Şerê navxweyî yê Sûriyeyê yek ji aloziyên kûr ên siyasî û civakî ya Rojhilata Navîn a modern afirand. Li vê erdnîgariya ku dezgehên dewletê vekişiyane, serweriya hiqûqê hatiye rawestandin, komên çekdar û destwerdanên biyanî li qadê diyarker in, hesta ku demek dirêj serwere kaos e. Lê ev kaos ne têgeheke razber e; di asta dîrokî de wêraniyekê îfade dike.
Krîza Sûriyeyê ku Şerê Cîhanê yê Duyemîn û vir ve wekî yek ji karesatên mirovî yên serdema me tê binavkirin, li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî bi sed hezaran sivîl jiyana xwe ji dest dane; ji ber hejmara rastîn a mirinan nehatine tomarkirin, tê gotin ku pir zêdetir e. Nêzîkî 14 mîlyon kes ji cih û warên xwe bûn; ji vana 6.8 mîlyon jê penaber in, û 6.7 mîlyon jî di nav welatê xwe de koçberên navxweyî ne.
Zêdetirî 16 milyon kes hewcedarê alîkariya mirovî ya lezgîn in û bi milyonan zarok rasterast qurbaniyên şer û wêraniyê ne. Ev dane nîşan dide ku tiştê ku li Sûriyeyê diqewime ne tenê şerekî navxweyî ye, lê yek ji hilweşînên civakî û mirovî yên herî kûr ên serdema modern e.
Ji ber vê sedemê, di vê astê de pergala siyasî ya ku di nav wêrankirinê de derketiye holê, ne tenê bijartina rêveberiyê ye divê wekî bersivek hebûnî ya li dijî kaosê were nirxandin. Dîrok her tim tenê bi zimanê wêrankirinê nayê nivîsandin. Di hin kêliyan de pergal di nava vê jevketinê de derdikeve holê. Dîroka cîhanê ya nêz bi van mînakan tijî ye.
Têgeha latînî "Ordo ab Chao" ku tê wateya “pergala ji kaosê derdikeve”, ji bo ezmûna Rojava û Bakurê Sûriyeyê diyar bike ne metaforek ji xwe ber hatiye hilbijartin e. Avaniya ku ji sala 2012’an ve derketiye holê ne projeyek dewletê ya ji berê ve hatiye plankirin e; ew encama hewldana civakê ya ku di nebûna dewletekê de hebûna xwe biparêze û hewldana hilberandina domdar e.
Valahiya ewlehiyê, ezmûna ku di bin şert û mercên tundiya mezhebî û koçberiya bi zorê de pêş ket ne ji bo tepeserkirina pergalê; hewl daye bi naskirina kaosê, hundirînkirina parametreyên wê û birêvebirinê ava bike.
Tiştê ku li Rojava tê avakirin di wateya klasîk de ne desthilatdariyeke navendî ye; ew aqilê siyasî ya ku li ser bingeha meclisên herêmî, beşdariya civakî, pêşengiya jinan û temsîliyeta pir etnîkî ye. Di vî alî de Rojava hişmediya "pêşî pergal, paşê civak" berevajî kiriye. Civak ne biresera pergalê ye, tê asta kirdeya damezrîner. Ev pergala ku ji nav kaosê derdikeve, tam jî di vir de hem nûjen û hem jî nazik e.
Lê ev pergala siyasî ya ku ji hêla Rojava ve hatî hilberandin ji hêla pergala navneteweyî ve ne wekî hêmanek aramiyê, wekî çavkaniyek nezelaliyê hatiye xwendin. Ji ber ku tiştê ku hêzên hegemonîk lê digere ne kûrahiya demokratîk an rewatiya civakî ye; ew "aramiya kontrolkirî" ya tê pêşbînîkirin, dikare bazarê bike û heke pêwîst be beralî bike. Rojava nirxê hildiberîne, lê nayê kontrolkirin. Ev jî ji modelek ku were piştgirîkirin wêdetir, veguheriye ceribandinek ku were sînordarkirin. Ger ew wekî avaniyek ku were tasfiyekirin bihata dîtin, nêzîkatiya hêzên hegemonîk wê pir wêrankertir bûbûya.
Ev nakokî li ser qadê bi awayekî zelal hatiye dîtin. Li Sûriyeyê, yek ji avaniyên xwedî rewatiya civakî ya herî bilind e, di heman demê de avaniya ku jî herî kêm tê parastin e. Li beramberî vê yekê aktorên ku paşeroja wan çi dibe bila bike yên ku navendîparêz, yek muxatab û dikare bazarê pê re bike hatine asta tercîhên "qebûlkirî”. Ev tercîh jirêderketina exlaqî wêdetir, encama mantiqê xebitîna xwe ya pergalê ye.
