Şemî, 14 Adar 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hêzên Îranê ji gundekî li Merîwanê hatin derxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Meletiyê Newroz hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Car din êrîşî kampa PDK-Î hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kedkarê çandê Evdirehman Zal hate spartina axê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çiyayek Azadiyê, Ruhê Şehîdekî, Mîrasek Nemir: Salih Muslim

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şehîdê Çapemeniya Azad Osman Kiliç hate spartina axê: Berxwedan jiyan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nisêbînê bi hezaran daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR’ê ji bo Zeynep Celaliyan name ji Meclîsa Federal a Elmanya re şand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Polîtîkayên desthilatê tundiya li ser jinê asayî dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dersim: Jin dikarin vê cîhanê biguherînin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li çiyayên Kurdistanê coş û kelecana 8’ê Adarê berdewam dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlayên YJA Starê: 8’ê Adarê sembola berxwedana jinê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rewşa 80 jinên li girtîgeha Qerçekê di xeteriyê de ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Awazê Çiya klîba ‘Newroza Azadiyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND: Ehmed Huseynî pira navbera nifşan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Mihemed Şêxo li Qamişloyê hat bibîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şeva fîlman a Rojên Çanda Jinên Kurd ên Berlînê bi dawî bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê Rojên Çanda Jinên Kurd: Sembola bîra kolektîf, Govend

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Îsraîlê li Lubnanê 12 xebatkarên tenduristiyê qetil kir
Li Şedadê êriş: Zarokek hat qetilkirin, bav û birayê wî birîndar bûn
Li Hewlêrê bi drone êrîşî otêlekî hat kirin
Gundiyên li dijî projeya GES’ê li ber xwe didin: ‘Em dest ji mêrgên xwe bernadin’
Bircên weşanê yên li Çiyayê Zimanko hate bombekirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > PAJK: Mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin
Kurdistan

PAJK: Mîrateyeke mezin li pey xwe hiştin

PAJK: Hevalên Emîne Erciyes, Ş. Ekîn Amara Toldar û Ş. Zîn Zagros di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi jiyan û têkoşîna xwe nemir bûn; mîrateyeke mezin ji me re hiştin ku ti carî nayê jibîrkirin û dest jê nayê berdan.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 10. Îlon 2025 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Koordînasyona PAJK’ê Ş. Emîne Erciyes, Ş. Ekîn Amara Toldar û Ş. Zîn Zagros bi daxuyaniyekê bi bîr anî. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Hevalên Ş. Emîne Erciyes, Ş. Ekîn Amara Toldar û Ş. Zîn Zagros ên 20’ê Nîsana 2020’î şehîd bûn, di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi jiyan û têkoşîna xwe nemir bûn, mîrateyeke mezin ji me re hiştin ku ti crî nayê jibîrkirin û dest jê nayê berdan. Em li pêşberî van şehîdên xwe yên mezin bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, bi hezkirin û minet wan bi bîr tînin. Her hevrêyên me bi kedeke kolektîf têkoşîna ji bo Kurd ê azad, mirovahiya azad û azadiya jinê mezin kirin, têkoşîna me ya sosyalîzmê mezin kirin û bi rengê xwe wateyên mezin tevlî kirin. Wezîfeya herî mezin, berpirsyarî û wateya jiyana me ew e ku vê mîrateya azadiyê ya mezin a ku wan ji me re hiştine biparêzin, mayinde bikin û bi ser bixînin.

Hevala Emîne her kêliya jiyana xwe ya ji gundekî Nevşehîrê heta bi Zagrosan, çiyayên Kurdistanê diyarî civaka xwe, civaka Kurd û nasnameya jinê kir. Weke jineke Tirkmen timî li wateya jiyanê pirsî. Li erdnîgariyekê ku Tirkîtî, muxafazakarî di asta herî bilind de ye, li dibistanên herî bijarte ên sîstema kapîtalîst jî cewhera xwe parast, nehişt bê xerakirin û da pey wateya jiyanê, efsûnî û heqîqeta wê ya bi coş. Ev bez bû bazdaneke welê ku hevala Emîne gihand Rêber Apo, PKK’ê û gerîla. Di nava têkoşîna azadiyê de weke jinekê timî ew bez û lêgerîna xwe ya nepenî dewam kir.

Hevala Emîne xwişk û biratiya gelan, neteweya demokratîk û rastiya modernîteya demokratîk bi pêşengiya sosyalîst re bi rengekî bêhempa kir yek, xwe bi eşq, stran û helbestê jinûve afirand. Bi eşqeke efsûnî ji têkoşîna gerîla, ji çiyê, bi taybetî jî ji Zagrosan hez kir û weke jineke Tirkmen bi xwe bû Zagros, bû Kurdistan, bû çiyayên Kurdistanê û gelê Kurdistanê. Wê, neteweperestî parçe kir, hemû sînorên ku dijminatiyê diafirîne parçe parçe kir û li çiyayên Kurdistanê hevrêtiyeke efsûnî afirand. Ji enternasyonalîzmê jî wêdetir bû xeteke yekbûna civakî û mirovî, bû nasnameyeke jinê ya azad ku nirxên estetîk û exlaqî yên Neteweya Demokratîk di kesayetiya xwe de şênber kir. Bi wî dilê xwe yê mezin li ber dîroka înkar û îmhayê ya sed salî ya li hemberî dîroka hezaran salî ya Kurdan rabû, di rêya Xwedawendan de, di rêya şoreşa yekbûyî ya Hakî û Kemalan de bi kelecan, bi coş, bi daxwaza têkoşînê û biryardariyê meşiya.

