Nobeta li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de hatiye destpêkirin, bi amadebûna gel û çalakvanan û bi deqeyek rêzgirtin hat destpêkirin.
Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 163’an daxuyaniyek ji aliyê çalakvana bi navê Sakîne Toprak ve hat dayîn.
Sakîne Toprak di destpêka axaftinên xwe de silav û hezkirinên gel û ciwanên Mexmûrê ji Îmralî û gerîlayên serê çiya re şand û got: “Em wek çalakvan û ciwanên Mexmûrê piştgirî didin pêvajoya ku Rêbertî daye destpêkirin. Pêvajoya ku hatî destpêkirin gelekî girînge û bandorek mezin ser gelê Kurd daye çêkirin. Di vê pêvajoyê de rolekî mezin ketiye ser milên ciwanan. Em jî wek ciwan û xwendevanên Mexmûrê piştgirî didin vê pêvajoyê û serketinê ji koma nû ya çalakvanan re dixwazin.”
Piştî axaftinê, koma nû ya çalakiyê di bin dirûşmeyên ‘Bijî Rêber Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ de çalakî dewr girt.
Şêniyên Mexmûrê diyar kirin ku heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were wê nobeta wan berdewam bike.

