Duşem, 9 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika girtî Omer Hayrî Konar jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Temellî: Bendewariya her kesî qanûneke înfazê ya wekhev e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Stenbolê ji bo Newroza ‘Azadî û Yekîtiyê’ bang

    Ji aliyê Stêrk TV

    DYE’yê ji bo Bakurê Kurdistanê hişyariya seyahetê da!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Newroza 2026’an wê bi dirûşma ‘azadî û yekîtî’ were pêşwazîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bexdayê dronek ket baxçê malekê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Logoya Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê diyar bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Endamê CPT Osman: Artêşa Tirk baregehên nû li Başûrê Kurdistanê ava dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta li Mexmûrê di roja 964’an de berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayê Benî Herîr hat bombekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Deklarasyon: Agirê Newrozê bi îradeya yekîtiya neteweyî gur dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Strana Newrozê hate nasandin: Newroza Serfiraziyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Tambov û Saratovê 8’ê Adarê hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Zozan Çewlig: Bi ruhê ‘Jin, Jiyan, Azadî’ em ê têkoşîna xwe bi ser bixin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Montevideoyê peyama piştevaniya enternasyonalîst hate dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermendên jin: Xeta YPJ’ê ya herî pîroz e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Li Rojhilata Navîn krîza şaristaniyê û çareseriya şaristaniya demokratîk’ êdî bi Spanî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara destpêkê ya rojnameya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Heidelbergê konseran piştgiriyê ya ji bo Rojava

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Bêçekkirina Şengalê xizmeta dijminên mirovahiyê ye
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Jin > PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin
Jin

PAJK: Em ê mîna Bêrîtan têkoşîna xwe ya azadiyê mezin bikin

Koordînasyona PAJK’ê got, “Li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî, em ê têkoşîna xwe mîna Bêrîtan mezin bikin.”

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 24. Cotmeh 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera 33’yan a şehadeta şehîd Bêrîtan Hêvî (Gulnaz Karataş) daxuyanî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Em rêheval Bêrîtan Hêvî (Gülnaz Karataş) ku Rêber Apo ji bo wê tespîta ‘Çalakiya wê çalakiya evîn û rûmetê ye’ kiribû, di salvegera şehadeta wê ya 33’emîn de bi hezkirin, rêzdarî û mînetdarî bibîr tînin.

Hevrê Bêrîtan her çiqas di sala 1971’an de li Solhanê ji dayîk bûbe jî lê bi eslê xwe ji Dersimê ye. Di salên xwe yên xwendekariyê de PKK’ê nas dike û di bihara 1991’an de tevlî gerîla dibe. Tevî ku di nav gerîla de hîna sala xwe ya duyemîn temam nekiribû jî wê bi sekna mîlîtantiya Apoyî ku di şertên herî zehmet de danî holê, navê xwe li dîrokê nivîsand. Dewleta Tirk di sala 1983’an de ji operasyona leşkerî ku weke ‘operasyona derveyî sînor bi nav kiribû’ encameke weke tê xwestin negirtibû. Ji ber vê sedemê di vê operasyona di 4’ê Cotmehê de hate berfirehkirin de, hêzên pêşmerge yên herêmî, di nav de PDK û YNK jî hatin bicihkirin û tevlî kirin. Gerîlayên me yên azadiya Kurdistanê bi wêrekî û fedakariyeke mezin li hember êrîşên dijwar ên hewayî û bejahî li ber xwe dan. Li hin deverên stratejîk, yekîneyên me yên gerîla yên jin pêşî bersiv dan êrîşan. Li Heftanînê ku yek ji deverên rastî êrîşên dijwar hat, têkoşîn bi pêşengiya fermandara eniyê Azîme (Mihriban Saran) bi serkeftî hate mezinkirin. Li Xakurkê ku eniyeke din a çalakê bû hevala Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li hemberî xeta hevkar û teslîmbûnê bi israra xwe ya têkoşînê, xeta xwe ya berxwedanê û sekna xwe bersiv da.

Di roja 25’ê Cotmehê de, hevrê Bêrîtan; di mewzî de weke kaleyekê li ber xwe da, heta guleya xwe ya dawî jî şer kir. Dema guleyên wê xilas bû, çeka xwe şkand, ji bo sax nekeve dest xwe di zinarê de diavêje. Em vê destana lehengiyê ji vegotinên pêşmergeyên ku wê demê di cehpê dijmin de şer dikirin jî dizanîn. Bi baweriya ku berxwedanî bigihe serkeftinê heta guleya xwe ya dawî li ber xwe dan, ji bo sax neyê dîlgirtin, rêgeza gerîla ya Apogeriyê bû. Hem militana vê rêgezê û hem jî mîratgera helwesta Zerîfe û Besêyan heval Bêrîtan Hêvî li dijî teslîmbûnê çalakiyek wiha pêk anî.

