Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re salek derbas bû ku 27’ê Sibata 2025’an bi banga Rêber Apo destpê kir. Piştî vê pêvajoya derbasbûyî, endamê heyetê Mîthat Sancar li dû hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re ya li Girava Îmraliyê axivî û anî ziman ku di mijara entegrasyonê de qonaxa destpêkê bi dawî bûye, qonaxa duyemîn destpê kiriye. Bi daxwaza aştiyê bendewariya gava şênber a gel dewam dike. Serokê Baroya Amedê ya berê parêzer Ahmet Ozmen destnîşan kir ku ji bo çareseriyeke rasteqîn divê daxwazên civakê bi destûra bingehîn bêne garantîkirin. Ahmet Ozmen sererastkirinên destûra bingehîn û nîqaşên li ser ‘mafê hêviyê’ nirxand.
‘DI LÊGERÎNA ÇARESERIYÊ DE GAVÊN ŞÊNBER NEHATIN AVÊTIN’
Ozmen diyar kir ku civak ji aliyê çareseriyê ve xwedî bendewariyeke xurt e, kelecan dewam dike lê be, bendewarî ji bo gavên şênber e û got, “Di nava civakê de daxwaza her kesî ye ku bi rê û rêbazên demokratîk û danûstandinan çek ji dewrê bê derxistin, di nava rewşeke dûrî şer de li nava avaniyeke siyasî ya ku her kes xwe jê dibîne û li ser bingeha wekheviya nasname û wekheviya destûra bingehîn çareseriyek pêk were. Gel ji ber vê yekê kete nava kelecaneke cidî û divê bê destnîşankirin ku ev kelecan dewam dike. Di heman demê de gavên şênber ên ku encamê bi xwe re bîne dixwaze. Mixabin ji aliyê hikumetê yan jî dewletê ve gaveke bi vî rengî nehat avêtin.”
Ozmen bal kişand ser komîsyona li meclîsê hatiye avakirin û anî ziman ku naveroka raporê wê diyarker be. Ozmen got, “Di nava vê raporê de wê çi hebe? Li ser kîjan guherînên qanûnî wê kîjan pêşniyar bê kirin? Ji xwe partiyên siyasî yên di nava wê komîsyonê de vê pêşniyarê amade dikin nûnerên ji sedî 95 ê parlamentê ne.
Lewma divê bê gotin, ku pêşniyarên wan gelekî girîng e. Hêvîdar im ku wê gavên şênber pêşniyar bike ku tevkariyê li vê meseleyê, tevkariyê li çareseriya meseleya Kurd a bi rêya demokratîk bike. Divê were dîtin ku meseleya Kurd êdî bûye xwedî aliyekî navneteweyî, gelek aktorên navneteweyî tevlî vî karî bûne û bêyî derengxistinê û mijûlkirinê bi aştiyeke mayinde bê çareserkirin.”
‘DIVÊ KOMAR XWE BIGIHÎNE DEMOKRASIYÊ’
Ozmen bal kişand ser nîqaşên têkildarî komar û demokrasiyê û destnîşan kir ku heta meseleya Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê demokratîkbûn pêk nayê. Ozmen anî ziman ku perspektîfa ewlekariyê di vê çarçoveyê de encamê bi xwe re nîne û got, “Bêguman her kesên li vê erdnîgariyê ne dixwazin li ser zemîneke demokratîk bijî. Lê belê komar bi tena serê xwe demokrasiyê nîne. Komar bi tena serê xwe wekhevî, azadî, edaletê nîne. Eger demokrasî nebe komar bi tena serê xwe dibe desthilatdariya komekê. Ji bo bibe avaniyeke tevahiya gel divê komar bigihêje demokrasiyê. Eger meseleya Kurd bi rê û rêbazên demokratîk neyê çareserkirin nepêkan e ku Tirkiye demokratîk bibe. Astengiya herî mezin a li pêşiya demokratîkbûnê meseleya Kurd e. Eger hûn tenê ji perspektîfa ewlekariyê lê binihêrin hûn nikarin bi pêş ve biçin. Pêvajoya pêncî salên dawî li holê ye. Bi perspektîfa ewlekariyê ne Tirkan ne jî Kurdan sûd ji vî karî wergirtin.”
‘DIVÊ BIRYARA DADGEHA MAFÊN MIROVAN A EWROPAYÊ BI CIH BÊ ANÎN’
Têkildarî ‘Mafê Hêviyê’ jî Ozmen biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi bîr xist û anî ziman ku ev biryar ferz e ku bi cih bê anîn. Ozmen got, “Eger biryar bi cih bê anîn wê nîqaşên li ser mafê hêviyê jî ji ber xwe ve çareser bibe.”

