Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha daxuyanî da çapemeniyê û ev tişt ragihand: “Pêvajoya serjimêriyê pêvajoyeke girîng a nîştimanî ye û heta niha jî qonaxa tomarkirina hemwelatiyan berdewam e. Ez spasiya hemû tîmên serjimêriyê û dezgehên ewlehiyê dikim, her wiha spasiya gelê Kerkûkê dikim ku bi awayekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bûn û ji bo serkeftina pêvajoyê hevkarî kirin.”
Rêbiwar Teha her wiha got: “Rêjeya beşdariya hemwelatiyan di serjimêriyê de 100% bû, her wiha pêvajo bê arîşe bi rê ve çû. Mayîna hemwelatiyan li malên xwe û hevkarîkirina tîmên serjimêriyê bû sedema serkeftina pêvajoyê li bajarê Kerkûkê.”
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Em spasiya hemû pêkhateyên bajarê Kerkûkê dikin ku hevkariya rêveberiya Kerkûkê kirin ji bo serkeftina pêvajoya serjimêriyê. Di vê pêvajoyê de me dîrokek li Kerkûkê tomar kir. Rêjeya beşdariya hemwelatiyan di serjimêriyê de 100% bû, ez pîrozbahiyê li gelê Kerkûkê dikim.”
Piştî 37 salan cara yekem e pêvajoya serjimêriya giştî ya niştecihan li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê tê kirin. Her wiha di çarçoveya serjimêriyê de, rojên 20 û 21’ê vê mehê ji bo tomarkirina malbatan hatibû destnîşankirin û qedexeya hatûçûya giştî li seranserê Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye ragihandin, heta saet 12’ê şeva roja 23’yê mehê qedexeya hatûçûyê di navbera parêzgehan de dê berdewam bike.
Wisa tê plankirin ku piştî 48 saetan ji bilî deverên madeya 140 (deverên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê) encamên serjimêriyê dê bêne ragihandin. Li gorî rêkeftina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê encamên serjimêriyê li deverên madeya 140 heta ku bi encamên serjimêriya sala 1957’an re neyên berawirdkirin û rastbûna agahiyan neyê piştrastkirin, nayên ragihandin.