Nûnerê Komîserê Bilind ê Koçberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) Arafat Cemal, li Kabîlê axivî û got ku tevî şert û mercên zivistanê yên zehmet, vegera bo Efganistanê zêde dibe. Li gorî UNHCR’ê, par di heman heyamê de 98 hezar Efganî vegeriyabûn welêt.
DI NAVA DU SALAN DE 5 MILYON KES VEGERIYAN
Ji Îlona 2023’yan vir ve, nêzîkî 5 milyon Efganî vegeriyane welatê xwe. Tenê di sala 2025’an de, 2.9 milyon kes vegeriyan. UNHCR’ê diyar kir ku ev rewş krîza mirovî kûrtir dike.
XETEREYA JI NÛVE KOÇBERÎ HEYE
Gelek ji kesên ku vedigerin welêt bi pirsgirêkên kar û belgeyên nasnameyê re rû bi rû dimînin. UNHCR’ê ji bo sala 2026’an daxwaza 216 milyon dolar alîkarî kiribû, lê heta niha tenê ji sedî 8’ê budçeyê hatiye finansekirin.

