Sêşem, 17 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

    Ji aliyê Stêrk TV

    Girtiyê siyasî yê li Girtîgeha Ûrmiyê dest bi greva birçîbûnê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ocalan bi teza xwe ya li ser dewlet û komunê ne dûrî Engels e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 17’Ê ADARA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Wêranşarê Newroza bi coş: Divê statuya Abdullah Ocalan zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroz li Stewrê hate pîrozkirin: Divê Rêber Apo tavilê azad bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Ev Newroz wê bibe Newroza azadiyê ya gelên Îranê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Serêkaniyê piştî 10 salan agirê Newrozê hat dadan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qoserê bi deh hezaran kes tevlî Newrozê bûn, ciwanan mohra xwe lê dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Erziromê piştî bi salan Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    YJK-E ji bo destdirêjiya li Neuköllnê got: Edalet nayê veşartin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rohilat Efrîn li Zurichê axivî: Têkoşîna me dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Em bi rola xwe rabin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Kedkarê çandê Evdirrehman Zal jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Mûsil û Kerkûkê 2 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Nobeta Edaletê: Em tevlî Meşa Azadiyê bibin
Rojane

Nobeta Edaletê: Em tevlî Meşa Azadiyê bibin

Xizmên girtiyan ku çalakiya xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin, ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe li Qersê dest pê bike banga tevlêbûnê kirin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 23. Sibat 2024 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Çalakiya Nobeta Edaletê ku xizmên girtiyan û rêxistinên civaka sivîl bi mebesta azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk li gelek bajaran daye destpêkirin berdewam kir.

EDENE

Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîz Edeneyê (AATUHAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 59’an de berdewam kir. Çalakî ji hêla Dayikên Aştiyê ve tê domandin û îro rêveberên Rêxistina DEM Partiyê ya Yuregîrê hatin serdana çalakiyê. Di çalakiyê de stran hatin gotin û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Çalakvanan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga têkoşînê li her kesî kirin.

WAN

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya xizmên girtiyan û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Wanê (WAN TUHAY-DER) li avahiyê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 58’an de dom kir. Komeleya Lêkolînên Çand, Ziman û Huner a Arsîsayê, Rêxistina DEM Partiyê ya Bêgiriyê, şêniyên taxên Beyuzumu û Îstasyonê û gelek kesan serdana nobetê kirin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Komeleya Arsîsayê Faysal Yacan ê di serdanê de axivî, berxwedana girtiyan silav kir û wiha got: “Girtî ketina çalakiya greva birçîbûnê. Bi salane li zindanan li ber xwe didin. Em jî dê her tim ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têbikoşin. Em bi hêvî ne dê têkoşîna me di demekî kurt de bigihe armanca xwe.”

Siyasetmedar Yakûp Ataş ê pişt re axivî jî destnîşan kir ku divê daxwazên girtiyan demildest bên bicihanîn û wiha got: “Em hêvî dikin ku çalakî di demekî kurt de bigihe armanca xwe. Ji bo ku ev tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe divê gelê Kurd rabe ser piyan.”

Nobet bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, Jiyan, Azadî” berdewam kir.

ÎZMÎR

Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE TUHAYDER) û Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Nûnertiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Îzmîrê hatibû destpêkirin di roja 15’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê dirûşmên “Li dijî tecrîdê berxwedan”, “Ji bo edaletê tecrîdê bişkînin”, “Ji bo aştiya civakî em bibin dengê zindanan” hatin daliqandin. Di nobetê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin.

Rêxistina Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê hate serdana nobetê.

AMED

Nobeta Edaletê ya ku xizmên girtiyan li Amedê daye destpêkirin di roja 58’an de berdewam dike. Nobet, li avahiya DEM Partiyê ya Rezanê tê domandin û li eywana çalakiyê pankarta “Ji dayikên lehengan hezar silav ji bo zindanan. Em ê bi hêza xwe tecrîdê bişikînin û jiyana azad ava bikin” hatibû daliqandin. Çalakvanan pêşmalkên bi nivîsa “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” li xwe kirin. Namzetên hevşaredariyê yên navçeyên Gêl û Rezanê û rêveberên DEM Partiyê yên Pîranê hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Têkoşîna me roj bi roj mezin dibe” berz kirin.

Xizmên girtiyan ên di çalakiyê de nameya ku girtiyên li Girtîgeha Amedê ji bo piştevaniyê şandibûn xwendin. Di çalakiyê de Reşahat Ada axivî û wiha got: “Em berxwedana birûmet a girtiyan pîroz dikin.”

Di heman demê de xizmên girtiyan ji bo “Meşa Mezin a Azadiyê” ku dê sibe li Qers û Wanê bê destpêkirin jî banga tevlêbûnê kirin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Zapê operasyona şoreşgerî: 37 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin
Nûçeya Pişt re Hanîfe Arslan a 76 salî ligel nexweşiyên giran nayê berdan
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Keder Hisên: Divê em bi berhemên xwe bibin deng û rengê civakê

Keder Hisên diyar kir ku peyama Rêber Apo hunera wan bi hêztir kiriye û got:…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Agiriyê terora cerdevanan: 2 kes birîndar bûn

Li navçeya Giyadin a Agiriyê cerdevanan êrîşî gundekê kirin, 2 kes birîndar bûn. Li Gund…

Ji aliyê Stêrk TV

TJA starta 8’ê Adarê dide: Jin Jiyan Azadî!

TJA’yê îro li Êlih û Îzmîrê starta çalakiyên 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Kampa KDP-Î li Koyê du carin tê bombebarankirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Piştî Newroza Qoserê polîsan êrîşî ciwanan kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li 7 navçeyên Amedê coşa Newrozê: Bila bibe mizgîniya azadiyê ya 2026’an

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dêrik û Dirbêsiyê şehîd hatin spartina axê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?