Hevserokê TEV ÇAND’ê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Henan Sîdo li ser wate û girîngiya çandê di nav şoreş û civakan de axivî. Henan diyar kir ku berî demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hemû serhildan û raperînên ku rabûne girîngî nedidan çandê û wiha got: “Beriya Partiya Karkerên Kurdistanê were demezrandin gelek partî, serhildan û raperîn girîngî û girêdana civakê bi çandê re nedan pêş. Ruxmê ku çand beşek ji şoreşê ye lê di wan serhildan û raperînan de tenê girîngî didan aliyê şoreşa çekdarî, heta civaka xwe bi rêxistin nedikirin. Lê bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê re û bi lidar xistina şoreşê re çand weke şoreşa siyasî û leşkerî beşekê ji şoreşê hat nirxandin û girîngiyeke mezin dan çandê. Bi vê re tevgera çandê cihê xwe di nav şoreşê de girt û dest bi têkoşîna parastina çandê kir.”
ŞOREŞA LI SER ESASÊ ÇANDÊ AVA BIBE WÊ BI SER KEVE’
Hevserok Henan bal kişand ser rola Tevgera Çandê ya nava şoreşê û û anî ziman ku Tevgera Çandê roleke mezin di nav şoreşê de hilgirt ser milê xwe û wiha pêde çû: “Tevgera Çandê di nav şoreşê de roleke mezin rakir ser milê xwe, di despêka avakirina Tevgera Çandê re jî wekî kom hatin avakirin û kêlî bi kêlî tekoşîna xwe di nava şoreşê de dan meşandin. Dema ku şoreşek li ser esasê parastina çandê ava bibe wê tekez ew şoreş bi ser bikeve. Ji bo wê jî ev 50 salin Tevgera Azadiyê li hember hemû êrîş, qirkirin û planên têkbirina şoreşê li ber xwe dide. Tevgera Çandê bandoreke mezin li şoreşê kir. Tevgera Çandê bi rêya çand û hunerê êrîşên li ser gel û çandê vala derxist û girêdana civak û şoreşê hev re ava kir. Ev rol heta demekê hat meşandin.”
TEVGERA ÇANDÊ DI NAVA ŞOREŞÊ DE KÊLÎ BI KÊLÎ PÊŞ KET
Henan Sîdo li ser pêvajoya avakirina koman axivî û anî ziman ku tekoşîn û gavên avakirina koman hunermendan bi xwe dikirin û wiha got: ‘Di destpêka şoreşê de dema ku Rêveberiya Xweser dest bi avakirina saziyan kir, Tevgera Çandê jî di nav de cih girt. Tevgera Çandê xwe bi rêxistin kir, xwe ava kir û bi her pêvajoyekê re kêlî bi kêlî têkoşîna xwe di nav şoreşê de pêş xist. Beriya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê û heta niha çiqas partî, dewlet netew hatin avakirin lê tu kesî girîngî nedan çandê. Heta bi gelê xwe nedan naskirin. Lê bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê re girîngî û piştgirî Tevgera Çandê xurt bû. Yekemîn partiya ku wate û girîngî daye çandê Partiya Karkerên Kurdistanê ye.”
EV ROJ JI BO KURDAN XEWN Û XEYAL BÛ
Hevseroka TEV-ÇAND a kantona Efrîn-Şehbayê Newroz Silêman jî pêşketinên çandê ya bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdustan re anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema mirov qala 1978’an dike, bi derketina Rêber APO û hevalên wî re wekî roja teqînê û destpêka jiyanê bû ji bo gelê Kurd û hemû dostên wan. Her wiha zayînek û herikandina jiyanek nû bi dîrokek nû har afirandin. Ji ber ev roj ji bo gelê Kurd xewn û xeyalek bû. Ji ber piştî ewqas şoreş û helandinê ji bo gelê Kurd ev bû rojek mayînde. Me bawer nedikir ku ev xeyalên me rojekê pêk werin.”
TEVGERA AZADIYÊ PÊŞIYA JINAN VEKIR
Newroz di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev roj bi taybet ji bo hunermendên jin xeyalek bû û wiha domand: “Hunermendên jin di zehmetî û tarîtiyek mezin de derbas dibûn, hestên wan di qefesek teng de hatibû dorpêçkirin û di navbera çar dîwaran de hatinbû girtin. Lê bi hatina Tevgera Azadiyê re û berxwedana vê tevgerê rê li pêşiya jinan vekir û hişt jinê hestên xwe derbirin. Ev cara yekemîn e ku azadiya jin tê nîqaşkirin. Jin xwedî li xwe û nasnameya xwe derdikeve. Em dikarin bêjin ku di hemû cîhanê de tenê Rêber APO ev girîngî da jinan. Ji bo wê em hemû jin îro şopdarê vê rêyê û vê kedê ne.”
JIN BI TEVGERA AZADIYÊ RE BI HÊZ BÛN
Newroz de nav axaftina xwe de anî ziman ku bi saya keda şehîd Mizgîn îro bi hezaran jin bûn Hunermend û wiha pê de çû: “Di roja me ya îro de bi saya keda şehîd Mizgîn, şehîd Delîla û gelek jinên ku di vê rêyê de pêşengtî kirine û hiştine ku bi hezaran jin derketin ser dikê, banga xwe bilind kirin. Gotin em jin in em hene û em ê li her qadê hunera xwe pêkêş bikin û hunera xwe bikin xizmeta gelê şoreşger. Em wek jin bi mezinbûna Tevgera Azadiyê ku her jinek tê de xwedî li xwe derket û karîbû biherike qadan, bi hêz bûn. Em dikarin bêjin ku em wek jin xewn û xeyalên me wê demê dikir îro pêk tên. Berê ewqas derfet di destê me de tune bûn ku em xwe pêş bixin an jî dengê xwe li her derê belav bikin. Lê îro bi hezaran jinên ciwan bi amûr, deng û rengê xwe qadan dixemlînin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber APO, Tevgera Azadiyê û hunermendên şehîd derketin holê. Hunera şoreşgerî ji dengê Eyşeşan, Meryemxanan û heta bi şehîd Mizgîn û şehîd Delîla û heta niha hatiye. Em banga li ciwanên vê şoreşê dikin ku bi hunerekî zanistî û birdozî hev temam bikin, bibin dengê civakê û hestên civakê xwe bi her awayî bi hunerê bihûnin.”