Nobeta Azadiyê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’yan de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, bi koma 190’an di roja 978’an de bi biryardariyeke xurt didome.
Merasîma dewrgirtina nobetê li Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê ji aliyê çalakvana koma 189’an Dua Bulut ve daxuyanî hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Di vê qonaxê de, em fêm dikin ku têkoşin ne tenê li ser gotinan diraweste. Ew pêvajoyek dirêj û zehmete ku bi hêza civakê, bi rêxistin û bi şermezarkirina her cûrê zilmê tê pêşxistin. Her kesekê di nav vê pêvajoyê de divê xwe wek beşekî zindî bibîne; ji ciwanên hêvi û hêze nû ye heta pîran ku bi ezmûn û dirokê rê nîşan didin. Jin, mêr, xwendekar, karker û hemû beşên civakê, bi yek dil û yek armanc divê li ser reya azadiyê bicivin. Her wiha giringe ku em di vê rê de hêza xwe ya berxwedanê bi zanîn û şûra xwe zêde bikin. Têkoşîn ne tenê bi hest û coş tê meşandin; hewce dike em bi zanîn, bi plan û bi stratejiyeke rast bixebitîn. Dîrok nîşan daye gelên ku bi rêxistin û hişmendî têkoşîn kirine, di dawiyê de serkeftin bidest xistine. Ji ber vê yekê, em divê hem di warê fikrî de hem jî di warê pratikî de xwe pêşve bibin.
Di heman demê de, em divê hêvî û baweriya xwe biparêzin û nehêlin tu zext an ji zehmetiya demê wê şikandina vê baweriyê bike. Hêvî hêza, bawerî û çavkaniya berdewamiya têkoşîna me ye. Her ku em bi bawerî û îradeyeke xurt rêya xwe bidomin, wê dem em dikarin her astengiyek derbas bikin. Ev têkoşin ne tenê ji bo azadiya kesekî an gelêkî ye, lê ji bo avakirina civakek ku li ser bingehê edalet, wekhevî û rûmetê mirovî ava bibe. Ji ber vê yekê, em di her gavê de divê xwe bipirsin ka em çawa dikarın van nirxan di jiyana rojane de jî biparêzin û bi rasti li ser wan rawestin. Ji aliyekî din ve, giringe ku em hevdengiya xwe bihêz bikin. Dijmin dixwaze me belav bike, lê hêza me di yekbûna me de ye.”
Merasîma dewrgirtinê dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berzkirin.

