Şemî, 17 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk li dijî pirsgirêkên civakî banga yekîtiyê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Divê girtiyên nexweş Yildirim, Adsiz û Bayram bên berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Fehmî Tosun pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Mal û milkên welatiyên Efrîn û Serêkaniyê nayên radestkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Farqînê meşa li dijî hişbir û fihuşê: ‘Em ê Farqînê bi hev re biparêzin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Em ê li dijî êrîşên hêzên Îranê mafê xwe yê parastina rewa bi kar bînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Êdî hinceteke dewleta Tirk a gav neavêtinê nema ye’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta welatiyê ku li Pîranşarê hate binçavkirin, nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mêrdînê ji bo girtiyên siyasî banga ‘gava şênber’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Ayten Kaplan: Jineolojî dihêle ku jin bi dîrok û nasnameya xwe bicivin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Jineolojî: Civaka komînal wê bi têkoşîna rêxistinkirî ya jinan were avakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinan tecrûbeyên Jineolojiyê û pêwîstiyên dema nû nîqaş kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em xwedî li şoreşa mirovahiyê derkevin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Akademiya Jineolojî ya PAJK’ê: Divê Jineolojî di navenda rêxistinbûna civakî de be

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayika Aştiyê Hatûn Aslan koça dawî kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Çand û Hûner > Hevserokên TEV ÇAND a Efrîn-Şehbayê: PKK girîngî û wate da çandê
Çand û Hûner

Hevserokên TEV ÇAND a Efrîn-Şehbayê: PKK girîngî û wate da çandê

Hevserokên TEV-ÇAND'ê ya kantona Efrîn-Şehbayê diyar kirin ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) herî zêde girîngî da çanda Kurdî û bang li hemû ciwanan kirin ku hestên civaka xwe bi her awayê hunerê bihûnin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 27. Mijdar 2024 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Hevserokê TEV ÇAND’ê ya Kantona Efrîn-Şehbayê Henan Sîdo li ser wate û girîngiya çandê di nav şoreş û civakan de axivî. Henan diyar kir ku berî demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hemû serhildan û raperînên ku rabûne girîngî nedidan çandê û wiha got: “Beriya Partiya Karkerên Kurdistanê were demezrandin gelek partî, serhildan û raperîn girîngî û girêdana civakê bi çandê re nedan pêş. Ruxmê ku çand beşek ji şoreşê ye lê di wan serhildan û raperînan de tenê girîngî didan aliyê şoreşa çekdarî, heta civaka xwe bi rêxistin nedikirin. Lê bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê re û bi lidar xistina şoreşê re çand weke şoreşa siyasî û leşkerî beşekê ji şoreşê hat nirxandin û girîngiyeke mezin dan çandê. Bi vê re tevgera çandê cihê xwe di nav şoreşê de girt û dest bi têkoşîna parastina çandê kir.”

ŞOREŞA LI SER ESASÊ ÇANDÊ AVA BIBE WÊ BI SER KEVE’

Hevserok Henan bal kişand ser rola Tevgera Çandê ya nava şoreşê û û anî ziman ku Tevgera Çandê roleke mezin di nav şoreşê de hilgirt ser milê xwe û wiha pêde çû: “Tevgera Çandê di nav şoreşê de roleke mezin rakir ser milê xwe, di despêka avakirina Tevgera Çandê re jî wekî kom hatin avakirin û kêlî bi kêlî tekoşîna xwe di nava şoreşê de dan meşandin. Dema ku şoreşek li ser esasê parastina çandê ava bibe wê tekez ew şoreş bi ser bikeve. Ji bo wê jî ev 50 salin Tevgera Azadiyê li hember hemû êrîş, qirkirin û planên têkbirina şoreşê li ber xwe dide. Tevgera Çandê bandoreke mezin li şoreşê kir. Tevgera Çandê bi rêya çand û hunerê êrîşên li ser gel û çandê vala derxist û girêdana civak û şoreşê hev re ava kir. Ev rol heta demekê hat meşandin.”

TEVGERA ÇANDÊ DI NAVA ŞOREŞÊ DE KÊLÎ BI KÊLÎ PÊŞ KET

Henan Sîdo li ser pêvajoya avakirina koman axivî û anî ziman ku tekoşîn û gavên avakirina koman hunermendan bi xwe dikirin û wiha got: ‘Di destpêka şoreşê de dema ku Rêveberiya Xweser dest bi avakirina saziyan kir, Tevgera Çandê jî di nav de cih girt. Tevgera Çandê xwe bi rêxistin kir, xwe ava kir û bi her pêvajoyekê re kêlî bi kêlî têkoşîna xwe di nav şoreşê de pêş xist. Beriya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê û heta niha çiqas partî, dewlet netew hatin avakirin lê tu kesî girîngî nedan çandê. Heta bi gelê xwe nedan naskirin. Lê bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê re girîngî û piştgirî Tevgera Çandê xurt bû. Yekemîn partiya ku wate û girîngî daye çandê Partiya Karkerên Kurdistanê ye.”