Dema ku pêwîst dikir ew dibû fermandareke mezin, dibû perwerdekarek, dibû şanogerek, dibû helbestvanek, dibû stranbêjek. Ew mîna diyonisosê vê şoreşê bû. Ew gerîlaya azad a afirîner û bi coş a çiyê û daristanan bû. Ew hevrêyeke me bû ku bi rengekî rast xwe gihand Rêbertî, nirxên azadiya jinê fêhm kir, ev eyk hem bi hevrêyên xwe yên jin hem jî bi hevrêyên xwe yên mêr parve kir û nirxên komunal di têkiliyên xwe de mezin dikir. Lewma wê di nava hevrêyên li dora xwe de xelekeke ji ronahiya hezkirinê afirand. Mejiyê wê yê ku timî kûr dibû, dilê wê yê ku bi hezkirin û parvekirinê tijî bû, bi kesayetiya xwe ya bi îrade, bi biryar û têkoşer hem di nava hevrêyên xwe yên jin hem jî di nava gelan de di hevrêtiya sosyalîst de nirxên bêhempa afirand. Li her qada kar a têkoşîna me cih girt, bi berpirsyariyên mezin rabû û ev berpirsyariyên xwe bi cidiyet û îdîayeke mezin bi cih anî. Wezîfeyên rêveberî û koordînasyona PAJK’ê, her wiha wezîfeyên Konseya Fermandariyê û Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi cih anî, xeta PAJK û YJA Starê bi rengekî serketî temsîl kir. Ji Partîbûna Jinê heta bi Artêşbûna Jinê kedeke mezin da, nirx afirand, bi fermandarî û hevrêtiya xwe derdora xwe xurt kir, mezin kir. Hevrêtiya wê rûmet da.

Hevrêyên me Ekîn û Zîn jî bi hezkirina xwe ya hevrêtiyê, xîreta xwe ya têkoşînê, israra xwe, hişmendiya xwe ya azadî û biryardariya xwe bûn pêşengên têkoşîna me ya azadiya jinan û têkoşîna me ya azadiya Kurdistanê. Wan jiyana birûmet û watedar ji her tiştî qîmettir dîtin û hemû kêliyên ciwaniya xwe bi tije, hişmendî, bawerî û ronahî derbas kirin. Şerbeta jehrî ya jiyana dagirkeriyê û kapîtalîzmê red kirine û berê xwe dane çiyayên azad ên pak. Hevrêyên me Emîne, Ekîn û Zîn ên ku rêyên wan di nava vê têkoşînê de li çiyayên pîroz bûne yek, heya kêliya dawîn a jiyana xwe li ba hevdû bûne û bi hev re tevlî karwanê nemiran bûne. Nefesa wan a dawîn a bi hev re , fermanê dide me ku em di hevrêtî, azadî û xwişkbûna jinan de bibin yek û mezin bibin. Nefesa wan a dawîn fermana serkeftinê dide me. Soza ku em bidin wan, girêdayî bicihanîna vê fermanê ye. Bi vî awayî en beng li her kesî dikin ku tim xwedî li şehîdên me derkevin, li ser vê rêya wan a pîroz û watedar bimeşin û serketinê bi dest bixin.

Dubare em hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelên Kurdistan û Tirkiyeyê re dixwazin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li dijî Şaredariya Antalyayê operasyon
Nûçeya Pişt re Hevserokên KON-MED’ê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî festîvalê bibin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Peyama dîrokî wê li Silêmaniyeyê ji ekrana mezin bê weşandin

Peyama dîrokî ya Rêber Apo wê li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê ji ekranên mezin…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Desthilatdarî rê nîşanî leşkerên dagirker dide’

Êriş û dagirkeriya dewleta Tirk a faşîst berdewam e û têkildarî vê yekê çalakvan û…

Ji aliyê Stêrk TV

Hîzbûllah nerazîbûn nîşanî plana bêçekkirinê da

Hikûmeta Lubnanê di 5’ê Tebaxê de plana “bêçekkirina Hîzbûllahê” ragihandibû. Ev plan ji aliyê yek…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Şehîd Nurhak Çiya di 15’emîn salvegera şehadeta xwe de hate bi bîr anîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê di roja 969’an de ye

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Licê û Hezroyê Newroz bi coş hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Nisêbînê gel bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ meşiya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?