Duşem, 6 Nîsan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Çetin Arkaş di sersaxiya Cidan Şahîn de: Em ê teqez bi ser bikevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktivîsta TJA’yê Sabahat Tuncel hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî êrîşê: Heta ev hişmendî neguhere, wê ne demokratîkbûn û ne jî aştî pêş bikeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Agahî ji malbata girtiyê siyasî Babek Elîpûr nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojbûna Rêber Apo li Sydneyê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fîdan, Şara û Zelenski wê civîneke sêalî pêk bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana endamê YPS’ê hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên li herêma Bradostê 4’ê Nîsanê pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê rojbûna Rêber Apo bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li gundê Elpelûr ê Kobanê 4’ê Nîsan hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji TJK-E’yê pêngavek nû: Dema avakirina civaka komunal e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jin li ser aştiyê nîqaş dikin: Bêyî me nabe!

    Ji aliyê Stêrk TV

    PAJK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê têkoşîna me bidome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê di du mehan de 6 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Em ê erkên xwe heta dawiyê bi cih bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Koma Berxwedan ji nû ve avakirina xwe îlan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara duyemîn a Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Dusseldorfê ya 3’yemîn diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Federasyona Cîhana Kurd Şanoya Neteweyî ya Kurd ragihand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komîna Şano ya Çiya û Akademiya Şehîd Sefkan xebatek taybet

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND û Hunera Mizgînê ‘’Roja Şanoyê ya Cîhanî’’ pîroz kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Çeteyan 4 welatî ji Serêkaniyê revandine Tirkiyeyê
Li Idlib û Şamê 2 ciwan hatin kuştin
Li Koye mirina bi guman a jinekê
Navenda kevn a NY li Silêmaniyê bi dronan hate armanckirin
Li Îranê 5 Kurd hatin binçavkirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > OHD’ê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî
Rojane

OHD’ê: Bila Kurdî bibe zimanê fermî

Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li gelek bajaran bi daxwaza “Zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” daxuyanî da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 19. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), bi dirûşma “Bila Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” daxuyanî da. Daxuyanî, li pêşiya Edliyeya Amedê hate dayin û gelek hiqûqnas beşdar bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê” hate hilgirtin.

Metna daxuyaniyê ya bi zaravayê Kurdî Kurmancî ji hêla Hevberdevka Komîsyona Ziman a Şaxa OHD’a Gulbahar Ateş ve, ya bi zaravayê Kirmanckî ji hêla Hevberdevkê Şaxa OHD’a Amedê Mehmet Emîn Gokdemîr ve û ya bi Tirkî jî Hevseroka Şaxê Zeynep Karayilan ve hate xwendin.

Daxuyaniya Şaxa OHD’a Amedê ya bi sernavê “Hemû ziman nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne û xwedî heman mafan in” wiha ye:

“Zimanê Kurdî nirxekî bingehîn ê mirovahiyê û yek ji sedemên sereke yên hebûna Kurdan e. Ji ber vê yekê; tunehesibandin, qedexekirin, çewisandin, dorpêçkirin, bisînorkirin û hewildana ji bo jiholêrakirin û tunekirina zimanê Kurdî ya bi rê û rêbaz û amûrên cihêreng sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye. Ji ber vê rastiyê divê zimanê Kurdî, di serî de ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve; ji aliyê hemû sazî û dezgehên fermî û navneteweyî ve bi fermî were naskirin; bikaranîna wê di hemû qadên civakî û jiyanî de azad û serbest be.

Kurdî ne tenê amûreke ragihandinê ya rojane ye, di heman demê de nirxekî jiyanî ye ku cîhana hestiyar, hilberîna ramanî û bîra civakî ya gelekî hildigire. Naskirin û parastina ziman di qada giştî de pêdiviya piralîbûna çandî, pergala civaka demokratîk û mafên mirovan e.

Wekî tê zanîn di sala 1999’an de ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve bi armanca piştgirîkirina cihêrengiya çandî û pirzimaniyê roja 21’ê Sibatê wekî Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hatiye qebûlkirin û mafê zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê hatiye mîsogerkirin. Rêgeza ku hemû zimanên cîhanê li pêşberî hiqûqê xwedî mafên wekhev in divê ji bo zimanê Kurdî jî pêk were.

Li ser vê esasê; di pêvajoya çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêş dikeve de li ser encama daxwazên li jêr hatine nivîsandin mecbûriyeta dabînkirin û parastina hiqûqî ya van daxwazên ku Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di dîroka 15’ê Tebaxa 2025’an de daye destpêkirin û ji bo îmzeya hemû hiqûqnasên li Tirkiyeyê vekirî ye, ji aliyê zêdetirî 2 hezar hiqûqnasan ve hatiye îmzekirin û anîn ziman. Di vê çarçoveyê de:

* Divê zimanê Kurdî bi fermî were naskirin û bibe xwedî statûyekê.

* Kurdî ji pêşdibistanê heta zanîngehê divê bibe zimanê perwerdehiyê.

* Hemû astengiyên hiqûqî û pratîkî yên li pêşiya bikaranîna zimanê Kurdî divê werin rakirin ji bo ku Kurdî azad û serbest be, gavên qanûnî û destûrî yên pêwîst divê bêyî derengketin ji aliyê TBMM’ê ve werin avêtin.

Em wekî hiqûqnasên ku îmzeya me li binê vê nivîsê heye bang li Meclîsê dikin ku daxwazên li jor hatine kirin li ber çavan bigire û ji bo ku Kurdî bibe xwedî statûya fermî û bibe zimanê perwerdehiyê demildest xebat û sererastkirinên qanûnî yên pêwîst bike.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Îranê 4 jin hatin binçavkirin
Nûçeya Pişt re Parêzerê ku ji bo bidawîkirina êşkenceyê çû qereqolê hate binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Daxuyaniya YPJ’ê ya têkildarî bi Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê re

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî hevdîtina bi Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhef Ebû Qesra re…

Ji aliyê Stêrk TV

Meclisên Leşkerî yên Minbicê: Bi dehan çete hatin kuştin

Şervanên Meclisên Leşkerî yên Minbicê ragihand ku bersiv dane êrîşên dewleta Tirk a dagirker û…

Ji aliyê Stêrk TV

Êşkence û xiyaneta li zindanên PDK’ê

Êsîrekî di destê PDK'ê de ye, qala êşkenceya li zindanên Barzaniyan kir: Dîlgirtî li hucreyên…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

PJAK: Tu têkiliya me bi “Qandil Press” re tune ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya Mexmûrê di roja 990’an de dewam dike

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Şengalê şervanên Ereb 4’ê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Malbatên şehîdan li Çilaxa û Dêrikê 4ˊê Nîsanê pîroz kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?