Di rûniştina destpêkê ya roja duyemîn a Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk de sernavê “Ji Netewe dewletê ber bi neteweya demokratîk ve” hate nirxandin.
Alîkara Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê ya ji Têkiliyên Derve Berpirsyar Ebrû Gunay moderatorî jê re kir. Prof. Norman Paech li rûniştinê axivî û qala hevdîtina sala 1996’an a bi Rêber Apo re kir. Paech diyar kir ku hevdîtin li dora du pirsên girîng hate kirin û got, “Ya yekemîn, rola tundiyê ya têkoşîna rizgariyê û ya duyemîn jî pirsa li ser avakirina dewleteke cuda yan jî têkoşîna ji bo xweseriya li nava vê dewletê yan jî rêvebirina xwe bi xwe. Pêwendiya herdu pirsan bi feraseta demokrasiyê hebû ku bi fikrekî muxalîf ê biryara terikandina têkoşîna çekdarî ya li hemberî Tirkiyeyê dabû, em bi heman nêrînê bûn. Her wiha nêrîna destberdana ji dewleteke Kurd a cihê jî di nav de bû. Vê yekê xwe dispart gumankariyekê ku li hemberî cîhana demokrasiya kapîtalîst xwedî bingeheke kûr û xurt bû. Demokrasî xwedî karaktereke hem şexsî hem jî emperyalîst bû û hîn jî welê ye. Armanca tevgera rizgariyê ne bidestxistina dewletê be, divê armanc ew be ku pêvajoya wergirtina biryarên siyasî radestî civakên xwecihî, taxan, odeyên pîşesaziyê û konseyan bê kirin.”
Prof. Norman Paech anî ziman ku têgeha neteeya demokratîk a Ocalan civakeke siyasî vedibêje ku ji ailyê dewleteke homojen ve nehatiye avakirin, lê belê ji aliYê nasnameyên cuda yên pîvanên demografîk ên hevpar diyar dikin, hatiye pênasekirin.
Norman Paech diyar kir ku dema ew ji çavên hiqûqnasên navneteweyî li feraseta demokrasiyê binihêrin, mafê diyarkirina çarenûsa xwe ji bo gelê Kurd norma bingehîn a ji bo ewlekirin û parastina nasname û hebûna gel e û got, “Mafê diyarkirina çarenûsa xwe li Destûra Bingehîn a Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, li Destûra Bingehîn a Navneteweyî Yekbûyî di benda 2’emîn a Xala 1’emîn de li gel pîvanan bi kurtasî û bi rengekî rasthatî hatiye vegotin. Piştî bi salan û gelek biryaran hate qebûlkirin ku ev maf têgeheke hiqûqî ya mecbûrî ye.
Ocalan di sala 1996’an de dest ji armanca avakirina dewleteke Kurd a ji Tirkiyeyê cuda berda. Ev yek alternatîfa federalbûnê û nenavendîbûnê ya ji bo demokratîkbûnê di nava sînorên heyî yên Tirkiyeyê de dihêle. Herdu daxwaz ji aliyê qanûnî ve dikarin bêne qebûlkirin, lê belê ji bo delweteke navendîperest a weke Tirkiyeyê ji aliyê siyasî ve zehmet e. Dema ku kar li ser Danezana Mafên Hindikahiyan hate kirin, hikumeta Tirk li ber naskirina hindikahiyan rabû, bi rengekî eşkere daxuyaniyek bi vî rengî da û hindikahî ji parastina mafên mirovan re hişt. Li gorî Destûra Bingehîn a Tirk û mewzûatên din ên pêwendîdar, welatiyên Tirk bêyî îstîsnayê xwedî maf û statuya wekhev in. Lewma nepêkane ku cihêkariyeke erênî yan jî neyînî li hemberî kes an jî komeke cuda ya etnîkî, olî yan jî zimanî bê kirin. Ji bilî vê yekê em di wê baweriyê de ne ku mafên kesên ji etnîk, ol û zimanên cuda divê di çarçoveya mafên mirovan de bêne nirxandin. Kêmkirina mafên hindikahiyan ku di xala 27’emîn a Danezana Mafên Mirovan de hatine ewlekirin, edaletê pêk nîne. Parastina kes, nasname an jî hebûneyên hindekahiyên çandî yan jî olî, etnîkî yên weke Kurdan divê bi rêya mafên kolektîf bê kirin.
Bi vî rengî têm ser nivîsên lêkolînên dawî: Weqfa Lêkolînên Civakî û Aborî yên Tirk di salên 2008 û 2010’an de li ser şêweyê pênasekirina rêveberiyên xwecihî, xwerêveberî û şaredariyan pêşniyar li hikumetê kir. Eger em kurteber bikin, weqf pêwîstiya bi nenavendîbûnê ne tenê bi hincetên guherîna aborî û newekheviya navbera herêman, her wiha bi hincetên demorkatîkbûnê destnîşan dike. Her wiha divê herêm weke yekeyên rêveberiyê yên xweser ava bibin. Ji ber ku ji avabûna komarê û vir ve avaniya bajêr di asteke girîng de guherî ye. Di navbera dewleta navendî û rêveberiyên xweser ên herêmî de parvekirina erkê divê bi qanûnî bi rengekî hêsanî bê sererastkirin. Ev kar nîşan dide ku fikir û pêşniyarên Ocalan ên ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê destnîşan kiriye çawa reh berdane nava civakê.”
Di dewama axaftina xwe de Norman Paech got, “Mijarên ku di sala 1996’an de hatin nîqaşkirin êdî li paş ma, niha pirsgirêkên nû, pirsên nû têne nîqaşkirin. Ev yek guherîna demê ye û hêviyê dide ku guherîna demê wê dewam bike. Lê belê ji bo ev yek veguhere diyalogeke rasteqîn a ku rastiyên demokratîk ên nû diafirîne, tiştekî kêm maye: Ew jî berdana Ocalan a ji girtîgeha girava Îmraliyê ye ku di nava îzolasyoneke li derveyî mirovahiyê de ye. Dema ku ji fîgurê gelê Kurd re li nava civaka Tirk cihê ku mafê wî ye bê dayin û şevanên berê yên ji çiyayên Iraqê hatin bêyî ku bikevin nava xeteriyê karibin vegerin, hingî wê li vî welatî demokratîkbûn pêk were. Şensekî me yê rasteqîn heye û ev şens ji we re tê.
Di dawiyê de dixwazim noteke şexsî bidim. Ez ji Elmanyayê têm, ji welatekî ku PKK hîn jî weke rêxistineke terorê qedexekirî ye. Di sala 1993’an de dema ku hikumeta Elman PKK bi rengekî neqanûnî ragihand, civaka Kurd ji min xwest ku li dadgeha îdarî ya herî bilind dozê vekim. Li ser bingeha hiqûqa navneteweyî li pêşberî dadgehê têkoşiyam, lê belê heta niha nekarîm bi ser bikevim.”

