Daxuyanî li Cenevreyê ji aliyê Berdevka Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Ravîna Shamdasanî ve hat dayîn.
Ravîna Shamdasanî, got ku divê dewlet li dijî yekparebûna xak an serxwebûna siyasî ya dewletek din hêzê bikar neyne an jî gefa êrîşê nexwe.
DYE’yê, piştî çend mehan êrîşan roja Şemiyê Serokê Dewletê ya Venezuelayê Nicolas Maduro û hevsera wî Cilia Flores girtin. Tê payîn ku Maduro û Flores li New Yorkê bi tohmeta “terorîzma narkotîkê” werin darizandin.
Rêveberiya Washingtonê mudaxeleyê wekî ‘operasyoneke polîsan’ bi nav kir. Lê belê gelek welat rewatiya hiqûqî ya vê operasyonê pirs dike.
Ravîna Shamdasanî, destnîşan kir ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê mudaxeleya xwe dispêre sûcên xirab ên mafên mirovan ên li Venezuelayê û got ku ev yek bi mudexeleyên leşkerî yên yekalî yên ku qanûna navneteweyî binpê dikin nayê rewakirin.
Ravîna Shamdasanî, bi bîr xist ku Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nêzîkî deh sal in li ser rewşa xirab a mafên mirovan a li Venezuelayê hişyarî dide.
Her wiha hate gotin ku zêdebûna bêîstîqrarî û zêdebûna hêzên leşkerî ya li welêt ya ji ber mudaxeleya DYE’yê çêbûye, dikare rê li ber mezinbûna krîza li Venezuelayê veke.

