Rapora salane ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) wê roja Pêncşemê bi rengekî fermî bê weşandin. Di raporê de qala binpêkirina mafên zarokan (Kêmî 18 salî) yên li bîst herêmên şer ên cîhanê dike.
Di raporê de berpirsyarên kuştin, seqetkirina zarokan, tevlîkirina li leşkeriyê, revandin û destdirêjiya li zarokan weke lîsteyekê tê ragihandin.
Di raporê de bi taybetî şerê navbera artêşa Sûdanê ya bi serkêşiya General Abdul Fettah el Bûrhan û Hêzên Piştevaniya Lezgîn a paramîlîter a bi serkêşiya hevrikê wî General Mûhammed Hamdan Daglo yê ji Nîsana 2023’an û vir ve tê lêkolîn.
Di raporê de biryar hate dayin ku artêşa Sûdanê ji ber berpirsiyariya xwe ya di birîndarkirin û kuştina zarokan de, Hêzên Piştevaniya Lezgîn jî ji ber berpirsyariya êrişên li ser dibistan, nexweşxane, destdirêjiyê û tevlîkirina zarokan a li leşkeriyê, li nava ‘lîsteya cihê şermê’ bêne bicihkirin.