Pakistanê roja Yekşemê daxuyaniyek da û îdîa kir ku li bajarê Kandahar ê li başûrê Efganistanê li hedefên leşkerî û “stargehên terorîstan” xistiye.
Efganistan û Pakistan bi mehan e di nava rageşiyekê de ne. Rêveberiya Îslamabadê cîranê xwe bi malovaniya ji şervanên Talîban a Pakistanê (TTP) re sûcdar dike. TTP’ê berpirsyariya gelek êrişên li Pakistanê li xwe girtibû. Lê belê rêveberiya Talîbanê ya li Efganistanê vê sûcdariyê red dike.
Tê zanîn ku lîderê payebilind ê Talîbanê Hîbatûllah Akhûndzada li Kandaharê dimîne.
Berdevkê hikumeta Talîbanê Zabîhûllah Mucahîd ragihand ku êriş li ser qadên sivîl hatiye kirin û tiştek bi kesî nehatiye.
Li gorî nûçeya AFP’ê, hin ji şêniyên herêmê diyar kirin ku li Spin Boldak a li başûrê Efganistanê dengê teqînê hatiye bihîstin. Rayedarên Talîbanê jî gotin, li wîlayeta Host a li rojhilatê welêt şer qewimî ye.
Rêveberiya Îslamabadê roja Şemiyê diyar kiribû ku “êrişeke bi droneyê” ya ku îdîa kir ku ji aliyê Talîban a Efgan ve hatiye kirin, hate astrengkirin. Serokkomarê Pakistanê Asîf Alî Zerdarî Talîban sûcdar kiribû ku bi êrişên li ser sivîlan “xeta sor binpê kiriye.”
Artêşa Pakistanê beriya rojekê li Efganistanê berpirsyariya êrişên hewayî yên li ser hin nuqteyên paytext Kabûlê li xwe girtibû. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di êrişa li ser Kabûlê de çar sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
Rageşiya navbera herdu welatan di Cotmeha 2025’an de bilind bûbû ku di şer de bi dehan kes hatin kuştin û sînorê bejahî bi temamî hate girtin. Piştî hewldanên navbeynkariyê şer ji bo demekê kêm bû be jî di 26’ê Sibatê de bi êrişên hewayî yên Pakistanê û piştî bi operasyona bejahî ya Efganistanê şer jinûve giran bû.
Li gorî daneyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve roja Înê hate dayin, ji 26’ê Sibatê û pê ve di şer de li Efganistanê herî kêm 75 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, nêzî 115 hezar kes ji warê xwe bûn.

