Serhat Ozturk piştî dîlgirtina 32 salan li Girtîgeha Boluyê hat berdan. Ozturk ê ku di nava 32 salan de li gelek girtîgehan hat girtin, ji hêla xizm, Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATÛHAY-DER) Nûrten Karagoz û rêveberên komeleyê ve bi çepikan hat pêşwazîkirin.
Serhat Ozturk ê ku li ber girtîgehê axivî, bal kişand ser pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û got, “Hêvî dikim ku aştiyek baş û xweşik pêk were. Em aştiyê dixwazin û ji bilî aştiyê tiştek din naxwazin. Ji bo me hemûyan serketinê dixwazim.”
Hat zanîn ku piştî Stenbolê, Ozturk dê biçe warê xwe Agiriyê.

