Pêncşem, 8 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

    Ji aliyê Stêrk TV

    DFG’ê Gûrbetellî Ersoz bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Li pêşiya azadiya Rêber Apo ti astengî nemaye!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Divê em ji bo têkoşîna sala 29’an armancên mezin deynin pêşiya xwe

    Ji aliyê Stêrk TV

    KON-MED’ê li dijî komploya 9’ê Cotmehê banga tevlîbûna çalakiyan kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi girseyî serdana taziyeya Şehîd Zozan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa gel a Şengalê: Bi sekn û helwesta Rêber Apo hemû komplo hatin têkbirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewlêrê çeteyekî DAÎŞ’ê hate girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KNK: Bêdengiya li hemberî talankirina xwezayê sûcekî mezin e

    Ji aliyê Stêrk TV

    PDK ji bo rêyên li xaka xwe, destûr ji Tirkiyeyê digre

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    PAJK: Azadiya Rêber Apo temînata aştiyê ya li Rojhilata Navîn e

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Tehrîka neheq ji bo sûcdaran vediguhere mekanîzmayeke parastinê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    MKG: Ji dema Gurbetellî heta îro têkoşîna rojnamegerên jinên Kurd didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJK: Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bi xurtî bilêv bikin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Biryara AYM’ê dikare bibe sedem ku dema jin cihê bû, xwe hîn bêhtir bêçare bibîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > DEM Partî wê Êlihê li ser xeta Edîp Solmaz bi rê ve bibe
Rojane

DEM Partî wê Êlihê li ser xeta Edîp Solmaz bi rê ve bibe

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê daxuyand ku ew ê Şaredariya Êlihê li ser xeta Edîp Solmaz bi rê ve bibin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 30. Tîrmeh 2024 Dema xwendinê: 3 dq.
Parvekirin

Lijneya Rêveberiyên Xwecihî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Şaredariya Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêvajoya têkildarî hevşaredarê ku li Şaredariya Êlihê bê hilbijartin berdewam dike.  
 
Lijneyê di daxuyaniya xwe de pêvajoya di hilbijartinên xwecihî de qewimî vegot û da zanîn ku lijneyên wan ên têkildar piştî hilbijartinê bi avaniyên xwe yên rêxistinkirî hatine bahev û têkildarî pêvajoya nû nîqaşên berfireh meşandine. Lijneyê wiha domand: “Têkildarî hevşaredarê nû bê hilbijartin nirxandinên berfireh hatin kirin û hin nav hatine pêşniyarkirin. Di van pêşniyarên hatin kirin de tu nav, ji pêşniyaran wêdetir derbas nebûne û ji aliyê organên berpirsyar ên partiya me ve tu kes nehatiye diyarkirin.
 
Di hin organên çapemeniyê de li ser navê endamê meclisa me ya şaredariyê Ferah Solmaz hin axaftin cih girtin. Em dixwazin diyar bikin ku nayê qebûlkirin ku mijarên di nava partiyê de bi hin organên çapemeniyê re bên axaftin û nîqaşkirin. Ev yek ji çanda me ya partiyê dûr e. Rêgez û pîvanên partiya me ji aliyê herkesî ve tên zanîn. Rastiyeke ku pratîkên Ferah Solmaz ne li gorî rêgez û pîvanên me ne û di heman demê de ji aliyê civakê ve jî nayên qebûlkirin. 
 
Edîp Solmaz û malbata wî ji bo partiya me weke roja ewil cihê xwe diparêze. Lê kesekî ku pratîkên wî ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin, hewl dide malbata Solmaz û partiya me bîne hemberî hev. Ev hewldan pûç û vala ne. 

Partiya me ji roja ewil ve li ser esasê modela hevşaredariyê bi israr û bi biryar e ku Şaredariya Êlihê bi rê ve bibe. Li dijî her cure êrîşên hêzên qirêj me dev ji vê helwesta xwe berneda û em ê dev jê bernedin. Dîsa em diyar dikin ku haya me ji hewldanên hin komên ku di vê pêvajoyê de gav avêtine heye da ku partiya me reş bike û bide nîqaşkirin.
 
Pêvajoya der barê hevşaredariyê ku dê di Şaredariya Êlihê de bê hilbijartin ji bo partiya me berdewam dike. Di çarçoveya pêşniyaran de komîteyên rayedar û pêwendîdar ên partiya me, ji bo bi hişekî hevpar bigihêjin biryara rast, di nava hewldanan de ne. Pîvana me ya sereke ew e ku kesê em ê weke hevşaredar destnîşan bikin li gorî rêgez û pîvanên partiya me ye û di civakê de xwedî avabûneke ku tê qebûlkirin.
 
Partiya me wê vê pêvajoyê di demeke kurt de bi encam bike û di encama pêşniyarên avahiyên me yên rêxistinbûyî û nirxandina komîteyên me yên pêwendîdar de biryarekê bide. Em ê xeta xwe ya şaredariya civakî ku me ji Edîp Solmaz mîras girt li Şaredariya Êlihê zindî bihêlin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ciwanên Êzîdxanê meşeke meşaleyî lidar xistin
Nûçeya Pişt re 4 mobesse hatin îmhakirin, derbe li çeperekê hate xistin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

MKG’ê Ayfer Serçe bi bîr anî

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rojnamevan Ayfer Serçe (Şîlan Aras) ku ji aliyê rejîma…

Ji aliyê Stêrk TV

Turkdogan: Mewzûata ji bo peyama bi dîmen heye

Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku mewzûata ku Rêber Apo…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayindir: Bêyî Abdullah Ocalan ti pêvajo ne rast in

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir wiha got: “Heke em berê xwe nedin Îmraliyê lê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Li Binarê Qendîlê 28’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmehê hat şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji girtiyên Apoyî daxuyaniya ji bo ‘9’ê Cotmehê’

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Heyeta Îmraliyê bi AKP’ê re civiya

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

50 malbatên li Serêkaniyê vegeriyan malên xwe yên li Hesekê

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?