Nûçegihanê berê yê Ajansa Nûçeyan a Dicleyê (DÎHA) ku bi Biryarnameya Di Hikmê Qanûnê de hat girtin Mehmet Arslan di encama qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Şevê din di ketina navçeya Qereyaziyê de ji ber berf û mijê du wesayît li hev qeilibîn. Arslan ê ku di encama qezayê de bi giranî birîndar bû, piştî çend saetan ji cihê ku asê maye hat derxistin. Arslan ê ku piştre bi ambûlansê birin Erziromê, di rê de jiyana xwe ji dest da.
Cenazeyê Aslan wê îro li Goristana Navendî ya Qereyazî were veşartin.
Mehmet Arslan ê ku di saziyên di nav kevneşopiya DEM Partiyê û DÎHA de xebitî, di jiyana xwe ya pîşeyî de gelek caran hatiye binçavkirin. Ji ber karê xwe ku di sala 2016’an de kiriye di girtîgehê de maye û paşê rastî gelek gef û dozên cuda hatiye.