EV ROJ JI BO KURDAN XEWN Û XEYAL BÛ

Hevseroka TEV-ÇAND a kantona Efrîn-Şehbayê Newroz Silêman jî pêşketinên çandê ya bi demezrandina Partiya Karkerên Kurdustan re anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dema mirov qala 1978’an dike, bi derketina  Rêber APO û hevalên wî re wekî roja teqînê û destpêka jiyanê bû ji bo gelê Kurd û hemû dostên wan. Her wiha zayînek û herikandina jiyanek nû bi dîrokek nû har afirandin. Ji ber ev roj ji bo gelê Kurd xewn û xeyalek bû. Ji ber piştî ewqas şoreş û helandinê ji bo gelê Kurd ev bû rojek mayînde. Me bawer nedikir ku ev xeyalên me rojekê pêk werin.”

TEVGERA AZADIYÊ PÊŞIYA JINAN VEKIR

Newroz di dewama axaftina xwe de anî ziman ku ev roj bi taybet ji bo hunermendên jin xeyalek bû û wiha domand: “Hunermendên jin di zehmetî û tarîtiyek mezin de derbas dibûn, hestên wan di qefesek teng de hatibû dorpêçkirin û di navbera çar dîwaran de hatinbû girtin. Lê bi hatina Tevgera Azadiyê re û berxwedana vê tevgerê rê li pêşiya jinan vekir û hişt jinê hestên xwe derbirin. Ev cara yekemîn e ku azadiya jin tê nîqaşkirin. Jin xwedî li xwe û nasnameya xwe derdikeve. Em dikarin bêjin ku di hemû cîhanê de tenê Rêber APO ev girîngî da jinan. Ji bo wê em hemû jin îro şopdarê vê rêyê û vê kedê ne.”

JIN BI TEVGERA AZADIYÊ RE BI HÊZ BÛN

Newroz de nav axaftina xwe de anî ziman ku bi saya keda şehîd Mizgîn îro bi hezaran jin bûn Hunermend û wiha pê de çû: “Di roja me ya îro de bi saya keda şehîd Mizgîn, şehîd Delîla û gelek jinên ku di vê rêyê de pêşengtî kirine û hiştine ku bi hezaran jin derketin ser dikê, banga xwe bilind kirin. Gotin em jin in em hene û em ê li her qadê hunera xwe pêkêş bikin û hunera xwe bikin xizmeta gelê şoreşger. Em wek jin bi mezinbûna Tevgera Azadiyê ku her jinek tê de xwedî li xwe derket û karîbû biherike qadan, bi hêz bûn. Em dikarin bêjin ku em wek jin xewn û xeyalên me wê demê dikir îro pêk tên. Berê ewqas derfet di destê me de tune bûn ku em xwe pêş bixin an jî dengê xwe li her derê belav bikin. Lê îro bi hezaran jinên ciwan bi amûr, deng û rengê xwe qadan dixemlînin. Ev jî bi saya fikir û felsefeya Rêber APO, Tevgera Azadiyê û hunermendên şehîd derketin holê. Hunera şoreşgerî ji dengê Eyşeşan, Meryemxanan û heta bi şehîd Mizgîn û şehîd Delîla û heta niha hatiye. Em banga li ciwanên vê şoreşê dikin ku bi hunerekî zanistî û birdozî hev temam bikin, bibin dengê civakê û hestên civakê xwe bi her awayî bi hunerê bihûnin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN ŞEHBA

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Wanê kampanya piştgiriya bi girtiyan re
Nûçeya Pişt re ‘Bi dirûşmeya Jin Jiyan Azadî em ê dawî li tundiyê bînin’
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şehîd Diyar Xemgîn bi merasîmeke girseyî hat veşartin

Şêniyên Dêrikê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şervanê QSD’ê Diyar Xemgîn li Pakrewangeha Şehîd Xebat…

Ji aliyê Stêrk TV

Caro Sommer: Em weke ciwan ji bo modela Rojava ku alternatîf e belav bikin derketin rê

Yek ji ciwanên enternasyonalîst ên ku ji bo piştgiriya Kobanê çûn Pirsûsê Caro Sommer, got…

Ji aliyê Stêrk TV

Berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartinên Başûr redkirin

Li Kelarê berbijarên partiyên siyasî encamên hilbijartina serdema şeşem a parlamentoya Herêma Kurdistanê red kirin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Çand û Hûner

Koma Amara ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan klîba ‘Derwêşo’ weşand

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Koma Barîn hêjayî xelata Lauretê hate dîtin

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

Ji aliyê Stêrk TV
Çand û Hûner

Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?