Gelên Kurdistan, Tirkiye û cîhanê xwe amade dikin ku saleke din li pey xwe bihêlin. Di sala 2026’an de tê payin ku ji aliyê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve gavên girîng bêne avêtin. Sala 2025’an ji bo gelên Kurdistanê û Tirkiyeyê bû saleke welê ku li ser rawestandina şer û pêkanîna aştiyê axaftin hate kirin. Di siyasetê de jî diyalog û nermbûnê rû da. Lê belê vê yekê ne li qadê ne jî li nava dadgeriyê bandora xwe nîşan da. Di sala 2025’an de ku axaftin li ser aştiyê hate kirin, pratîka addgeriyê bi polîtîkayên bêcezahiştinê yên têkildarî jin û zarokan hate meşandin. Di dozên siyasî de jî biryarên serbixwe nehate dayin. Dadgerî li pêşberî binpêkirina mafên mirovan, êşkence û pirsgirêkên li girtîgehan bi helwesteke xemsariyê tevgeriya.
Di vê demê de ku li gorî pêvajoya demokratîk nîqaş li ser destûreke bingehîn a demokratîk tê kirin, guhertinên ji aliyê destûra bingehînî ve daxwaza sereke ya hemû beşên civakê ye. Jin, zarok, girtiyên siyasî û gelên hindekahî ku dadgerî ji her alî ve destwerdanê li jiyana wan dike, dixwazin ku dadgerî biryarên hiqûqî û serbixwe bide. Li gel polîtîkaya bêcezahiştinê bicihneanîna mafê hêviyê, bernedana girtiyên nexweş, biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê (DÇÎ), kuştina karkeran, êrişên li dijî rojnamevanan û desteserkirina şaredariyan ji bêhiqûqiyên sereke ne.
Endama Şaxê Amedê ya Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Gîzem Mîran li ser vê bêhiqûqiyê ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku di sala 2025’an de ji aliyê xwegihandina mafan a beşên civakî pirsgirêkên cidî hebûn. Gîzem Mîran diyar kir ku ji bo fêhmkirina vê yekê divê mirov pêvajoya navbera salên 2005-2025’an bi rengekî yekpare binirxînin.
Gîzem Mîran bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan ên jinan ku ji aliyê dadgeriyê ve hatin kirin û got, “Weke ku tê zanîn ne tenê li Tirkiyeyê û Kurdistanê li her devera cîhanê li gorî sala 2024’an di sala 2025’an de tundiya li hemberî jinan mixabin zêde bû. Li gel vê yekê di sala 2025’an de bûyerên tundiya li jinê û binpêkirina mafên mirovan zêde bûn, di heman demê de bû saleke welê ku têkoşîna jinê û azadiya jinê gihîşt asteke girîng.”
Gîzem Mîran rewş ji aliyê zarokan ve jî nirxand û destnîşan kir ku sîstema edaletê ya zarokan divê li gorî pîvana hiqûqa gerdûnî di asta sererastkirinê de be.
Gîzem Mîran ragihand ku di pêvajoyên darizandinê de zarok bi rengekî cidî cara duyemîn têne mexdûrkirin û got, “Hem zarokên ber bi sûc ve hatine dehfdan hem jî zarokên mexdûrê tundî û îstîsmarê di pêvajoya darizandinê de cara duyemîn dibin hedefa tundiyê. Halbûkî divê mekanîzmayên darizandinê bi lez, bi bandor û parastina zarokan be. Lê belê em dibînin ku rewş berevajî vê yekê ye.”
Parêzer Gîzem Mîran qala darizandinên li ser bingeha polîtîk jî kir û destnîşan kir ku di vê darizandinê de jî pîvana wekheviyê tine tê hesibandin û hiqûq weke amûrekê li ser bingeha polîtîkayê tê bikaranîn.
‘RUHÊ PÊVAJOYÊ BANDOR LI DADGERIYÊ NEKIR’
Gîzem Mîran destnîşan kir ku li gel Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî di pratîka dadgeriyê de guhertineke bingehîn çênebû û got, “Piştî nîvê duyemîn ê sala 2025’an di operasyonên siyasî de kêmbûnek hebe jî ji aliyê dosyayên dewam dikin ve em dibînin ku ruhê pêvajoyê bandor li dadgeriyê nekiriye. Qanûn û pêkanînên heyî li ser bingeha maf nîne. Di sala 2025’an de girtîgeh bûn qadên welê ku binpêkirina mafan herî zêde lê rû dan. Di mijarên stargeh, xwarin, agahîwergirtin û azadiya fikrî de mafên bingehîn ên girtiyan hatin binpêkirin. Êşkence û kiryarên li dijî mirovahiyê, kiryarên şikandina rûmetê dewam dikin.”
‘MAFÊ HÊVIYÊ JI BO AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK MECBÛRÎ YE’
Gîzem Mîran Paketa Dadgeriyê jî nirxand û anî ziman ku di înfazê de newekhevî dewam dike. Gîzem Mîran got, “Bi biryarên kêfî yên desteyên çavdêrî û îdareyê bicihanîna serbestiya bi kontrol bi rengekî newekhev pêk tê. Ev rewş li ruhê pêvajoya aştî û civaka demokratîk nayê.”
Gîzem Mîran têkildarî bendewariyên ji sal a2026’an jî destnîşan kir ku mafê hêviyê divê teqez bikeve meriyetê û got, “Di çarçoveya biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de bicihanîna mafê hêviyê, ji bo demokratîkbûna vî welatî, baweriya bi dadgeriyê û avakirina civakeke demokratîk mecbûrî ye.”
Têkildarî binpêkirina mafên mirovan ên sala 2025’an çend dane bi vî rengî ne:
* Herî kêm 2 hezar û 518 kes bi binpêkirina mafê jiyanê re rû bi rû man; 187 ji wan zarok bûn.
* Di kuştinên kar de herî kêm hezar û 823 karkeran jiyana xwe ji dest dan; 85 ji wan zarok bûn.
* Di encama tundiya mêr de 271 jin û 60 zarok hatin kuştin.
* Ji ber şaştiî û xemsariya fermî 115 kes (38 ji wan zarok) mirin.
* Li girtîgehan herî kêm 24 girtî û hikumxwar mirin.
* 2 hezar û 807 kes (15 ji wan zarok) di binê çavan de, li girtîgehan, li kolanan an jî di çalakiyan de li êşkence û kiryara xerab rast hatin.
* Li girtîgehan 807 girtî/hikumxwar li tundiya fîzîkî/psîkolojîk rast hatin.
* Herî kêm 427 rêveberên siyasî û sendîkayî hatin girtin.
* 21 şaredarî hatin desteserkirin an jî şaredar ji wezîfeyê hatin dûrxistin.
* Têkildarî karên komele, civatên xwendekaran û karên sendîkayî de biryarên girtinê û qedexekirinê hate dayin.
* Dest li 222 çalakiyan hate werdan.
* 4 hezar û 393 kes hatin binçavkirin, 436 kes hatin girtin.
* Herî kêm 51 çalakî hatin qedexekirin.