Bêguman ev çalakiyek întîharwerî nîne, îfadeya xeta azadiyê ye. Hevrê Bêrîtan; bi helwesta xwe hem li hemberî netewperestiya paşverû, hem jî li hemberî teslîmiyetê, hevkariyê, oportûnîzm û paşverûtiyê her wiha bi evîna xwe ya ji bo şerê gerîla, bi baweriya xwe ya ji baweriya jin û hêza wê re, bi tevlîbûna xwe re li dijî zîhniyeta paşverû ji bo me bû xetek. Bi vê hişmendiya xwe ya li hemberî şer û jiyanê, bi tevlîbûna xwe di têkoşîna me ya azadiyê de ya ku hişt em biryara artêşbûna jin bidin bû çavkaniyek diyarker a bawerî û hêzê.

Ew bû pratîkvana ahenga şerkirin, azadî-bedewî û hezkirinê. Bi xebata xwe ya gerîlatiyê, bi jiyan û çalakiya xwe di serkeftina dijwar a azadiya jinan û têkoşîna afirandina xwe de bû militana serkeftinê ya Apoyî. Şehîd Bêrîtan; bi kesayeta xwe ya kûr û zana re, bi hêza xwe ya entelektuel, bi şerkeriya xwe ya îrade, bêdudil-wêrek re, di jiyanê de bi fedekariya xwe re, bi rewşenbîr û helbestên xwe jî dihat naskirin. Mezinbûna lêgerîna wê ya ji bo jiyaneke azad, aliyê ku jiyana gerîla xweşik dike, aliyê ku bi berxwedanê mezin û pêş dixe; di rojnîvîsa xwe de ku bi nivîsên wêjeyî û helbestî nivîsandiye ku ji me re hiştiye ji me re mîrateyek gelek girîng e. Hevrê Bêrîtan, di têkoşîna me ya azadiyê de, bi gerîlatî, lêgerîn, hezkirin û pîvanên xwe yên kedê re bi helwesta xwe ya li hemberî îxanetê di têkoşîn û jiyana me de bû meşaleyek rênîşan û wê ev meşale her tim geş bimîne.

Bi vê meşaleya ku wê ji destê me nekeve, em ê di fikrê xwe de zelal û di gavên xwe de bi wêrek bin. Çawa ku artêşa me ya jin bi mîrasa têkoşîna Şehîd Bêrîtanan mezin bûye, îddîaya me ya ji bo parastina cewherî ya ji bo hemû jinan jî mezintir bûye. Bi vê îdiayê, li ser bingehê pîvana bûyîna sosyalîst bi felsefeya Jin Jiyan Azadî ku Rêber Apo bi nêzîkatiya xwe ya li hemberî jin daniye holê, li hemberî çanda koletiyê ya li ser jinan hatiye sepandin em ê têkoşîna xwe mîna Bêrîtan mezin bikin. Di vê pêvajoyê de em ê manîfestoya ku perspektîfên azadiyê yên serdema Rêberê me temsîl dikin, weke hêza avakirina jiyana komunalîst û azadiya jinê bi aqil û dilê Şehîd Bêrîtan re fêm bikin. Bi biryardarî, îdia, wêrekî û baweriya wê re pratîk bikin. Di şexsê Şedîd Bêrîtan Hêvî de em hemû şehîdên xwe yên têkoşîna azadiyê û şehîdên çalakiya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’, carek din bi rêzdarî, hezkirin, bêrîkirin û mînetdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bigihînin serkeftinê.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Salvegera 33’yan a artêşbûyîna jin li qadên gerîla hat pîrozkirin
Nûçeya Pişt re HPJ: Artêşa azad a jinan wê bibe hêza parastina hemû nirxên mirovahiyê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Kuran: Ji bo mirovên mîna me, jiyan Tevgera Azadiyê bixwe ye

Girtiyê Tevgera Azadiyê Nasrullah Kuran got: "Hêza sereke ya ku min wekî endamekî Tevgera Azadiyê…

Ji aliyê Stêrk TV

Rapora têkildarî 9 girtîgehan: Tecrîd, biryarên kêfî û binpêkirina mafên mirovan

Rêxistinên civakî yên sivîl û hiqûqî yên li Wanê piştî serdana li girtîgehên li Wan,…

Ji aliyê Stêrk TV

ROJEVA 22’Ê KANÛNA 2025’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Jin

Li Mexmûrê 8’ê Adarê bi coşeke mezin hat pîrozkirin 

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Rapora Dîlan Karaman: Mirin di encama dorpêçeke pir qatî pêk hatiye

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Li Mala Kurdan a Moskowê şahiya 8’ê Adarê hat lidarxistin

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji Komuna Jinan a Jina Emînî şahiya 8’ê Adarê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?