Parlamenterên Partiya Demorkasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder, piştî hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, biryar dabûn ku biçin serdana partiyên siyasî. Parlamenter Pervîn Buldan, Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li şûna wî qeyûm hate tayînkirin, di çarçoveya serdanan de îro bi Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglû re hevdîtin kirin.
Onder, piştî hevdîtinê axivî û wiha got: “Me hinek qala tecrûbeyên xwe yên berê kir. Me di çarçoveya hevdîtinên nû de bi wan re agahî parve kirin. Me ji wan pêşniyar, şîret, rexne û hişyarî rica kir. Wan jî em bi berfirehî agahdar kirin. Em ê piştî hevdîtina bi Selahattîn Beg (Demîrtaş) re daxyaniyeke berfireh bidin.”
Davutoglû jî ji ber serdanê spasiya şandeyê kir û got: “Hevdîtineke pir dilgerm bû. Me qenaeta xwe parve kir û got ku divê ji tecrûbeyên berê ders bên girtin. Me got ku di demeke li seranserî cîhanê, herêmê, Sûriye, Iraq, Lubnan û Urdunê guherînên lezgîn çêdibin de me bal kişand ser girîngiya rewşa navxweyî. Başkirina rewşa navxweyî jî tenê bi demokrasiyê dibe. Ev jî bi perspektîfeke ku Kurd, Tirk û hemû hemwelatî bi hêvî li pêşerojê dinêrin pêkan e. Pêşniyara min ew e ku hem endamên şandeyê, hem jî hemû siyasî ew e ku li hemberî vê pêvajoyê, ji bo avakirina aştiya Tirkiyeyê tevbigerin.”