Yekîneya Jinê ya NY (UN Women) û Ofîsa Hişbir û Sûc a NY’ê (UNODC) raporek nû weşand. Li gorî raporê, sala 2024’an nêzî 50 hezar jin û zarokên keç ji aliyê kesên nêzî xwe ve hatin qetilkirin.
Ev jî tê wê wateyê ku di her 10 deqeyan de jinek yan jî zarokek keç di nava malbatê de yan jî ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dide.
Sala 2024’an bi giştî li seranserî cîhanê 83 hezar jin û zarokên keç hatin kuştin; ji vane sedî 60 ji aliyê mêr yan jî endamên malbatê ve hatin qetilkirin.
Saziyên NY’ê diyar kirin ku tevî têkoşîna kûreyî ya ku bi salan tê meşandin jî, tundî kêm nebûye û hîn zêdetir dibe û bang li hikûmetan kir ku tedbîrên hîn xurttir bigirin.
Di raporê de hate diyarkirin ku xeteriya cînayetê ya herî mezin a ji bo jinan, malên wan bi xwe ne.
Her wiha hate ragihandin ku herî zêde jin li Efrîqayê hatine qetilkirin, sala 2024’an li Efrîqayê nêzî 22 hezar jin hatin qetilkirin.