Ne demokrasî; rêvebirin û manîpulekirinê esas girtiye. Derxistina Hatay û Girên Golanê ji nexşeya Sûriyeyê yek ji mînakên herî eşkere yên vê nêzîkatiyê ye.
Tengaviya Rojava tam jî di vir de kûrtir bûye. Ev pergala ku ji kaosê derketiye li qadê xwe ava kiriye; lê li ser maseya ne xwedî heman hêzê ye. Desketiyên siyasî yên di bin şert û mercên muzakereyên asîmetrîk de ne wekî maf, wekî tawîzên demkî hatine destgirtin. Armanc ew bû ku di bin sernavên "entegrasyon", "navendîbûn" û "ewlehiyê" de naveroka vê pergalê were valakirin. Xwestin ev pergal ku ji kaosê derketiye holê, vê carê li ser maseyê bifetisînin.
Di vê pêvajoyê de pozîsyona Tirkiyeyê diyarker bû. Enqerê, Rojava ne wekî tecrûbeyeke siyasî, wekî gefek hebûnî kod kiriye; ev nêzîkatî ne tenê bi operasyonên leşkerî, di heman demê de zextên dîplomatîk û siyasî domandiye. Aktorên navneteweyî jî ji bo rasterast bi Tirkiyeyê re nekevin nava pevçûnan, Rojava wekî qadeke ku dikare were qurbanîkirin dîtine. Bi vî awayî, gotina “aramiya dikare were kontrolkirin” li qadê ya demokratîk di bin navê “entegrasyonê" de zemîna valakirina naveroka wê amade kiriye.
Lê pergala ku li Rojava hatiye avakirin tenê bi sernavên ewlehî û rêveberiyê were xwendin wê kêm bimîne. Ji ber ku her avaniyên siyasî ku di nav kaosê de li ser piyan bimîne, di heman demê de divê xwe bispêre bingehek civakî û aborî ya domdar. Serketina esasî ya aqilê ku Rojava û Bakurê Sûriyeyê birêve dibe, di vir de derdikeve holê.
Ev tespît ne tenê encama xwendina ji derve ye. Pêvajoya ku bi konferansa ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê di sala 2015’an de li Amedê hat lidarxistin dest pê kir û ji nîvê sala 2021’an ve têkiliya rasterast li qadê hat meşandin, derfetek şênber a ku bê ev aqil çawa dixebite danî holê.
Alîkariya mirovî, tenduristî, pêdiviyên bingehîn û xebatên ji nû ve avakirinê yên ku di wê demê de li kêleka eniyên leşkerî hatin kirin, bi zelalî nîşan dan ku biryardariya siyasî bi qasî ku dikare jiyana rojane li ser piyan bihêle, deng vedidan. Rastiya li ser qadê ev bû: pergal ne bi dirûşmeyan, bi xizmeta tenduristiyê, çêkirina torên civakî, xwegihandina pêdiviyên herî bingehîn, yanî domdariya jiyanê di nava xwe de dihewand.
Ji ber vê yekê polîtîkayên aborî yên ku li Rojava û Bakurê Sûriyeyê têne tercîhkirin li ser asta mîkro lê pir xwe dipêre ser gavên diyarker. Kelûpelên xerîdar ên wekî şekir, sotemenî û xwarinên bingehîn, bi qasî ku pêkan e dikaribin xwe bigihîninê û bi bihayên bên kontrolkirin bên pêşkêşkirin; çavkaniyên stratejîk ên wekî petrol ji spekulasyona bazarê neyê terkkirin û ya herî girîng jî xizmetên tenduristiyê bi tevahî belaş an bêyî li benda maddî bin bên rêxistinkirin. Ev nîşaneya aqilê şênber e.
Ev ne îdîayên mezin ên îdeolojîk in; ew amûrên hevsengiyê yên girîng in ku rê li ber jevketinê, koçberî û belavbûna civakê digirin.
