Rapora Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê ve hate weşandin.
Di raporê de qala binpêkirina mafên mirovan ên li Îmraliyê yên li hemberî Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş tê kirin.
Rapor li ser mehên Kanûna 2024, Çile, Sibat û Adara 2025’an.
Bi vê raporê re serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) hate kirin.
Di serlêdanê de hate ragihandin ku di nava 4 mehan de parêzeran 35 caran, malbat û wasî jî 17 caran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan, lê belê temamiya 52 serlêdanan bêbersiv hatin hiştin.
Hate gotin, Rêber Apo di nava 14 salan de tenê 5 caran parêzerên xwe dît û hevdîtina dawî ya parêzeran jî 7’ê Tebaxa 2019’an bû.
Hate ragihandin ku ji sala 2014’an û vir ve tenê 6 caran malbatê karîbûye hevdîtinê bike û piştî 44 mehên qutkirina têkiliyê ya bi temamî Rêber Apo di 23’ê Cotmeha 2024’an de bi Parlamenterê Rihayê yê Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan Omer Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de hevdîtin hate kirin. Li gorî raporê piştî hevdîtina bi Omer Ocalan re ti hevdîtin bi malbatê re nehate kirin.
Di raporê de hate destnîşankirin ku rewşa girtiyên din ên li Îmraliyê bi heman rengî ye, di demên cuda de cezayên dîsîplînê li wan hate birîn.
Di raporê de di encama hevdîtinên Rêber Apo yên mehen Kanûn, Çile û Sibatê de bi Heyeta Îmraliyê re kir, banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ hate kirin û işaret bi dengvedana bangê li qada navneteweyî hate kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê her wiha cih da biryara ‘Ocalan 2’ û ‘Mafê Hêviyê’ yê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.
Di serlêdana li CPT de hate ragihandin ku Tirkiyeyê herdu biryar bi cih neaniye û Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê jî kontorla vê yekê nekiriye.
Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku Rêber Apo zêdeyî 26 sal in girtî ye û ji aliyê hiqûqî ve ‘mecbûrî’ ye ku divê azad bibe.
DAXWAZ
Hat destnîşankirin ku CPT herî dawî di 2022’yan de çûye Îmraliyê lê heta niha jî rapora xwe ya têkildarî serdanê aşkera nekiriye. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:
“*Şert û mercên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya di 22’yê Îlona 2022’yan heta niha di nava nediyariyekê de berdewam in û her ku diçe girantir dibin. Di nava 2 sal û nîvan de şert û merc derbasî qonaxeke nû bûne. Em dixwazin ku hûn hûn tavilê û bi taybet biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê.
* Ji bo ku serlêder di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên ragirtin, ji bo bikarin bi parêzer, malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin, ji bo tevahiya mafên wan ên ragihandin-agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku bi awayekî sîstematîk tên dayin bên bidawîkrin, em dixwazin hûn tevahiya hewldanên pêwîst bikin.
* Em dixwazin tevdîrên zorê yên ku şert û mercên îşkence û miameleya dermirovî û xerab ji holê radikin bên girtin. Û di vê çarçoveyê de jî prosedura di Xala 10/2. A Peymanê de hatiye destnîşankirin bê destpêkirin û were ragihandin. Bi taybet jî heke hevdîtinên bi parêzer û malbatê re di demekî herî kin de neyên kirin, em dixwazin di serî de tespîtên di serdana 22’yê Îlona 2022’yan de hatine kirin û çavdêriyên giştî yên ji berê heta niha yên têkildarî Îmraliyê bi raya giştî re bên parvekirin. Her wiha em dixwazin ku biryar were dayin ku rapora serdana 22’yê Îlona 2022’yan jî di çarçoveya prosedurê de li daxuyaniyê were zêdekirin.”