Nûnerê Tirkiyeyê yê Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglû êrşên zext, sansûr, binçavkirin û girtinên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya ku her diçe li ser çapemeniya azad û muxalîf zêde dibe, ji ANF’ê re nirxand. Erol Onderoglû diyar kir ku yasa weke amûreke polîtîk li dijî rojnamevanan tên bikaranîn û ev yek anîn ziman: ‘’Li cihekî ku mafên demokratîk ên li ser kaxizê her roj weke ku li ser şikandina pişta rojnamevanan bê sepandin, nabe ku qala demokrasiyê bê kirin.’’
‘YASA LI DIJÎ ROJNAMEVANAN WEKE ÇEKEKÊ TÊN BIKARANÎN!’
Erol Onderoglû da zanîn ku li Tirkiyeyê zexta li ser rojnamevanan gelekî zêde bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Nûçegihanên ku çalakiyên civakî dişopînin bi tundî û zextên yasayî re rû bi rû dimînin. Rojnamevanên lêkolîner tên binçavkirin û girtin. Kiryarên weke girtina kanalên nûçeyên, girtina rêya standina agahiyan a rojnamevanan a ji dewlet û saziyên taybet, bi taybetî jî sansura online û veqetandina têkiliya rojnamegeriyê ya li gel raya giştî gelekî zêde bûne. Bi awayekî eşkere naxwazin rojnamevan bibin şahidê hin tiştan. Ji ber vê yekê talûkeya ku pîşeya me rû bi rû dimîne bes ne yek e. Bi pêşeroja rojnamevaniyê re dilîzin. Li Tirkiyeyê hewl tê dayîn ku rojnamevanî veguhere karekî weke têkiliya bi gel re. Hewcehiya wan bi kesên ku nasandina karên desthilatdariyê bikin, bi vê yekê re sînordar bimînin û rexne nekin heye. Ji ber wê yekê li Tirkiyeyê paşeroja rojnamevaniyê di talûkeyê de ye. Ji ber ku hewl tê dayîn ku pirdengiya di çapemeniyê de were tunekirin.’’
‘DIVÊ BES NE ROJNAMEVAN DI HEMAN DEMÊ DE CIVAK JÎ XWEDÎ LI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DERKEVE!’
Onderoglû piştre destnîşan kir ku bêyî zelalbûnê û hebûna kanalên ragihandinê yên demokratîk demokrasî pêk nayê û li cihekî ku mafên demokratîk ên li ser kaxizê her roj weke ku li ser şikandina pişta rojnamevanan bê sepandin, nabe ku qala demokrasiyê bê kirin û got: ‘’Ji bo standina agahiyan a demokratîk, rexneyî û serbixwe, xweîfadekirin û ya herî girîng jî bûyîna raya giştî divê bi awayekî azad agahî werin bidestxistin. Divê hemû beşên civakêli dijî astengkirina agahiyê, sansurkirina bidestxistina agahiyan derkevin. Ji ber ku li vir mafê wan ê agahîstandinê tê tunekirin.’’
‘DIVÊ PIŞTEVANIYA NAVPÎŞEYÎ XURT BIBE’
Erol Onderoglû di dewama axaftina xwe de anî ziman ku divê piştevaniya navpîşeyî jî xurt bibe, di vê mijarê de erkê sereke dikeve ser milên rêxistinên çapemeniyê û got: ‘’Ji ber ku dibe pirsgirêkên ku Cemiyeta Rojnavenên Îzmîrê rû bi rû dimînin û pirsgirêkên ku Cemiyeta Rojnamevanên Başûrrojhilatê ya li rojhilatê welêt kar dike û rû bi rû dimînin ne yek bin. Divê diyaloga di navbera saziyan de, girêdayî baweriyê be û di terzê ku tu kes ji derveyî wê menîne bixebite. Lê belê girêdayî berberîbûn û agahînestandinê jihevqutbûnên bi vî rengî rû didin.’’
‘DIVÊ ROJNAMEVAN TIM JI BO MAFÊN XWE DAKEVIN QADAN!’
Erol Onderoglû di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê saziyên rojnamevaniyê binpêkirinên li ser rojnamevanan belge bikin, di asta xwecihî û navneteweyî de wan belav bikin, ji bo mafên xwe zêdetir dakevin kolanan û çalakiyan lidar bixin û ev yek anîn ziman: ‘’Li Tirkiyeyê weke rojnamevan û saziyên çapemeniyê, piştî OHAL’a ku piştî 15’ê Tîrmehê hewla derbeyê hate îlankirin, me destê xwe ji kolanan kişand. Lê belêmadem her roj mafên rojnamevanan tên binpêkirin wê demê divê xwe ji lidarxistina çalakiyên li kolanan dûr nexin. Lê binêrin herî dawiyê di 29’ê Adara 2026’an de li navçeya Kadikoy a Stenbolê meşa ku me xwest em ji bo hempîşeyên xweyên girtî li dar bixin, bi dorpêça polîsan hate astengkirin. A rastî wêneyê vê dorpêçê jî nîşaneya zexta li ser rojnamevanan e. Astengiya ku em rû bi rû man, bi temamî antî-demokratîk û tunehesibandina mafên rojnamevaniyê ye.’’

