Tîmên rêyên bejahî ji xeynî nivîsên Kurdî, nivîsên hişyariya trafîkê yên bi Tirkî jî jê birin.