Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin di roja 11’emîn de didome. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) pêşengtiya çalakiyê dikin. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê yên Riha û Amedê çalakiya nobetê ya îro domandin. Gelek Dayikên Aştiyê yên ji Riha û navçeyê wê û ji Amedê hatin, bi cil û bergên xwe yên Kurdî tev li çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de pankartên “Rojava rûmeta me ye” û “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” hatin hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin.
Berdevka Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Meyaser Korkmaz di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Me her tim aştî xwest. Ji Dayika Berfo heta niha me her tim daxwaza xwe ya aştiyê anî ziman û wê her bibêjin. Banga me ji bo hemû dayikan e, werin em bi hev re aştiyê pêk bînin.”
Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nafiye Yîgît jî ev tişt anî ziman: “Weke Dayikên Aştiyê em dixwaza aştiyê dikin. Em naxwazin xwîna tu kesî birije. Divê her kes destê xwe deyne bin kevir. Êdî bes e ma dê heta ku bidome? Em ê her tim daxwaza aştiyê bikin. Ez serkeftinê ji bo her kesên ji bo aştiyê têdikoşin dixwazim.”
Ji endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Adalet Çay jî wiha got: “11 roj in em li ser sînor nobetê digirin. 10 sal berê ciwanên me ji ber şer herikîn ser sînor. Niha jî heman tişt diqewime. Em dibêjin êdî bes e bila ev xwîn bes birije. Weke Dayikên Aştiyê em ê her tim dixwaza xwe ya aştiyê bînin ziman. Divê hemû dayikên li Tirkiyeyê ji bo aştiyê berpirsyartiyê li xwe bigirin. Bila aştî çêbibe û ciwanên me neyên qetilkirin.”
Daxuyanî bi çepik û dirûşmên “Bijî berxedana Rojava” û “Bijî aştî” bi dawî bû.