Di vir de divê bi taybetî binê wê were xêzkirin: Ev nêzîkatî "modela aborî ya alternatîf" a romantîkkirî nîne. Refleksên kapîtalîst, têkiliyên bazarê û pratîkên bêserûber di vê erdnîgariyê hebûna xwe didomînin. Ev jêveneger e. Ya diyarker ew e ku rê nede van refleksan ku vehûna siyasî û civakî ji hev bixîne. Aqilê ku Rojava birêve dibe, li şûna ku aboriyê ji serweriya mutleq a bazarê re bihêle, li ser parastina xalên hevsengiyê yên ku civakê li ser piyan bihêle rawestiyaye.
Ji ber vê sedemê aliyê aboriyê, li pêşiya lezîna leşkerî û siyasî ye, ceribandina ji bo domdariya pergalê ye. Bingehek ku mirov tedawî bibînin, xwe bigihînin pêdiviyên bingehîn û li ser pêşerojê nekevin nava fikarên nediyar, pergala siyasî bêdeng e lê hilgirê jiyanî ye. Sedema ku Rojava heta îro li ser piyan maye ew e ku ev aqlê hilgir tevî hemû zextan ji xwe hatiye parastiye.
Îro, nîşaneyên ku ji qadê tên, nîşan didin ku ev kapasîte rasterast hedef tê girtin. Pêvajoya ku di bin navê "entegrasyonê" de tê meşandin, ji lihevkirineke bermaber û girêdayî wêdetir, vediguhere xeta tasfiyeyê ya ferzkirinên yekalî. Stratejiya "zexta pir amûrî" ya ku Tirkiye bi dîplomasî, ewlehî û zexta siyasî re xistiye dewrê, armanc dike ku dest deyne ser daneheva civakî, leşkerî û siyasî ku zêdetirî deh salan ava bûye, yanî tiştên amadekirî desteser bike.
Li Tirkiyeyê hewldanên di bin sernavên "Tirkiyeya bê teror" û "Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasî" de hatine kirin, di bingeha xwe de destketiyên ku bi bedelên mezin li Rojava hatine bidestxistin bêyî şer dewr bigirin. Di encamê de, bedelên şerekî gengaz wê ji bo her kesî giran bin.
Pêknehatina Peymana 10’ê Adarê divê ji bo tepeserkirina Rojava û Kurdan neyê dîtin. Sînorkirinên demê yên wiha teknîkên ji derve hatine ferzkirin in ku armanc dikin îradeya xwe bişkînin; lê ew ji hêla aqilek ku dikare rojeva xwe ya navxweyî û domdariya siyasî biparêze ve werin bêbandorkirin. Ji ber vê yekê hemû êrîşên ku armanc dikin îradeya siyasî û leşkerî ya Rojava pasîf bike û bişkînin ne tenê bi refeksan; bi argumanên hevgirtî, formulasyonên siyasî yên îqnakirinê û li ser bingehek rewa bi awayekî sîtematîk were rizandin divêtiyeke jiyanî ye.
Di rewşeke wisa de, nayê hêvîkirin ku Kurd di hemû şert û mercan de pasîf bimînin. Mesele ne pesindayîna şer e; li dijî normalîzekirina îradeyê derketin e. Gelekî ku timî bi şer tê tehdîtkirin, nabe ku hemû şert û mercan de bêdeng bimîne. Şert û mercên tên ferzkirin, carinan mirovan ber bi tiştên naxwazin ve dibin; ev ne tercîhek e, tengasiyeke dîrokî ye.
Û tam di vê nuqteyê de erka ku dikeve ser milê me zelal dibe. Armanca vê nivîsê ne ku aqil bide aqilê ku Rojava û Bakurê Sûriyeyê birêve dibe. Ew aqil zêdetirî 10 sal in di bin şer, ambargo û dorpêçê de li ser piyan maye; ji xwe hostetiya xwe hilberandiye û îspat kiriye. Tişta ku dikeve ser milê me ne ew e ku vêserketinê ji dûr ve bi çepikan pêşwazî bikin. Erka bingehîn ew e ku di her şert û mercî de vî aqlî bparêzin, li dijî êrîşên ku wê hedef digirin dengê xwe bilind bikin û dema ku pêwîst be li ser navê wê pozîsyoneke polîtîk a kolektîf û cîdî ava bikin.
Ji ber ku hin pergal ji derve nayên naskirin,ji hundir ve dev jê bernade li ser piyan wê bimînin. Destketiya mezin a qilê ku heta niha Rojava û Bakurê Sûriyeyê birêve dibe ne tenê berxwedana di nav kaosê de ye, pêkanîna jiyanê ye jî. Ji niha û pê ve aliyê diyarker ew e ku ev kapasîteya jiyanê dê çiqas were parastin.

