Di daxuyaniyê de ku pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hate kirin, hate ragihandin ku tenê sala 2025’an li 21 wlatan herî kêm 326 wezîfedarên alîkariya mirovî hatin kuştin. Hate gotin, di nava sê salên dawî de 1010 xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dan. Fletcher anî ziman ku ev hejmar li gorî sê sal beriya wê tê wateya zêdebûneke bi 3 qatî.
Li gorî daxuyaniyê, piraniya bûyeran li herêmên şer qewimîn û windahiya herî giran li Xeze û Şerîa Rojava bû. Hate ragihandin ku li gel vê yekê li Sûdan, Sûdan a Başûr, Ûkrayna û Komara Demokratîk a Kongoyê gelek xebatkarên alîkariya mirovî jiyana xwe ji dest dan.
Fletcher got, kesên jiyana xwe ji dest dan dema hewl dan avê, dermên û alîkariya stargehê bigihînin deverên pêwîst hatin qetilkirin. Her wiha anî ziman ku ev kes li konvoyên alîkariyê yên bi rengekî eşkere işaret li ser hatibû danîn û di dema wezîfeyên bi rayedaran re koordîneyî dikirin hatin kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, di gelek bûyeran de êriş ji aliyê wan dewletan ve hate kirin ku endamê Neteweyên Yekbûyî ne.
Fletcher bi dewamî bi bîr xist ku wezîfeya xebatkarên alîkariya mirovî ji xwe bi rîsk e, lê belê mirov ne ji ber “bêbaldariyê, lê ji ber bêperwatiya aliyên şer” hatin kuştin. Fletcher destnîşan kir ku hiqûqa mirovî ya navneteweyî û biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li ser parastina xebatkarên alîkariyê di pratîkê de bi cih nayên anîn.
Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin ku karên alîkariya mirovî li gelek herêman têne astengkirin û ev rewş jî dibe sedem ku alîkarî bê birîn, klînîk bêne girtin û pêwîstiyên bingehîn neyên bidestxistin.
Fletcher destnîşan kir ku êrişên li ser xebatkarên alîkariya mirovî ne tenê li ser şexsan e, di heman demê de êriş li hêviya jiyana bi milyonan mirovî ye.
Herî dawî Fletcher bang li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir û jê xwest, ji bo parastina xebatkarên alîkarî biryarên xwe bi cih bîne.

